|
Dabeşbûna tevgera me li
Rojavayê Kurdistanê bi destên me bû,
û hêzkirina bizava me jî bi destên me ye .
Dr Ebdilmecît Şêxo
Ramangirê Ereb Prof.Dr.Burhan Xelyon dibêje;
" ÇARENÛSA ME NE LI SER ENIYA ME HATIYE NIVSÎN;
LÊ EWA BI DESTSÊN ME ÇÊ DIBE:"
Bê serdorên dirêj dixwazim yekser li ser
çarenûsa gelê Kurd û welatê me Kurdistanê
rawestim. Di pêvajoka dîrokê de ji ber
dewlemendî û samanên Kurdistanê,yên li ser erdê
û bin erdê, welatê me her dem bi destên neyaran,
dagîrker bû ye. Ewa bi destên neyaran çend carkî
hatiye dabeşkirin û bi destên dijminan samanên
welatê me hatine dizîn, ta niha jî li sê beşên
din jî ji aliyên destladran de têtin dizîn, gelê
Kurd bê vîna xwe û bi darên zorê ji dewlemendiya
xwe bê par ma ye.
Çarenûsa gelê me ta roja îro bi giraniyek pir
mezin bi destên biyaniyên dirawsê û paşê bi
destên koledarên ewropî hatiye destnîşankirin,
ango mîna ku li jor Dr. Burhan Xelyon nivisiye;
"Çarenûsa me ne li ser eniya me hatiye nivisîn ;
lê ewa bi destên me çê dibe ..". Yanê çarenûsa
gelê Kurd jî li ser eniya gelê Kurd û li ser
eniya Kurdistanê ne hatiye nivisîn, ewa bi
destên dijminan, koledaran hatiye parvekirin û
bindestkirin, lewra divê ewa bi destên me jî
bête azadkirin.
Gelê Kurd di jiyana xwe ya siyasî û netewî de ji
hemû miletên hawîrdoren xwe û ji gelên cîhanê re
mêlg kiriye ku ewî bi destên xwe, bi hêzên xwe,
bi xûna xwe pir ji bo çarenûsa xwe berxwedan
kiriye û hîn jî ew bi hemû kanînên xwe di vê
riya pîroz de bi pîdarî berdewam e . Di nirîna
min de riweşta herî giring û baş ku mirovê Kurd
kane xwe pê serbilind bibîne ew e, ku ew yekcarî
nikane zor û setemê bipejrîne û ewa bê sênor
baweriya xwe bi azadiya xwe tîne, ev rastiyên
erênî dîroka gelê me xemlandine, lê pirsgirêkên
herî mezin li nik me, ne başbûna karên rêxistinî
û dabeşkirina trevgera me ne.
Di vir de ez naxwazim li ser aloziyên rêkxirawî
li beşên din ji Kurdistanê rawestim, lê ez niyaz
dikim ku bi çend rêzkên sakar dîsan rewşa
tevgera me di warê rêxistinî de di ber çavên me
re derbaz bikim. Yanê cerkî "Partî dêmkoratî
Kurdisanê li Sûriyê di sala 1957 an de hatiye
damezrandin, ne bi xêr cara yekem partiya me di
sala 1965 an bûye du beş, di sala 1972 an de bû
ye sê partî û paşê her çend salan her patiyek ji
van partiyan dubare an sêbare bi destên me
hatiye perçe,perçe kirin,li dawiyê mîna ez zanim
hejmara wan bi partiyên biçûk ve gihane 14
partiyan.
Me berê ji gelê xwe re digot; ev partiya yemînî
ye (rastgir e) ya din yesarî ye (çepgir e), ya
sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye. Belkî
di wê demê de pir kesan dikanîn bi hêsanî
baweriya xwe bi vê partiyê an bi wê partiyê
bihanîna,lê piştî ku her yek ji van partiyan bû
ye çend beş, vê carê gelê me bi sanahî jî riya
xwe di warê rêxtinî de şas dike, bi sed hezaran
Kurperwer ji hev û ji endamên partiyan vekirî
dipirsin û dibêjin; eger partiyek rastgir e, ya
din çepgir e, ya sisiyan berzanîst e, ya çaran
serbixwe ye, lê partiyên din çin e ???? Vê carê
berpirsiyar, kadêrê û dostên partiyan destên xwe
li sîngên xwe dixistin û digotine gelê xwe; em
çepê li ser riya zanistiyê ne, çepên din
keysebaz in û ji riya Lênîn û Markis derketine.
