rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Li Rojhilatî Kurdistanê serîhildan

 



Roja pêncşemê 16. 02. 2006ê, demjimêr 10. 30ê sibehê, daku li dijî siyaseta desthilata Îranê xwepêşandanekê li darxînin, daketin kuçe û kolanên bajarê Makoyê. Di serencama xwepêşandanê de, deh kes ji xelkên Makoyê û 3kes ji xelkên bajarên din hatine kuştin û bi qasî 25 kesan birîndr bûne û 700 kesên din jî hatine giryin.



Xelkên Makoyê bi duruşmeyên azadîxwazene û şoreşgêrane û bi duruşmeyên li dijî hêzên desthilata Îranê xwe derbirîn û siyaseta nijadperest û hovane ya Komara Islamî ya Îranê şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di nav birîndaran de jin û zarok hene.

Herwisa xwepêşandana Makoyê û serencamên wê, gelê kurd li Rojhilatî Kurdistanê radike ser piyan û li bajarên Dolegelê û li bajarokên Şût û Bazirganê jî xwepêşandanên cemawerî li dar dikevin.

Piştî van xwepêşandan û belavbûna nûçeyên girtin û kuştin û birîndarkirina kurdan, xelkên Kurdistanê serî hildidin û li piraniya bajarên Kurdistana Rojhilat dest bi piştgiriya Makoyê dikin û desthilata Îranê jî hêzên xwe ji Urmiyê û Tebrîzê berbi bajaran ve dikişîne.













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE