rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

10
19Ê GULANÊ

“Şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê
‘Ecacê wê şefeq dayê”
                   Melayê Cîzîrî



Gihayê çîrokê di bin kevirê tawanbariyê de şîn dihat
û derengmayîna me hildiperikî buhara cubeyê te yê ji keskê bendemanê,
Qamişlokê
stêrkên esmanê xwe yeko teko dikuştin,
Efrîniyan
stiranên xwe yên evînê di hişê zeytûnan de nedihiştin,
Tilmarûfa henasa te,
çavên xwe bi şûjinên bendemanê dirijandin,
Amûda şewatan
heyva xwe ji tavê rût dikir
û memikên şevistanê bi lêvên tolhildanê dimijandin,
Kobaniyan
gavên xwe berhev dikirin
û xwînên xwe bi ser rexên çarenûsê de dirijandin.

Eşqa xwe li ser gaberdan û di şkeftên kûvî de didomînin
Eşqa xwe li çêregehên bi xerdelê nimandî didomînin
Eşqa xwe di movikên berbangê de wekî xweşmêran didomînin
Û mîrnişîniya xwe bi kuçe û kolanên qederan didomînin
Lê tu!!!!
Tu dilê sirûdê jinebî dihêlî, Şêxê dilan!
Tu laşê xewnê bê şûn û cî dihêlî, Şêxê xewnan!

Lêêêê!!!

„Riswayê ‘işqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet”


Gulava dengê te bi ewran re berbi rêvingiya sirûdê ve diçe
û tu dergehên ramanê li pey xwe asê dikî.
Sorgul bi êşa te dikevin
Hespên firyadê bi êşa te dikevin
Behremendên pirsê bi êşa te dikevin
Mamostayên tirsê bi êşa te dikevin
Êş bi êşa te dikeve Şêxê êşan!
Û gulgenimên giryanê
li ser bijangên rojê
bi êşa ronahiyê dikevin.

Destmala xwe derîne Şêxê min!
Evîna xwe ji ser dilê me zuha bike,
Giyanan bi pêjna barana xwe şa bike.
Û di lerza wan destan de dastanê hînî eşqa gulan bike.

Gul sînga xwe vedikin û bîna xwe bi ser te de dibarînin
Tu dibî gulistan
Çurîskên bendemanê di asoyên çavên te de dihêwirin
Tu dibî aramiya deştê
û nifira bajaran
Mija gulanê ji endekoyan şerm dike
tu dibî zêrê gotinê
Tu dibî zîvê hebûnê..,







Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE