rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

PJAK, Tahran û Washigton!

Tariq Hemo


Kirîza programa nuklerî ya Îranê mijara sereke ya medyaya navnetewî ye. Derbarê hewildana Tahranê ya geşkirina nuklerê û bidestxistina çekên kîmyewî de gelek şîrove û "sînaryoyên têkbirina" vê hewildanê tên vegotin.

Çapemeniya Amerîka û Îsraîlê her roj nûçeyên "Exclusive" ên derbarê Îranê de û derbeya eskerî ya muhtemel ji aliyê artêşa Amerikayê ve diweşîne.

Weha û bi serhişkiya meleyên Tahranê û serokê wan Ehmedînejad rewş ber bi şer ve diçe. Mirov dikare bêje, ku ev amedekarî û daxuyaniyên li dij hev, heman dîmenên Iraqê û xwe amedekirina derbeya li dij Seddam ya berî 3 salan tîne ber çavan.

Bi gotinek din, pêvajoya niha Tahran tê re derbas dibe, hema hema heman pêvajoya ku Bexda tê re derbas bûbû. Israra meleyên Iranê li ser ya xwe, helwesta hêzên navnetewî nêzîkî hev dike. Niha jî eşkere tê gotin ku eger diyalog û guftûgo bi rejîma Tahranê re bi ser nekeve, dê Amerika û welatên rojava bê çare bimînin, hêzê li dijî Tahranê bi kar bînin û tevahiya programê wê mehf bikin.

Ji aliyê xwe ve Israîl jî daxuyaniyên di heman wateyê de dide. Israîl li hêviya encamên civîn û hewildanên aştiyane ye. Ji xwe siyasetmedarê Israîlî Shimon Peres beriya çend rojan vekirî got, "Em Dikarin hebûna Îranê ji meydanê rakin, eger ewê hebûna dewleta Israîlê têxe metirsiyê de"..

Amerika jî xwe ji bo pêkanîna êrîşek mahfkirinê amede dike. Li gorî gelek çavkaniyên Pentagonê çend sînaryoyên têkbirina programê Tahranê danîn û çend plan di vê derbarê de kêşane. Ji xwe helwesta welatên ereban ên cîranê Iranê jî xuya ye. Ew heya dawiya ji prosesa geşkirina nuklerê ya Tahranê ditirsin û baweriya wan bi gotin û sozên îraniyan nayê. Iranê heya niha 3 giravên (Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb) dagirkirye û têkiliyên wê bi welatên ereban re gelekî xerab in. Loma ihtîmal heye ku ev welatan destûrê bidin hêzên Emerikayê yên li ser xaka wan ku programên Tahranê ji holê rakin.

Nameya Ehmedînejad ya ji serokê Amerîkayê Georg Bush re, dide xuyakirin, ku Nejad û rejîma xwe bi mesela bidawîanîna li geşkirina nukleerê nafikirin, ew berovajî vê yekê, hewl didin ku demê bi dest bixin û rojekê berî ya din, bombeya nukleerî çêkin û vê yekê bikin rastî û realîte û li pêşiya tevahiya cîhanê deynin. Loma destê xwe dirêjî her derê dikin, da ku kartan li dijî berjewendiyên Amerîka,Rojava û Israîlê bi dest bixin.

li Iraqê bi riya çekdarên Muqteda El- Sadr û li Lubnanê bi riya terorîstên Hesen Nesrulah û Hizbulahê, li Suriyeyê jî, bi hevkariya bi rejîma Baasê re, dixwazin çavê Amerikayê bitrsîne û nameya" emê heremên bi tevahî serobino bikin, heger hat û we êrîşî me kir" bighîne Waşingtonê…

Dewleta tirk jî çavdêriya tevahiya pêşveçûnan dike, 250 hezar esker ji artêşa xwe li nêzên sînorê rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye. Ew hesabê qonaxa piştî "derbeyê eskerî" dike. Heger hat û êrîşa Emerika pêk hat û ihtîmala rûxandina rejîma Meleyan bilind dibe. Mîna li Iraqê û sala 1991 an dibe ku gelên Iranê serî hildin, tirk jî ji kurdên rojhilat ditrsin, ew dizanin ku kurd aktîv û bi rêxistin in, bi taybetî jî Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK, ya ku Enqere dibêje, "ew baskê PKKê yê li Iranê ye".

Ji bo ku karibe destwerdanekê li rojhilatê Kurdistanê pêk bîne û rê li pêşiya rûdana rewşek mîna başûrê Kurdistanê bigre, artêşa tirk xwe ji niha ve amede kiriye.

PJAK bihêztirîn rêxistina kurdên rojhelatê Kurdistanê ye. Ev rastî, tirk jî dizanin û Amerîka jî dizane. Loma di her hewldanek ji bo têkbirina rejîma Tahranê ya totalîter de, an jî aramkirina rewşa hundurîn ya piştî rûxandina vê rejîmê, hewcedariya Washingtonê bi PJAKê heye.

PJAK dikare bibe faktorê bingehîn yê guhertinê li rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Iranê. Ev rastî, me got, Amerîka û tirk herdu jî pê dizanin. Lê gelo kurd jî pê dizanin?.

Ji aliyê kurdan û hêzên kurdan li başûr û beşên din, xemsariyek mezin derbarê piştgirtin û derxistin PJAKê ya pêş de, heye.

Pêwîst e PJAK û fikrê ku temsîl dike, baş were pêşkêşkirin. Ji alavên ragihandinê yên kurdan jî tê xwestin, ku PJAKê bidin pêş û xîtaba wê derxînin pêşberî gel û ji niha ve amedekariya qonaxa "piştî rûxandina rejîma meleyên Tahranê" bikin…


tariqhemo@hotmail.com




* Ev nivîs di rojnameya Yeni Ozgurpolitikayê de hatiye belav kirin.














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE