|
Şêxan, gelê kurd û desthilatiya Kurdistanê
dibe pêşberî ezmûneyeke dîrokî
Li Kurdistana (azad) dîn û êl dibin yasa, yan
yasa li ser her kesî serdest dibe?
Selîm Biçûk
Bûyera Şêxan ne nû ye, belê dûbarekirina gelek
bûyerên dîrokî ye. Di dîroka kevn û nû de, gelek
bûyerên weha rûdane. Awa, armanc û mejiyê li pey
yek e lê dem û awayên kirinê ji hev cuda dibin.
Rûdana bûyereke weha jî, mirov şaş û matmayî
nake. Kesên ku rewşa kurdistanê ji nêzîk ve nas
dikin dizanin ku her kêlî bûyerên weha dikarin
rû bidin. Heta radeyeke bilind li Kurdistanê,
musilmanên tundrew, êl û eşîret û kesayetiyên bi
hêz cihê yasayê digirin. Ew bi xwe pir caran
dibin yasa. Civak û dezgehên sivîl bê hewl û hêz
in. Rewşenbîr di xewa mirinê de, parsê li ber
deriyên siyasetê dikin, tenê bi lêdana dar û
copan carna vediciniqin û dibêjin na! Lê ew na
ji guhên wan derbas nabe.
Çi li Şêxan çêbû?
Ragihandina Kurdistana (azad) ya gelekî (serbixwe
û azad), weha bûyerê tîne zimên: “Di encama
bûyereke civakî de ………” û pirsa revandina keçeke
misilman dike pirsa navendî ya vê bûyerê û ev
nûçe bi xwe û bi vî awayî wan êrîşên hovane rewa
dike û hewl dide ku bi pirsa yasayî re biguncîne.
Helbet e ev ragihandin ji bîr nake ku hevoka:
“Dijminê gelê kurd xwestin vê bûyerê bikar bînin”,
Lê zêde bike. Ev hevok bi xwe eger tu gelê kurd
jê rakî, tê bibînî ku di yek demjimêrê de bi
hezaran car li kolanên Şam, Bexda û hemî
dewletên ereb û misilman tê bikaranîn. Gunehê
her bûyer û rûdanekê dijmin û dagîrker in. Kesên
ji vê çarçoveyê derkevin jî, bi dijminan re
dibin yek û aramî û yekîtiya van welatan têkel
dikin.
Xewna gelê kurd herdem ew bû ku welatekî cudatir
ji van welatan ava bike. Welatekî ku bîr û
bawerî û rengên cuda, di aşîtiyeke civakî de, bi
aramî û hezkirin bijîn. Welatekî ku bibe nimûne
di rojhilata navîn ya ku bi kuştin û terorê genî
bûye û bîna mirinê jê dibare. Ev bûyer dîsa wê
xewnê dilerizîne. Bayê hovîtiya sedsalên navîn
bi tirsa kuştin, talan û fermanan kulîkên hêviyê
yên nû dibişkivin diçilmisîne. Rastiya me kurdan
wek mirov bi xalepirsan dixemilîne. Bûyer weha
wek pirsgirêkek civakî tê nîşandan û ragihandin,
lê di bingeha xwe de şax û perên xwe diavêje
berî hezar salî. Bang ew bang e: Alahûekber.
Bikujin, talan bikin, wêran bikin heta ku
şihadeta xwe bînin. Lê îro li şûna şûr çekên
otomatîk in. Bi wan ne tenê kesên ne misilman
tên kuştin, herweha Kurdistan tê kuştin, xewna
gelê kurd tê kuştin, xwîna şehîdan tê kuştin û
karwanê şehîdan di gorên xwe de tê kuştin.
Pirsgirêk ne pirsgirêkeke civakî ye, belê hebûn
û tunebûna vî welatî ye.
Bûyer bi kurtahî weha qewimî:
14.02.2007 jinek ji ber yasaya daristanê ji mal
direve. Naxwaze bi destê mêrê xwe ku ew bi xwe
yasa ye bê kuştin. Li ser riyekê du ciwanên
êzîdî lê rast tên ku ew bi xwe di asayîşê de kar
dikin û bi xwe re radikin ji bo ku wê ji mirinê
rizgar bikin. Di eynî rojê de asayîş bi xwe wê
radestî celadê wê dike û jin wek bi sedên jinan
li Kurdistanê tê kuştin.
15 û 16.02.2007 Ev bûyer bihaneyekê dide destê
barbarên sedsala 21ê ku ew bi xwe neviyên
barbarên doh yên mîna Mîrê Kore ne ji bo ku
“kesên xwedênenas, gawir û zindîq” ji holê rakin.
Vê carê jî, mîna doh rewş alîkar e, ji ber ku
yasa û parastvanên wê razayî ne. Bi sedan kesên
çekdar êrîşî mal û pîrozahiyên êzîdiyan dikin.
Bi bangên Cîhadê “Alahûekber” û li ber çavên
hêzên asayîşê navendên çandî, olî, civakî û mal
û dikanên hemwelatiyên ku xwedêgiravî “ şahnazî
û bingeha kurdan e” dişewitînin.
Weha bûyer mîna bûyereke civakî tê nîşandan û tê
xwestin ku çareser bibe û aramî li herêmê cî
bigire. Lê di rastiyê de, ev bûyer nikare bi çi
awayî cihê xwe di çarçoveya civakî de bigire. Ew
bi xwe pirsgirêgeke bingehîn e ku desthilatiya
herêmê û gelê kurd dike ezmûneke dîrokî. Ev
bûyer îro li ser êzîdiyan qewimî dê sibe li ser
xiristiyanî, kildanî, asûrî. siryanî, şebek,
kakeyî, manî …. rû bide.
Pirsgirêkeke girêdayî kesayetî û perwerdeyîya
civaka kurd ya eşîretî, feodal û dînî ye û awayê
danûstandina desthilatiya herêmê bi vê
pirsgirêkê re. Bûyer, di pileya yekemîn de, cihê
xwe di çarçoveya teror û têkbirina aramî û
aştiya civakî de digire.
Di vê ezmûnê de du rê li pêşberî desthilatiya
herêmê hene:
1- Derziyeke bencê li bûyerê bixe û aramiyeke
demî bîne cih û li hêviya Xwedê û cîgir û
nûnerên wî yên ku bi navê wî dişewitînin,
dikujin, talan dikin bihêle ka kengî û li ku ev
rûdan dîsa bi civakê de biteqe.
2- Bi tundî berpirsiyarên vê êrîşa hovane
radestî yasayê bike û di çarçoveya “teror û
têkbirina aramî û aştiya civakî de” wan darizîne.
Herweha bi proje û pilanên demdirêj têbikoşe da
ku yasa li ser herkesî serdest bibe, ji bo
hişmendiya civakî bixebite, dezgehên sivîl bihêz
bike û bi awayekî xurt kom û komelên olî, civakî,
netewî tevî desthilatiya siyasî bike.
Helbet, berpirsiyariya mezin li ser milê
desthilata siyasî ye. Lê rola ragihandina
“serbixwe û azad” eger hebe, rola civakê û
rewşenbîrên kurd çi ye?
Heta niha ragihandin bi awayekî nedurust û
alîgir nêzî pirsê dibe. Wek bûyereke civakî
normal destnîşan dike û bi xemsariyeke mezin
nêzîk dibe. Gelek dezgehên ragihandinê jî, ne ji
dûr ne ji nêzîk bûyer nanîne ziman wek ku tiştek
nebûye. Malper û dezgehên kurdî yên ragihandinê
li ser hertiştî dinivîsin, lê heta îro piraniya
wan ev bûyer destnîşan jî nekiriye wek ku tiştek
nebûye. Herweha partî û tevgera kurdî ya siyasî
heta niha bêdeng maye. Hin rewşenbîr jî, bi
awayekî bitirs û şermok di çarçoveya dirûşmeya
“dijminên gelê kurd” de dengê xwe derdixin. Ev
jî, dibe cihê pirseke mezintir: Ew dijmin kî ne
û em li hember wan çi dikin? Dost kî ne û cih,
rol û beşdariya wan di desthilatî û rêvebiriyê
de çi ye? Gelo ew dijmin ji derveyî Kurdistanê
ne yan xelkê Kurdistanê ne û di nav çarçoveya
hêz û asayîşa kurdistanê de ne. Yan bi kêmayî li
ber dest û desthilatiya wan in.
Pirsgirêk ji dirûşmeyan mezintir e. Metirsiyeke
mezin e li ser hebûn û tunebûna gelê kurd.
Kurdistan bi kom û komelên xwe yên dînî û netewî
bi çi awayî nikare awayê tundrewîya islamî
ragire. Yasaya kurdistanê tenê dikare yasayek
nûjen, demokrat be û bi tundî ji dîn û olê cuda
be. Ev nayê wê wateyê ku rêz li bîr û baweriyên
dînî neyê girtin, bi mercên ku ew bawerî bimîne
di navbera xweda û mirovan de û bi çi awayî
bangeşiya kîn, nefret, tunekirin û dûrkirina
mirovên ji xwe cuda neke. Bûyera Şêxan gelê kurd
dîsa tîne pêşberî ezmûneke dîrokî.
Berpirsiyariya kurdên misilman di çareseriyê de
û bi awayekî bingehîn mezintir e ji ya êzîdiyan.
Metirsiya li ser gelê kurd û Kurdistanê mezintir
e ji ya li ser êzîdiyan û kesên din yên ne
misilman. Herweha ev bûyer dibe derfetek ji bo
gelê kurd yê misilman ku dîtin, axaftin û bîr û
hizrên biratî û şahnaziyê yên li hember êzîdiyan
tîne ziman isbat bike û bi taybetî rewşenbîr û
siyasetmedarên kurd ku di vê bûyerên de heta
niha bêdeng mane dibin cihê pirsê.
|