rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Nivîsîna Paşkokan (personal endings)
Navbera Liken û Nelikanê de
di Zimanê Kurdî de

Berzo Mehmûd

 

-im               -in

-e               -in

-î                -in

 

 

Ev babet di pertûka min de hatiye belavkirin, lê ji ber hin şaşiyên çapê,  min xwest ez vî beşî rast bikim û ji nû belav bikim. 

 

Di vê lêkolînê de ez dixwazim girêşkekê di nivîsîna Kurdiya (Latînî)de berçav bikim, her ew jî ewe ku van paşkokên han, di şêweya rêziman û rênivîsê de gelek qerebalix bi xwere aniye, lê emê tenê di aliyê rênivîsê de, li ser van paşkokan bîr û raya xwe bidin,  herçen de astên şîkariya zimanvanî ji hev venaqetin.

Di axaftin û nivîsîna Kurdî de (beşê Latînî) bi awayekî giştî, weha diyare ku paşkok, bi roleke pêwîst radibê, çi di astê watasazî de û çi di astê forimsazî de, ku riste di zimanê Kurdî de hîç wata nadê, eger paşkok di ristê de nebin. Ev paşkokên han ligor kesên ristê, herweha hin ketîgoriyên rêzimanî (syntactic categories) yên dîtir: Cins, jimare, tak û ko (المفرد الجمع) û kes weha tên diyarkirin. Herweha di herdû nifşên ristê de diyar dibin: risteya bêkar, û risteya bikar, wek di van risteyên jêrî de xuya dikin, ligor ku di rênivîsa Kurdiya îro de diyar dibin:

Risteya Bikar: الجملة الفعلية 

Paşkokên (-im, -î, -e, -in) di ristên Kurdî yên bikar de serbixwe nayên nivîsandin, ango bi dawiya karve têne nivîsîn, wek:
Barê tak حالة الإفراد                Barê kom  الجمع  حالة
Ez dixwênim ...diçim.         Em dixwênin .........diçin
Tu dixwênî ......diçî.           Hûn dixwênin .........diçin
Ew dixwêne .....diçe.          Ew dixwênin ......... diçin

Di şêweya nivîsîna van paşkokan di risteyên bikar de ti nakokî yan dudilî li ser vî awayî nîne, û li ser vê yekê em ranawestin. Aliyê ku em dixwazin têde bikolin û şîrove bikin ew jî aliyê risteyên bêkare, yên ku nakokî navbera du şêweyên ciyawazde çêdibê: pevvekirin yan cudakirin.  Ez dixwazim vê yekê li gor baweriyên xwe li ser bingeha zimanvanî çareser bikim, ka gelo kîjan şêwe ya raste?

 

Risteya Bêkar:  جملة غير فعلية(بدون فعل)      

Paşkokên (-im, -î, -e, -in) di ristên Kurdî yên bêkar de serbixwe têne nivîsandin, ango dûr ji peyva berî xwe ve tên, ku ev destûra rênivîsa tîpên Latînî li nik hemî nivîserên Kurdên Tirkiya û Sûriya bikar tê, wek:

Şêweya (A)                          Şêweya (B)

Ez  Kurd  im                      Ez  birçî  me .

Tu  Kurd   î                        Tu  birçî  .

Ew  Kurd  e                        Ew  birçî  ye .

Em  Kurd  in                      Em  birçî  ne .

Hûn  Kurd  in                    Hûn  birçî  ne .

Ew(an) Kurd  in                Ew(an)  birçî  ne

 

Inca kêşeya me di vê mijarê de ewe ku paşkok di risteya bêkar de, bi peyva berî xwe ve nayên nivîsîn, ango bi şêweyeke serbixwe, weku peyveke serbixwe, tê nivîsîn wek:

Ez mezin im.

Em mezin in.

Ew mezin e

   Lê di risteya bikar deالجملة الفعلية   bi dawiya kar ve tê nivîsîn û ew jî hîç gelemeşe li ser nîne, ango zimanzanên Kurdan hemî li ser yek bîr û rayêne, ku eva han wilo raste :

 

(Ez çûm,  Ez diçim,  Ez dixwênim) .

 

Belê, kêşe bi xwe di awayê nivîsîna van paşkokan deye, dema ku di risteya bêkar de diyar dibin, ku ew jî başqe (cuda) têne nivîsandin, wekû di rêzimana Celadet de hatiye:

Tak المفرد                    Ko   الجمع

1~ Ez mezin  im                   Em mezin in

2~ Tu mezin  î                      Hûn mezin in

3~ Ew mezin  e                    Ew mezin in

 

Li vê pêkê, nivîserên Kurd ji hemî cih û aliyan bi vê destûrê girtine, bê ku yek ji wan nivîser û zimanzanan bîr li vê kêşeyê bikê, ka gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi peyva pişt xwe ve raste yan ne?

Bi rastî ez bi xwe ji despêka karê xweyî nivîskarî ve ji vî awayî nebawerim, lewra jî min ticarî bi şêweya cuda ev paşkok ne nivîsandine, hertim ez wan bi şêweya pevvekirî dinivîsim.

Vê dawiyê ez pêrgî rojnameya Kurmancî bûm, ew rojnameya ku çend zimanzanên Kurd, serperiştiya wê dikirin. ku têde min dît vaye wan jî, wek Bedirxan, şêweya cudakirinê dupat kirine, bê ku kêşeyê bixin bin roniya lêkolînê de, wan jî weha dane xuya kirin, û di risteyên tekûz de jî anîne, wek:

Ez        im        me

Tu        î          

Ew        e          ye

Em       in         ne

Hûn      in         ne

Ew        in         ne

 

Ez        kurd      im

Tu        kurd      î

Ew        kurd      e

Em       kurd      in

Hûn      kurd      in

Ew        kurd      in

 

Ez        gundî     me

Tu        gundî    

Ew        gundî     ye

Em       gundî     ne

Hûn      gundî     ne

Ew        gundî     ne

 

Sedema vê Pevvekirinê:

Bi rastî weku destûreke rêzimanî Celadet Bedirxan eva han wusa daniye, ango dema em risteya bêkar binivîsin, divêt em paşkokên ristan (personal endings) bi awakî cuda, wekû peyveke serbixwe danin. Ez bixwe dixwazim vê yekê di vê lêkolînê de şîrove bikim ku raya Bedirxan şaşe, û rayeke dîtir li şûnê bidim. Celadet Bedirxan di danîna vê destûrê de, li pêka nivîsîna zimanên Ewrupî çûye, nemaze, yê Frensî û Ingilîzî û gelekên dîtir, wek:

 

Ingilîzî

Frensî

Kurdî

I am good

You are good

He is good

She is good

It is good

We are good

You are good

They are good

Te suis

Tu es

il est

Elle est                   

Il\Elle est

Nous sommes

Vous etes

Ils sont

Ez baş im

Tu baş î

Ew baş e

 

 

Em baş in

Hûn baş in

Ew(an) baş in

 

   Di risteyên jorî de, yên Ingilîzî û Frensî, peyveke taybet heye ku ew jî di Ingilîzî de (verb to be = am, are, is)e, û di Frensî de (suis, es, est ...)e, yên ku dikevin ber nifşê kar de, ku şêweyên karê (bûn)ê di dema nihokê de werdigirin. Ango ev morfêmên han nakevin ber nifşê paşkokan (suffix)an de, ji ber wilo jî, riste heye ku bi vê peyvê dest pêbikê, weku di risteya pirsyarî de tê :

Are you good ?

Ma tu başî ?

 

Morfêma (am, is, are) di risteya Ewrupî de, dikarê cihê xwe biguhêzê, û dikarê wek peyvên dîtir qalibê xwe, di ziman de biparêzê, û rola xwe bi şêweyeke serbixwe bibînê, wek:

A. He is a tall man, isn't he?

B. Is he a tall man?

C. No, he is not a tall man.

Herweha ev peyvên (am, is, are) têne gerdankirin (tesrîfkirin) û dibin (was, were) di dema buhêrkê (bûrî - past)de. Belê morfêmên zimanê Kurdî bi ti awayî vê rola han û bi van şêweyan, xwe nadin diyarkirin. Lewra ez wa dibînim, ku Celadet Bedirxan di destnîşankirina van morfêman de, ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im, -î, -e, -in) wek peyvên serbixwe li wan dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda dinivîsê, nemaze, ku bi dawiya rista bêkarve tên. ku ev destûra rêzimanî di bin kartêkirina zimanên dîtir de hatiye hûnandin. Lê eva han bi şêweyeke rût û bê belge nayê pejirandin (qebûlkirin), ji ber ku her zimanek, herçende nêzîkî li yên dîtir bikê, sîstemeke xweyî taybetî heye.

 

Pabendî û Serbixweyî:

  Pabendî û serbixweyiya van morfêman di axaftin û morfosazî û watasaziya wan de diyare. Emê vegerin ser mijara xweyî serekî: Aya morfêmên (im, î, in, în, e) paşkokin yan jî peyvên serbixwene? Bersiva vê pirsê rêziman dikarê bidê, ku ew jî di baweriya min de û ligor zanyariyên minî zimanvanî her ewe:

 

1- Ez wa dibînim ku ev morfêmên han weku peyv xwe diyar nakin, ango (im) û (in) û (î) di şêweya paşkokî de diyar dibin û wilo dikarin wataya zimanî bidin ku li cênavê cuda û serbixwe vedigerin, tenê di warê ristesazî de, dema ku (isnad) di ristê de peyda dibê, ku her ev jî roleke pir giringe ~ min ev jî di lêkolîneke serbixwe de daye ber qelemê .

 

2- Ya dîtir jî ewe paşkok wataya xwe bi awayî likanê (متصل) didê, ango (im, î, e, in) wataya tiştekî yan kesekî bi tena xwe başqe nadin, lê dema ku bi peyva berî xwe ve tên, û di hundirê ristê de ku hevalbendên wan (ez, tu, ew, em, hûn, ewan) jî têde (diyar dibin), hingî wataya xwe bi drustî didin, wek: (Ez Kurdim) .. ku (~im) li cênavê (ez) vedigerê, ya dîtir jî, riste bê (~im) birryar û isnadê pêkna-ênê.

 

3- Tiştekî dîtir jî heye ev morfêmên han, dema ku tên gotin û dengkirin, hîç rawestan navbera morfêma (Kurd) û (im) nîne, ango ez nikarim bêjim ez (Kurd) û rawestim, û dûv re bêjim (im), ji ber wilo jî ev morfîmên han, di warê likanê de têne guhartin, ji ber diyardeyên dengsazî wek çawa peyvên ku dawî bi (~î) yan bi (~o) yan bi (~a) tên, van morfêman werdigrin û şêweyan diguherin, wek :

Ez merdim                Ez tîme,

Tu merdî                   Tu ti (tiyî)

Ew merde                 Ew tiye (tiye)

Em merdin               Em   tîne

Hûn merdin              Hûn  tîne.  

Ew(an) merdin        Ew(an)  tîne.

 

4- Herwekû ji berê de zimanzanan ew yek dupat kirine ku ew bêjeya dest pê nayê kirin, herdem bidû peyvek yan bêjeyeke dîtirde tê, nemaze ku diyarbûna van bêjeyan (im, î, ...) di warê ristesazî de bicih tê.  Jiber vê paşkobûna han wekû taybetiyeke zimanî di hebûna van morfêman de, ew jî di piroseya xwendinê de bi peyva berî xweve têne bilêvkirin. Inca eger ev bêje di xwendinê de nayên cudakirin, wê çima di xêzika nivîsînê de bêne cudakirin, wek me berî niha di peregrafa pêşî de ev xal anî ziman.

 

5- Eger em bêjeya (im)a (merdim) ligel (me)ya (tîme) beramber hev bikin, wa diyar dibê ku sedema vê jî pevvkirina wan morfêmên bi peyva berî xwe ve di awayê dengkirinê de hatiye, ango Kurda ew bêje ji hev veneqetandine ta ku em werin wek nivîser wan ji hev veqetênin. Her ev cudakirin jî di warê xwendinê de tê ku zarok zehmetiyê di xwendina van bêjeyan de dibînê dema ku wan veqetandî dibînê, ji ber ku evane di şêweya dengkirinê de bi hevve têne bilêvkirin. Me berî niha jî ev kêşe şîrove kir ku valabûn di xêzika rênivîsê de rawestanekê di nerîn û hişê xwêner de ava dikê, ku her ev jî gelemşeyan di pêşiya hînkirina zimanê Kurdî de drust dikê, ku îroj ya pêwîst ewe wekû van astengan bêne hilanîn.  

 

Encam:

Li dawiya vê gotarê, dixwazim wê yekê diyar bikim, û tiliya xwe danim ser cihê lêkolînê, ku ti belgeyên rêzimanî di dest me de nînin, ku ev morfêm cuda bêne nivîsandin, ji ber ku ev bêjeyên han, wek form û qeware di rêziman de dikevin ber morfêmên ristesazî yên ku di şêweya pabend (bound morpheme)de bikar tên. Lewre, ez wa dibînim, ku ev morfêmên han (im, ~ î, ~ in) paşkokên kesîne (personal endings), û pêwîste bi peyva berî xwe ve, bêne nivîsîn û jê dûr nekevin, ji bilî ku ti rawestan di pêvajoya xwendina wan û peyva berî wan de nîne, jibo wilo jî bihevekirina wan bi peyva berî ve, xwendina ziman xweş û hêsan dikê, lê cudakirina wan ji peyva berî wan, xwendinê zehmet û giran dikê.

   Bo vê yekê, ez weha dibînim ku şêweya cudakirinê (nelikanê) werê hilanîn, û ji dêvla wilo, şêweya bihevve (likanê) bikar werê, ango destûra likanê الوصل bikeve şûna مكان nelikanê الفصل

Weha bi vê şêweya xwarê bê nivîsîn:

Ez     kurdim

Tu    kurdî

Ew    kurde

Em    kurdin

Hun   kurdin

Ew    kurdin

 

Ez     gundîme

Tu    gundî

Ew    gundîye

Em    gundîne

Hûn   gundîne

Ew    gundîne

 

 

Likan û Nelikana  Paşkoka (-ne): 

Di hin riste de şêweya cudabûna paşkokan xwêner dikê nav şaşiyê de, nemaze ku (ne) wek peyveke serbixwe jî tê nivîsîn, ango du erkên zimanî di vê bîjeyê de tênê bîra xwêner, ku awayê xwendinê bi şêweyeke şaş diçê serî, ya ku rê li erkê (ne)ya nerênî vedibê, û eva han jî berê wata di ristê de diguherê ser alîkî şaş de, wek vê rista ku min di beşê (Babetên Peyvê) de nivîsiye:

       

1. Dariştin û lêkdan û dataşîn sê mîkanîzmên serekî ne di avakirin û ronana peyvê de

2. Dariştin û lêkdan û dataşîn sê mîkanîzmên serekîne di avakirin û ronana peyvê de

 

Di rista yekê de wilo rastexo nayê famkirin ku (ne) paşkoke, belê pirtir nêzîkayî li (ne)ya nerênî dikê wek em bêjin (ne di avakirin û ronana peyvê de). Belê di risteya duwa de morfêma (-ne) di  şêweya pevvekirî ya (serekîne) de ji nerênî dikevê, lewre wata di şêweya ristê de rast dikê û mijûmoranê ji ser tavêjê.      

 

Têbîniyek Rêzimanî :

Bi rastî rayeke minî taybetî di destnîşankirina van paşkokan de, heye, bi taybetî (~e), ku pêwîstî bi lêkolîneke serbixwe heye.


Têbîniyek ji rojava.net: Ev nivîs bê serrastkirin hatiye belavkirin









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE