rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43


 

 

Newroz, zemîn û hêvî ye

Mehmûd Badilî

Berî her tiştî ez cejna we hemûyan pîroz dikim.. cejna gelê me li kurdistanê.. û li her deverên cîhanê pîroz dikim.
Bê guman roja newrozê reojeke pîroz û birûmete, her sal di vê roja pîroz de, roja bîst û yekê avdarê, ev heyva ku bi hemû rengên jiyanê xwe dixemilîne, û bi taybet di jiyana miletê kurd de, di dilê her mirovekî kurd de, wateyeke wêyî kûr û dûr heye, wateyeke dîrokî û netewî û civakî û Saykolojî heye.
Newroz nûroje, roja nû ye, roja serbestî û azadiyê ye, roja rêzgarbûnê ye ji hemû şêweyên zordestiyê.
Heger Kawayê hesinkar weke sembol di bîr û baweriyên me de hatiye ristin, nemaze dema dengê xwe bilind kir di rûkê Ezdehak de, û got: na ji zilm û zorê re, dûre serkeftina Kawa û dest pêka newrozê bihev ve hate girêdan û bo weke destaneyek gelîrî rehê xwe berda kûrbûna bîr û hizirên me û li ser zimanê her kurdekî tête gotin, lê ya dirust ku em vegerin dîrokê her emê bibînin ku newroz bi gelekî ji dîroka kawa kevintir û dûrtire, bi kurtî ez karim bêjim ji roja ku zilm û zor, xêr û şer, reş û sipî heye, newroz jî heye, ji ber ku ne tenê miletê kurd bi vê rojê şadibin, belê hin miletên dîtir jî li vê herêmê şahiyên newrozê bikartînin, lê ya girink ku divê em û her kesên dîtir nasbikin, ku newroz cejneke cîhaniye, lê agirê pêşî ku hate dadan û alavên wê hilbûn jor, li herêma kurdistanê bû, li jora çiyayên kurdistanê bû, ew agirê pîroz ku li her deverên kurdistanê pêket û hilorbû, agirê hevgirtin û yekîtiyê bû dijî zilm û zor û sitemkariyê, ew agir nîşana serkeftin û dilşadiyê bû, lê mixabin agirê her milletî geşbû, tevde bi serbestiyê şabûn, tenê milletê kurd bindest ma, û girtin û kuştin û lêdan û kujtarên mezin bi serê wî de ta îroroj têne bikaranîn.
Ji ber vê yekê, roja bîst û yekê, ev roja pîroz, bû mîna rojeke nû, destpêka saleke nû, buhareke nû, di jiyana hemû milletên bindest de û bi taybet milletê kurd, loma li her deverê kurdistanê, li gund û bajaran, li nava deşt û çiyan, miletê kurd her sal weke îroj, derdikevin xurista rengîn û vê roja bi rûmet pîroz dikin, stiran û dîlan û sema li dardixin, li ser dengê zirne û dahol û tembûran, li ser dengê çebk û lîrelîrê, û bi deng û şahiyan re gul û çîçek û nêrgiz dibişkivin û digernijin, dar û ber şîndibin, û cihokên avê tev kanî û cobar û gol jî xwe nûdikin, kevok û çivîk û balinde jî per û basikê xwe diguherin, pez û hemû ajel, hirî û pirç û mûyên xwe dirûçikînin û nûdikin, û mirov jî bi dil û can şahiyên xwe di vê rojê de, di vê heyvê de, bi dilxweşî û bi sîngek fireh bikartînin, keç gulîyên xwe dihûnin, pora xwe berdidin, bejnên xwe bi rengê ala jiyanê bi kesk û sor û zer girêdidin, û xort xwe bi şal û şapikan dixemilînin.
Lê ya herî girink divê em bêjin, ev xemil û xêz û keskesor û şînahiya siruştê, tev geşbûn û şahiyên mirovên kurd, û newroza ku sal bi sal direngize, bi xwîna pakrewanan hatiye vejandin.
Newroz nûbûne, nûbûna mirov û siruştê ye, newroz serbestiye, azadiye, rêzgariya hemû milletên bindeste, newroz helweşandina hemû rêcîmên diktator û sitemkare, Newroz newroza xêr û xewşiyê ye, Newroz zemîn û pirsgirêk û hêvî û jiyan e.











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE