rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43


Heye Ku Ne Ew Be Jî

 

 

Kemal NECIM


Xewn şewat e

Vemirîn….

Bi bîstikek av
mey’ a xwe – hîn ku xilmaş e-
bişkîn…
Bi bîstikek din av
xwna xwe ya (şewate e)
vemirîn
Bi bîstikek mişt aliyên
li ser piştê vekirî..
Ku te ceger hebe
Ku di damarên te de
xwîneke sar bi ser tewanek e germ de
tewirî be
û tu li tola xwe digerî
yan li aşîtiyê
bi mestek şîroveyên nîvço
vemirîn
wê xewna xwe
ya (şewat e)

Xewn cêwiyê helbestê ye

- Bixwîne…!!
- Ez ne xewndevanim…
- Bixwîne, xewn peyvên xwedê yên
ba û sî ne..!!

Helbest xewn e

Dibe ku ne ew be jî‏
Heye ku dilê min bi agirekî din vêketî be
Heye ku pelika min a vala
bi sira bayekî din dilerize
heye ku hûn a niha
helbesta min dixwînin..!!

Helbest şewte

……
((dil ji ber
narê
mecazî
bilheqîqet
bû pereng))
……




         

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE