| |
Pêşmirin
Dibe ku wişe yan jî têgeha „mirinê“, li ser asta
„stiratîjiya navnîşanê“, min/we/wan; yên ku pirr
dimirin, demên ku pirr dimirin; ciyên ku pirr
dimirin; sazî, endam û serokên wan, yên ku pirr
dimirin; çiyayên ku pirr dimirin; çemên ku pirr
dimirin; hezkirin û Mem û Zînên wan, yên ku pirr
dimirin; Kurdistan û Rojava, Rojhilat, Başûr û
Bakurên wê, yên ku pirr dimirin, keskên ku pirr
dimirin, Xwedê û pêxember, pirtûk, Şeytan û
aliyên wî, yên ku pirr dimirin, li bîra her
xwendinekê di dorûberên vê „lixwemikurhatinê“
de, bîne.
Dibe ku mirin ya wexta min, we, wan û aliyên
destên me be, yan jî em yên wexta vexwarina „kasa“
ji destên wê bin.
Dibe ku mirin ya wexta Xwedê û siyên wî, yên li
erdê û asîmanan be, yan jî ew yên wexta ji
kesera destên wê bin.
Dibe ku mirin pirr be, yan jî hindik be.
Dibe ku mirin fereh be yan jî teng be.
Dibe ku mirin dirêj be, yan jî kin be.
Dibe ku mirin mezin be yan jî biçûk be.
Dibe ku mirin reş be yan jî sipî be.
Dibe ku mirin xweşik be yan jî kirêt be.
Û dibe jî ku mirin sêvek, nîv-sêvek, yan jî ne
sêvek be.
Lê mebest ji vê “lixwemikurhatina” derengî navên
me, ji “mirinxwestinê” bihtir xwendina hin
kesûkar, hin dem û cih, hin Xwedê û Şeytan û hin
tiştên ji wexta dengûbasên rabûna navê wê ne.
Mebest ji lidarxistina “ez dixwazim bimirim/ yan
em dixwazin bimirin” û şûndetir, lidaxistina
pirsa çima “ez pirr dimirim/ yan jî çima em pirr
dimirin” e?
Mebest ji “kengî, li ku, çawa û xwezî mirin” û
ferehtir, “çima mirina pirr“ e?
Kurt û Kurmancî pirs ev e:
Ma em dê hîn çend Xwedayên din, yên bi Kurdî,
çend Şeytan, çend Adem, çend Hawa û çend dar,
çend kesk û çend sêvên wan ên din, yên bi kurdî,
pirr bimirin, daku em, pirr, bibin?
„Sêva“ rewşenbîriya rojavayê bi Kurdî
Daku adar mezintir biça buhara xwe, ya bi Kurdî
mezin;
daku xwîn mezintir biçe „12ê adara“ xwe, ya bi
Kurdî mezin;
daku în mezintr biçe dergehên nimêja xwe, ya bi
Kurdî mezin;
daku dest mezintir biçin basa Xwedayên xwe, yên
bi Kurdî mezin;
û daku Qamişlo mezintir biçe pirrê navê xwe, yê
bi Kurdî mezin, li aliyekî ji aliyên berfa mezin,
li „Sandvîkina Siwêdî“, ya li paş seqem û
deryayên mezin, sêvek bi Kurdî „pirr“, li jêr
navê „insiyatîva 12 ê adarê“, ku paşê bû „Hevgirtina
Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve/HRKRD“, çû
eşkerekirin û damezirandinê.
Li wir, li wê seqema mezin, û di wan şevên wê,
yên ji sipiyekî mezintir de, Qamişlo û aliyên
xwîna wê; Qamişlo û Kurdên îna wê; Qamişlo û „lîstika
mezin“, ya li ser „berê navê“ wê; û Qamişlo û „xwîn-vedana“
„Efrîn“, „Kobanê“, „Hisiçe“ „Dêrik“, „Tirbespî“,
„Amûdê“, „Derbasî“, „Serê Kaniyê“…………û „Şêx
Meqsûd“ û „zorava“yên birîna wê, mezin çûn
lidarxistin, arezûkirin û hêvîkirinê.
Li wir, di wan roj û şevên, ku navê Qamişlo, yê
li ber devê damançeyan û li ber „înên kuştinê“;
li ber devê sînoran û li ber talankirinê;
li ber devê têlên derehî;
li ber potînên mezin;
li ber liqamçîdan û li ber xwînîkirinê,
em xwîn û în, pêrgî hev dihatin;
em êş û êş li giriyê gavên hev dialehan;
em qehwe û qehwe, ji destên „Tirbespiya Hacoyê
bi Kurdî“, diniqutîn sibehan;
û em noş û noş, di guhên êvaran de;
êvarên ku stiran û stiran diçûn vekirinê,
di guhên dergehan de;
dergehên ku fêrî Kurdî nebûbûn û zû diçûn
girtinê,
û di guhên xaçên „Sandvîkina“ dûr de;
xaçên ku zû diçûn bawişkandinê,
li wir, di wan guhên ji me bêrî de,
em, kûr,
mezin û dirêj, digiriyan.
Li wir, ku destên me, şikestin û şikestin, li
hev mikur dihatin, bi qasî ku „Sandvîkin“, bi
Siwêdî, diçû berfê û yekşemên naqosan, hewqasî
jî, ew, bi Kurdî diçû „înên xwînê“ û Qamişlokê.
Li wir, ku me Qamişlo, ya ji înê heta bi xwînê,
şehîd bi şehîd, hilanî û nedanî, roj bi qasî
şevê, şikestin bi qasî xewnê, ken bi qasî girî,
destxweşî, sipasxweşî û navûdengxweşî bi qasî
serxweşiyê, „Ez“ bi qasî „Em“ê, û navên „bi dizî“
jî bi qasî navên eşkere, diçûn lidarxistinê.
Li wir, ku „pêwîstiya“ Rojavayê rewşenbîriya bi
Kurdî, bi „qamişlokirinê“ hebû, „HRKRD“ wek
saziyeke rewşenbîrane, ku gereke berê navê wê li
„qamişlokirineke adarane û pirr“ be, çû
damezirandinê.
Lê aneha, piştî çend „Qamişlokan“, ji „Sandvîkina“
wê berfê; piştî çend berfan, çend tozan, çend
xwînan, çend adaran, çend „yekşemistan“ û çend „înistanan“,
eger hat û pirseke weha çû eşkerkirinê: „sêva
rewşenbîriya ji „Sandvîkinê“ heta bi „Bad
Salzuflenê“, de bêje, te çi dît û te çi ne dît???
Ma wê sêvê û vê Qamişlokê, çend birîn, çend „12ê
adarê“, çend xwîn û çend „în“, dê bi qiriktalî
herin axaftinê?
Çend dest wê bi şewat herin girî?
Çend „şehîd“, dê ji nuh ve bêriya girî bikin?
Çend zarok dê „kongireyên“ bi Kurdî mezin, bikin
gok û pê bilîzin?
Çend saziyên bi Kurdî, dê xwe ji navên xwe yên
qelew bêrî bikin?
Çend „şêxên biryarê“ dê di navên xwe de, werin
xwar?
Çend „dunav“ dê ji navên xwe bimînin?
Çend „Ez“, dê ji „Em“ ê û wêdetir, li bîra xwe
werin?
Û çend Kurd dê „berî kewan“ wek „piştî kewan“,
li xwîna hev, mikur werin???
Çi kesê pirr, çi jî saziya pirr, bi ya min, berî
her tiştî, serencama çandeke pirr e.
Dinyayek di Xwedayekî tikî tenê de, nimêjek di
destekî tikî tenê de, çemek di aveke tikî tenê
de, hicrikek di keskekî tikî tenê de, saziyek di
serokekî tikî tenê de, şoreşek di xwîneke tikî
tenê de, û Kurdistanek jî, di Kurdekî tikî tenê
de, pirr nabe.
Aya saziya bi Kurdî(û ya rewşenbîriya wê bi
taybetî), di vê dema pirr û vê dinyaya pirr, ya
vî mirovê pirr de, çiqasî bi Kurdî, pirr çûye,
yan jî dikare, pirr biçe navê xwe???
Eger „Ema saziyane“ li ser asta çanda „xalûxwarzêtiyê“
bi giştî, komplêkseke bi serê xwe be, wisa
diyare, ku li ser asta çanda „rewşenbîriya bi
kurdî“, ew hincaran komplêks û hin e, û hincarên
din jî, ew dikare ji „komplêks û hinê“ û wêdetir
be.
HRKRD jî, wek „saziyeke rewşenbîrane“, ji vê „komplêks
û hinê“, ne bêrî ye:
Endametî komplêks e, ku zorbeyî zorê „64“ên wê,
rûberê numerekirina xwe derbas nakin;
kongire komplêks in, ku yên „ne beşdarî“ navê wê
bi qasî „yên beşdar“ in;
hilbijartin komplêks in, ku serokê berî „hilbijartinan“,
hatî „danîn“, yê piştî „hilbijartinan“, dimîne;
Biryar komplêks in, ku „fetweyan“ derbas nakin;
„xwe û yên din-rexnekirin“ komplêks in, ku
xwînên xwediyên wan, tenê di rêya „telefonên
navxweyî“ re, diçin bihnferehkirin û
lihevmikurhatinê;
rûmetdayîn komplêks e, ku rêya wê, tenê ji
gêwilên „xalan“, diçe navên „xwarzêyan“;
rewşenbîrî komplêks e, ku navê wê, giran û giran,
pêrgî gundên me, yên bi Kurdî, xerabe, tê;
„Em“ komplêks e, ku hîn êl û êl, kon û kon, û
kerî û kerî, xelkên xwe dibe binbarkirin,
serbijêrkirin, devgemkirin û fetwekirin û
kobûnekirinê;
ûûûû Kurdistan komplêks e, ku ew ji „serên çiyan“,
ku Kurd û Kurd, bêriya navê xwe dikirin“, ji
devê „sînoran, ku diherikîn xwînan“, ji ebeda
zindanan, ku „yên berî xwe“ bi yên piştî xwe“,
didan jibîrkirinê, û ew ji „agirên mezin“, ku „Newroz“
bi Kurdî, dibirin lidarxistina navên „Mezlûman“,
daketiye „deştên çinînê“:
çinîna navên mezin;
çinîna nanên mezin;
çinîna berîkên mezin;
çinîna dest û pênûsên ji pesindayînên mezin;
çinîna zirnûçe û zirnûçegihanên wan, yên mezin;
çinîna zirrojname û zirrojnamegerên wan, yên
mezin;
çinîna zirtelevîzyon û zirbernamevanên wan, yên
mezin;
û çinîna hikûmet, serokwezîr û wezîrên wan, yên
mezin.
Kurt û Kurmancî, Kurdistan û Kurdên wê, ji wexta
dayîna „xwînên mezin“, hatine wexta dayîna „fetwe“,
„kursî“, „nav“, „nan“ û „dan“ û „kobûneyên“
mezin.
|
|