rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Dezgeha Sema tevlî çalakiya H.R.K.R.D ku sala 2006ê sala zimanê kurdî dibe û piştgiriya wê dike

Semakurd:Hewlêr

Dezgeha Sema ya rewşenbîrî û hunerî şaxê herêma kurdistanê piştgiriya xwe dide nîşandan bo çalakiya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve.
Em jî bi navê endamên dezgeh û malpera Semakurd imzeya xwe didin vî karê pîroz, Her weha em, wek dezgeh, hemî derfet û hêza xwe dixin xizmeta vê çalakiyê de, taku zimanê me bibe xaniyê bûneweriya me û wateya nasnameya me. Û me jî weke dezgeh di vî derbarî de çend rêze çalakî pêk anîn û wek piroje jî çendîn çalakiyên me hene,weke:
1- Vekirina kursan bo fêrkirina zimanê kurdî (Tîpên latînî)
2- Çapkirina pirtûkên taybet bo fêrkirina rêziman û rênûsa kurdî ya latinî .
3- Komkirina bi sedan imze jibo piştgiriîya vê pirojeyê .
4- Malpera me Semakurd di vî derbarî de hevkariyê bi rojava.net re dike taku sala 2006 bibe sala zimanê kurdî .
Û di dawî de, em amadekeriyê xwe dikin ku emzeya bidin hev li herêma kurdistanê ji ber ev erkekî netewî ye li ser milê her sazî û dezgehê kurdî ye.
Sipas ji bo herkesê ku dengê xwe dide vê çalakiyê.

Dezgeha Sema - Hewlêr
15/3/2006
 






 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE