Bo giyanê çîroknivîsê nemir -Înis Ehmed
Kekê Mino Înis, duhî berî davên ronahîyê ,
xatira xwe ji girê Maltayê Bixwazin û beref
fêşxabûrî biçin û xeware bin, min û şermînê
qesta mala we kir.Bê hemdî xwe , ez
dunyayeka salan paşve vegeryam. Tu, îsif,
cano, ez, îbo, saloyê hecî remoy, obeyd
ûebdulrehîmê çemziravî, Selamê şêx Elî,
Cemal Semenco, û yaryên me li taxa Etşana u
meydana Qereça , ew hespên bi delalî di
xemilandin berî bezanê, şadî u şewqa ahengên
wan hêj di paşxana mejyê Mine de saxin ,
şîşoqanê, bazim buzdim, tepanê, frokên
kaxezî, xwelêkdana me bi şîrên fafonî li
fêselîyê , şanogerîyên li ser cadê bi şevê,
Bintulhite u Ebo Sirêh , cûna sînemê û
zarvekirina me ya sava bo livînên Hêrklîsî u
macistî û Terzanî, ew roj hemo nuha yên li
ber çavên min.Em da ji qutabxanê Hên û
pirtokên xwe avên mal û kerekê nanê req di
gel çayekê Vexwin û berdîn kolanan, xewserî,
nebî înisî, televizyonê, rojên eynîya da cîn
Babultopî, cend xweşe zarokînîya bê kerb û
kîn, hevalînîya paqij.
Înis cend tu bêhnfreh bûy!! cendkeyfxweş
bûy!!kenyê te ji g uhên min dernakevit.Nahêt
bîra min , ku min carekê Bitinê Ji tu dîtibê
Enêgirê, yan bi gazinde.
Înis, li bîrat e ye cawa me xwe di kitêb û
kovar û rojnama werdikir!! Cend me dixwend,
cend suhbet li ser nivîsînê me bi işq dikir
!!li pêncê wêjeyî li RISALA, di dersa
derbirinê , me cendeka deqên xwe yên sava
dixwendin bi piştevaniya mamostayê Me yê ku
divîya xwe ji dersê Xilas bikit bi ci rêya
heyî –Subhî Elezo- û ji dil me dan û standin
li ser wan nivêsînan dikir, ew destpêka bi
xwe bawerî yê bû li def me , te dît cawa
mamostay gote şagirdên nîv tembel: erê hûn
ji xwe şerim nakin , ma her ders ev her sê-
çar şagirdên kurd dê deqên xwe xwinin!!şerme
bo we , ne zimanê Wane û hinde têde
melevanin .
Înis, Tu, ez, Hikmet Elhajê Xwe di deyna
navenda dunyayê, Îsam Îsmayîlê Bindestê
Daykê û me di gotê Milyaketê Xudê,
Ebolmeharibê Zarvekerê Keyfxweş, Necdet
Emcedê Xudanê Berçavka, Adil Cedohê Xeber
bêjê hestî sivik , Haşmê Etrûşî yê li sêka
nebî Înisî, Haşimê Hesenê Hisênî yê me di
gotê Kurîkalzo, û rojên me yên şad û bê
guneh li baxcê Giştî yê mîsil, ew baxcê Me
kencên kurdan(Sitar Elî, Ednan Mîkayîl,
Bedel Refo, |erêf Amêdî, Tariqê Me di gotê
Ferîd eletreş, Fetah Mihemed |erîf, Sedîqê
çandinê , û bi dehan hevalên dî.)
Înis keko rojên dewasa, rojnama Hedba, yak u
me berhemên xwe yên destpêkî lê belavdikirin
, û camêrîya Zenûn Eltreqcî, yê ku bi dilekê
Rehet rêya nivîsînê li ber me xweş dikir.
kazînoya Om Kelsomê û Hudhudê Kerem Elaerecî
û tilyên Feysel Elquseyrî yên di gel awazên
Om kelsomê Li hewa difrîn, şevên bi piya ez
û tu û bedelrefo ji serê Pira mezin bo malên
xwe yên hejar dihatîn, li bîra tene ez
dizanim.
Te dit cawa nivîserên Mîsil man bi lêva min
û te ve , demê Ciroka te- Cada Çûçikên Kuştî-
li kovara –ElyewmulSabie- li ferensa derketî,
û cend helbestên min di kovara –Lûtis –ya
Asiyo –Efrîqî, jimare 69 belevbûn , hêj
pisyarên wandi guhên min dene :Hûn cewa
gehiştin sernivîserên van kovaran? kê
harîkarîya we kirye hun bi gehin van kovarên
navdar ? buşkurîn ate û hêminîya me pitir ew
di azirandin.
Cend xweş bûn ew rojên me nivêsînên xwe yên
destpêkî bo êkû du dixwendin , û em bi xwe
berî her kesî bi bûn rexnegirên xwe , berî
bihinêrîn bo kovar û rojnaman!!Aaaaah cend
xweşê Meydana nivêsînê heke mirov yê rastgû
bit di gel xwe û qelemê Xweî, û tu Înis hosa
bûy.
Kekê Mino, duhî ez û şermîn li mala we bûn,
lê min newêriya hevjîn a te bibînîm , demê
tu li xesta tengaviya , li ser textê Xwe
razay bê deng, û hay ji xwe ne, ew sondê
Zirav di hefka te , û oksicin li ser devê Te
, û demê çavê dayka zeynebê bi min ketî, û
xwe di min werkirî , û berday girî di nîva
mirovên te û Mihemed Ebdula, Selam Balayî û
Hekîm Botanî de , û gotî ;Dê were Hesen , nê
hindî hez ji te dikir min hesodî pê dibir,
nê meme her navê Te di îna , wextê Em hatên
Duhokê Tinê Da bêjit me , min Hesen
Silêvaney yê hey !! dê were keko birayê te
li ber mirnêye , cend tu diviyay hesen. serê
Xwe deyna ser milê min û di nav kelekela
girîde di got ; heme tinê bo min û nermîn û
zeyneba min rabit ve û sax bit , em razî ne
li ber emrê Xudê , tinê Bo me sax bit û
zeyneba min heroj bejitê Babo , min cu dî ji
xudê Xwe yê mezin nevêt ... Keko Înis herdu
destên xwe bilind kirin esmanê Xudê û bi
bawerîyeka mukum got; Rebî ez bi hemî
nîşanên te razî me , bila husa bît, bes bo
me sax bit, di nav me de bit , bila husa bit
, xudê me qebîle . lewma keko min li pêşiyê
Newêrya wê bibînim, û min qesta xezûrê tekir,
û |ermîn çû def wê. Piştî bêhneka xweş min û
herdu gulên te, Nermîn û zeynebê Perên te
yên nebelavkirî yên di sundoqa te ya leşkerî
yê de ji mîsil înayn, jêk cuda dikirin, li
min negire keko bê hemd rondikên min cend
perên te şilkirin. keko tu dizanî sube
siharê Nermîna te , nermina min , dê qesta
kolîja xwe kit li zankoya duhok!! kekê mino
raste wek cerm û leş te ji nav me barkir, lê
bi hest û berhem û paqijiya xwe di gel meyî
û di nîva dilan de yî. ...Kekê Mino ne'le li
babê Mirnê.
Înis , ez cu caran neşêm dîmenê Wensayê Ji
bîr bikim , demê Bi herdu desta tilyen pên
te digirtin û tu nehişyar . herdu pên te m
acî dikirin, ez wê dilovaniyê Cu caran ji
bîr naki mqet.wey babo ci dilsotî bû ,
cişukurdar bû, ci bi evîn bû ....
Kekê Mino , ewê gotiye şermînê; Em dê li
binê Pên wî li guristanê Teqişkekê çêkîn, da
ez û kiçên wî li wêrê bêhna xwe vedîn . Bêy
wî em neşên, em jî dê mala xwe li bin pên wî
dey nin ...
Kekê Mino , tu xudêkê demê Tu wan di bînî,
ewlî enya wan macîke cunke gelek ji te
xerîbin ...Ez dizanim tu jî dizanê Em ji te
xerîbîn, xerîbîn keko , gelek xerîbîn .
10-11-2007