Partiyên din jî digotin; ev partiya bi dewleta
Sûriyê ve girêdayî ye, û pêwendiyên pêşengên wan
yekser bi dezgeyên asayêşên Sûriyê re henin, hin
partiyan jî li ser partiyên din digotin; ewanan
bi Berzanî ve besta ne, ewanan bi fermana wî li
Sûriyê dixebitin. Li vê dawiyê jî dîsan hin
partî hatine holê û ewanan li ser yên din
dibêjin; evan partiyan li Kurdistana Sûriyê
naxebitin û ewanan nikanin pirsgirêka Kurd li
Rojavayê Kurdistanê çareser bikin.
Lê weke her kesek îro dizane piştî rûxandina
sêstêma sosyalîstiyê baredoxa siyasî li cîhanê
pir hatiye guhartin, heyama nûh bandora xwe li
ser hemû têkoşînên siyasî kiriye, lewra jî hin
partiyên me nav û bernamên xwe jî guherîn, dîsan
h.w.d.û niha partiyek bi ya din re nikane bêje;
tu rastgir î an tu çepgir î, ango ev astengiya
ramanî, eydeliyocî ji holê rabû ye .
Lê tevî van guhertinên nûh, dîsan partiyên me
pir bûn, ez dixwzim li vir çend sedemên serke
hûnim zimên 1-Ez bê peraw û vekirî dibêjim;
nizimbûna pileya rewşenbîriyê û ramanê li nik
pir siyasetmrdarên tevgera kurdî.2-Ezeziya
bilind, yan xwehezkirina pir mezin li nik gelek
rêvebir û kadêroyên partiyên me .3-Gelek pêşeng
û rêberên partiyên me, ji ber nexwşiya ezeziyê
nikanin yan naxwazin fersendê bidin niweyên
îroîn û ewanan bawer dikin ku ew herdem mamoste
û zana ne, tevî ku ji me hemûyan re baş diyar e,
pir endamên partiyan di rêxistinên xwe de di
rêzên paşîn da ne, lê ewanan ji rêberên xwe yên
rêxstinî pir şehrezatir û ronakbîrtir in.4-Gelek
caran pêşengên partiyên me çavtengiyan li
rewşenbîrên siyasî, yan li pisporên pêşeyan
dikin û naxwazin wanan li rex xwe, yan car caran
jî li jor xwe bibînin ..5-Pir ronakbîr û
bîrewerên me jî hene bê dadmendî xwe di ser
partiyan, yan xwe di ser tevgera xwe re dibînin,
xwe ji partiyan dûrdixînin û newêrin rexnên xwe
jî vekirî arastî tevgerê bikin, an destên xwe
aşkere deynin ser nexweşiyên keysebaziyê,
nezaniyê, ezeziyê, an dîkteturiyê û h.w.d.6-du
sê partiyên me li Rojavayê Kurdistanê henin,
belkî ta radeyekê li ser tektîkên xebat û
çalakiyên rojane di hundir Sûriyê de ne lihev
bin, lê dîsan jî bi ya min be cudabûnên pir
mezin di navbera wan de tune ne.7- dijwarbûna
sirûşta doza Kurd bi awakî giştî.
Eger serok û merokên me kanibin xwe ji van
rûdawên neyinî û zor tirsdar rizgar bikin, belkî
tevgera me kanibe xwe ji gelek aloziyên
rêxistinî rizgar bike, dê hejmarên partiyan û
martiyan li nik me kêmtir bibin, dê baweriya
gelê me bi tevgera xwe xurtir bibe û dê bizava
me di cîhana siyasî de kanibe pirtir û rindtir
xebata xwe bidomîne .
Tu kes ji me nabêje; bila hemû partiyêm me bibin
yek partî, ne xêr!lê em bi hezaran welatparêzên
kurd bi dengên bilind bang li partî û
kesayetiyên ku mîna hev diramin, bi zûtirîn dem
xwe bigînin hev, dema me niha pir nazîk e, pir
giring e, xebat ji bo dêmokratiyê, azadiya gelan
û mafên mirovan berdewam e. Li aliyê din, rûya
zordarên gelê me di nav siyaseta Rojhilata Navîn
û cîhanê de reştir dibe, lewra jî divê partiyên
me, kesayetiyên me yên rewşenbîr, rêzanzanên
serbixwe li xwe vegerin û bi kêmasî yên mîna hev
diramin, bi tenderustiyeke ramanî û siyasî baş û
bê nexweşiya ezeziyê û kursiyê dîsan werin cem
hev û hejmarên partiyên gelê Kurd kêmtir bikin.
Lê divê ez vê rastiyê jî bêjim û li
gor ez dibînim, cerkî ku rêjîma sedamî hatiye
rûxandin, stêrka gelê Kurdistana Başur geştir bû
ye, helwesta herêma Kurdistanê ya netewî bi
seroketiya pêşmergê qehreman serok Mesud Berzanî
xurtir dibe, serok M.Berzanî namên yekser û ne
yekser ji cîhanê û dewletên derdora me re pir bi
zelalî dibîje; mafê netewa Kurd heye ku dewletke
xwe serbixwe hebe, û her weha jî dîsan dibêje;
emê piştvaniya xebata siyasî ya gelê Kurd li her
sê beşên din jî bikin. Ev tun helwesta
berpirsiyarene wireya siyasî û netewî li nik
gelê Kurdistanê û li nik hemû welatparêzên Kurd
bilind dike, baweriyên pir partî û cemawerê Kurd
li her çar beşên Kurdistanê hîn bi serok Mesud
Berzanî hêztitr dibin, cimkî Mesud Berzanî û
P.D.K li ser binaxa rêbaza siyaseta
welatparêziya hişmendî ya nemir Mistefa Berzanî
têkoşanên xwe netewî, têkeliyên xwe mirovane bi
gelên dirawsê re dajon, û serok Mesud Berzanî
rastiya rêbaza serokê nemir Mistefa Berzanî ji
niştimanperwerên her çar beşên Kurdistanê re
mêlag kiriye û ewa(rêbaza ) bi sedên nimûyên
jîndar li Kurdistanê, li Bexdadê, li Rojhilata
Navîn û li nav dewltên "Yekitiya Ewropî "
çespandiye.
Li ber roniya van sedemên jorîn, pir partî û
rewşenbîrên Kurdên Kurdistana Rojav jî careke
din li xwe vedigerin û dixwazin berjewendiyên
gelê Kurd biparêzin û vîna miletê xwe derbibirin,
lewra jî em niha dibînin hin partî û ronakbîrên
Kurdistana Rojava vedigerin nik partiya xwe ya
dayik û hin jî niha li ser riya vegerêne, ewanan
dibînin ku P.D.K El-partî bi seroketiya têkoşerê
navdar Mihemd Nezîr xawên helwesteke siyasî
cîwest e, partiyeke cemawerî ye, pêwendiyên xwe
bi pir partiyên beşên din ji Kurdistanê re xurt
in û bi taybetî ewa xwe mîna partiyek bira ji
PDK li Kurdistana Başur dibîne û li ber sîtava
nirîn û felsefa siyasî ya M.Berzaniyê pakrewan
siyasetên xwe li Kurdistana Sûriyê û siyaseta
xwe ya dervayî jî dimeşîne.
Bê ku ez navên hin partiyan an hin kesayetiyên
ku li partiya xwe ya dayik vegeriyane û yên
dixwazin vegerin hûnim zimên, ezê bê dudilî
bêjim; ewanan gavên pîroz avêtine û davêjin,
ewanan xwe ji hin pirsgirêkên saykolocî, siyasî,
rêxstinî rizgar kirine, dixwazin hêza gelê Kurd
li Kurdistana Sûriyê xurtir bibe û roja serketin
û azadiyê ji miletê xwe re nîzîktir bikin. Ji
ber vê jî ez dixwazim bi bûneya van
xwelêvegerînên siyasî û rêxistinî gelê me û
P.D.K –El -Partî li Rojavayê Kurdistanê pîroz
bikim.Li aliyeke din ez hêvî jî dikim ku hin
partiyên me, hin serok û sekretêrên me yên ku
mîna hev diramin û şêweyên çareserkirina pirsa
Kurdî mîna hev dibînin, bê dudilî refên xwe
bikin yek, ji berku pêşeroja gelê Kurd tenê di
van gavavêtinên erênî da ye, ew kesên ku niha ji
ber sedemên ne rewa û diyardeyên ne tenderustî
li pêş yekitiya hêza Kurd radiwestin, em neçar
dibin ji wan re bêjin; ku ewanan ji bo kursiyên
xwe nikanin ji çar serokan, serokekî tenê derxin
holê. Di vê derbarê de ez hez dikim nimûnekê ji
welatê Ereban hûnim zimên, dibêjin; ji şalyarekî
siyasetmedar pirsîn; te berê pir li ser yekitiya
hêzan, yekitiya partiyan û yekitiya dewletên
Ereban dipeyvî û te derbarê vê mijarê de
dinivîsand, lê cerkî tu bû ye şalyar, em gotin û
nirînên te yên berê ji nabîhsin ??
Siyasetmedarê Ereb weha pir eşkere û bi mêranî
bersivand û got; ma ez dînim niha li ser
yekitiya hêz û partiyan û dewletan bipeyvim,
eger dewletên erebî bibin yek, cihê min dê li ku
bimîne ? Vêca ez pir ditirsim ku pir serokên me
jî weha biramin, lê ewanan nikaninbin weha mîna
şalyarê Ereb bersivên xwe vekirî bidin gelê Kurd.
.!!!
Elmaniya ,18.04.2007
|