rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


Rêxistina cîhanî ya ji bo miletên di bin gefê de (GfbV)
piştgiriya kampaniya pejirandina zimanê kurdî dike

Rêxistina cîhanî ya ji bo miletên di bin gefê de (GfbV) di daxuyaniyeke çapemeniyê de, piştgiriya xwe bo kampaniyaya berhevkirina 100 hezar imze bo pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê, diyar kir.
Rojava.net piraniya beşên daxuyaniya ku GfbV bo duwemîn salvegera serhildana 12 adarê belav kiribû, wergerand kurdî û li jêr diweşîne.

„Di diwemîn salvegera çewisandina xwînî ya xwepêşandanên kurdên sivîl di 12ê adara 2004ê li Sûriyê, GfbV bangî UNESCO dike, ku têbikoşe bo zimanê kurdî li Sûriyê were pejirandin“. Tilman Zülch sekretêrê giştî yê GfbV di banga bo UNESCO de dibêje ku pejirndina zimanê kurdî li Sûriyê dê bibe „ nîşanek giring bo pêkanîna mafên çandî yên vî gelê bindest“. Zülch herweha bal kişand ser rewşa çand û zimanê kurdî li Sûriyê û got „ qedexekirina zimanê ( vî gelî) û çewisandina çanda wî, yek ji metodên rêcîma Sûriyê ye ku di rêya wê re hewil dide, nasnameya kurdan bişkîne. Rojname û kovarên kurdî qedexe ne û rojnamevan û çalakvanên çandî tên girtin. Di çarçewa siyaseta erebîkirinê de navê herêmên kurdan bi navne erebî hatin guhertin “.

„GfbV bi banga xwe ya bo UNESCO piştgiriya kampaniyaya kurdên Sûriyê bo pejirandina zimanê kurdî dike. Armanca wan bi vê kampaniyayê ew e ku qedexekirina axaftin, fêrkirin û weşandina bi zimanê kurdî bê rakirin“.

„ Li gor agahiyên GfbV ta nuha bêtirî 200 kurd ji ber sedemên siyasî di girtîgehên Sûriyê de ne. Ew li wir raserî işkencekirineke seystematîk dibin. Ta nuha 200 hezar ji wan 2,2 milyon kurdan bê nasname ne. Kurd bi hejmara xwe dora 12% ji 18,4 milyon xelkên Sûriyê ne.“

„ Piştî ku hêzên ewlekariya Sûriyê di 12ê adara 2004ê de tundî li dijî kurdan bikar anî, xwepêşandan li seranserî welêt pêk hatin. Bi kêmanî 30 kurdên sîvîl hatin kuştin, bêtirî 1000 kesî brîndar bûn û bêtirî 2.500 kesî hatin girtin.“

Rêxistina cîhanî ya ji bo miletên di bin gefê de (GfbV), rêxistineke cîhanî ya mafên mirovan e. Ew xwediya cihekî rawêjmendiyê ye li nik UN û encûmena ewrûpî.

Navenda wê ya serekî li bajarê Göttingen ê elmanî ye. Ji bilî şaxên wê yên li bajarên elmanî, nivîsgehên GfbV li Brîtaniya, Îtaliya, Bosna û Hersig, Çîlî, Luksemburg, Swêsra, Nimsa û USA, hene.

Malpera GfbV:
www.gfbv.de

Ji bo xwendina daxuyaniya GfbV bi zimanê elmanî li vir bitikîne:

http://
www.gfbv.de/pressemit.php?id=478&PHPSESSID=705994216ff44a4f5d74c5dd20f4270f 
 

 

 

 

 

 






 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE