|
Ji bo birêkûpêkkirin û herweha
modernîzekirina sîstema hînkirin û
perwerdekirina dinyayê, di sedsala 21ê de,
UNESCO pêşinyaznameyeke pirr beraqil, watedar û
nirxdar, wek raport, li jêr navê „Hînbûn, ew
xizneya veşartî“, di 1996 an de, belav kir.
Raport, ku li jêr serpereştiya Jacques Delors,
ligel birrek ji pispor û pêdagogên navneteweyî,
hatibû lêkolînkirinê, sîstema hînbûna modêrn, li
ser 4 hîmên sereke, di 4 hevokan de, weha, rave
û analîze dike:
1. Hîn bibe, daku tu bizanibe.
2. Hîn bibe, daku tu kar bike.
3. Hîn bibe, daku tu bibe.
4. Hîn bibe, daku tu tevlî yên din bibe.
Wisa, li gora pencereyên „hînbûna Delors“, zarok
çiqasî hîn bibe, hewqasî ew dikare, zanistê, kar,
xwe û yên din jî, ava bike.
Ji ber ku Raporta baş lêkolînkirî, prosesa „hînbûnê“
dişopîne û dixwaze hindek perspektîvan/pêşnêrînan,
ji bo „modêl“ û „mîkanîzmên“ hînkirin û hînbûna
sedsala 21ê, pêşkêş bike, lewma amadekarên wê(bi
taybetî Jacques Delors, ku keda wî tê de, pirr
berbiçav û mezin e), wişeya „hînbûn/ hînkirin/
hîn bibe/ hîn bike“, wek şîfre-kilîta ji „bûyînê“
heta bi „mirinê“, li qelem didin.
Wate, zarok siberoj û şîfreya jiyanê ne, lewma
çiqasî ew hîn bibin, hweqasî ew dikarin bijîn.
Weha, li gorî encamên, ku lêkolîn bi wan derçûye,
mirov dikare, vê pirtûkê, di yek hevokê de, kurt
û puxt bike:
„Hîn bibe, daku tu bijî“.
Pirsa ku li vir, vê sedsala bilez, bi Kurdî û
Kurt û Kurmancî, dikare were kirinê, ev e:
Gelo îro roj, zarokên Kurdan, çiqasî hîn dibin,
daku bizanibin, kar bikin, bixwe bibin û tevlî „yên
din“ bibin?
Ew, çiqasî, îro, bi Kurdî, hîn dibin, daku bijîn?
Ji bo bersivdana van pirsan, bê guman,
lêkolînkirineke akademiyane, ji sîstema
perwerdekirina bi Kurdî re, li ser gelek astan,
lazim e.
Ew imkana lêkolînkirineke birêkûpêk, xurû bi
Kurdî, û di derbareyê „zaroktiya bi Kurdî“ de,
di vê rewşa îro, bi Kurdî, aloz de, pirr sext û
zor e.
Çimkî, mirov bixwaze yan nexwaze, zaroktiya bi
Kurdî, ji ber rewşa „Kurdiyatiya dabeşkirî“ û
herweha Kurdên wê, yên li vir û li wir, „li hewa“,
wek „zaroktiyeke veşartî“, di bin çermê
zaroktiya yên din de, dijî, û weha jî, ew, hewl
dide, ku bi zimanên zarokên „yên din“, xwe
derdibire û here xweîfadekirinê.
Herçiqasî ev dora 17 salên „azad“ e, ku li Başûr,
hindek Kurdistan, hindek hikûmet, hindek
parleman, û hindek serokatî, bi Kurdî, hatine
damezrandinê jî, lê wek ku diyar e, ev „hindek
Kurdistan“ û dorûberên wê, ji zarokan bihtir, ew
wek „Kurdistana mezinan“, û ji siberojê jî
bihtir, ew wek „Kurdistaneke îro“ û tenê „di îro
de“, „ji bo îro“, tê pilankirin û birêvebirinê.
Lewma, mirov dikare, li gorî hîmên „hînkirina
UNESCO“, û perspektîvên wê, ji bo „zaroktiyeke
serkeftî, beraqil û mumkin“, di vê sedsala bilez
de, pirsên „zaroktiya bi Kurdî“, weha ji „mezinên“
Kurdan û Kurdistanê, bike:
- Zarok, li Kurdistana „mezinan“, bi Kurdî, hînî
çi dibin, daku çi bizanibin?
- Zarok, li ser destên „mezinên Kurdistanê“, çi
hîn dibin, daku çi kar bikin?
- Zarok, li jêr perwerdekirina „Kurdên mezin“,
çawa hîn dibin, daku bibin kî û çi?
- Zarok, bi serokatiya „Kurdên mezin“, çima hîn
dibin, daku tevlî kî û çi bibin?
- Zarok, li Kurdistana „mezinên azad“, çi û çawa
hîn dibin, daku çi û çawa bijîn?
Yê ku bala xwe baş bide sîstema hînkirin û
hînbûna bi Kurdî, çi li „Kurdistana bûyî“(Başûrê
Kurdistanê), û çi jî li „Kurdistanên nebûyî“, dê
bigihe wê encamê, ku
Zarok, li wir(li wan Kurdistanan), bi Kurdî,
hînî „mezinan“ dibin, daku bizanibin çawa dest û
lingên „mezin“, ramîsin, û çawa ji „serî û
serokên mezin“ re, serî deynin û nimêj bikin.
Zarok, li welatê „Kurdên mezin“, hînî destên bi
Kurdî mezin, dibin, daku hîn bibin, çawa li ber
wan bigerin; çawa li jêr wan, „biçûk“ bimînin û
karê „mezinbûn û mezinkirina“ wan, bikin.
Zarok, li dewleta „Kurdên mezin“, hîn dibin, ku
çawa gereke „mezin“, bi Kurdî „mezintir“ û biçûk
jî, biçûktir, bimînin.
Ew hîn dibin, daku bizanibin çawa bibin „yên din“
û xwe ji bîr bikin.
Ew hîn dibin, ku xwe çawa di ser xwe re, çeng
bikin, daku wekî „mezin“ dixwazin, tevlî „keriyê
mezinan“, bibin.
Zarok, kurt û Kurmancî, li aliyê „Kurdên mezin“,
hîn dibin, ku çawa bimirin, daku „mezinên“ wan,
bijîn.
Ew hîn dibin, ku çawa xwe bikujin û bidin kuştin,
daku hemî jiyan, li vî alî û wî alî, ji
meznayetiya „hezretî“ navên wan re, bimîne.
Yê ku berê xwe bide TV-yên Kurdî(wek nimûne, ku
neynika herî aktîv in, di warê perwerdekirin û
hînkirina bi Kurdî de), dê baş tê bigihe, ku „mezinên“
wan TV-yên bi Kurdî mezin, çawa hewl didin, ku „keriyekî“
çiqasî mezin, ji „zarokên mezin“, bo meznayetiya
„navên zirmezin“, yên ji Kurdan û Kurdistanên
wan, pirr mezintir, perwerde û kehî bikin.
Di nivîseke xwe de, ku di „Jerusalem Post“
de(11.10.07), li jêr sernavê „nuhokiyê zionismê,
yê xemgîn“, hatibû belavkirinê, nivîskarê
Amerîkî yê navdar Daniel Pipes, yek ji sedemên „xemgîniya“
zionisma halê hazir, vedigerîne rêjeya bilind a
jidayîkbûyiyên Cihûyên Hardî/Cihûyên Urthodox,
yên radîkal û herweha jidayîkbûyên Ereb, ku ew
bi şêweyekî „antî-zionist“, tên perwedekirinê.
Pipes, li gorî statistîkên fêrmî(ku rêjeya
zarokên Cihûyên Hardî, li gel yên Ereb, di rêza
yekemîn de, digihe dora 44%), weha bawer dike,
ku heta sala 2025an, guhertinên siyasî, yên pirr
„xemgîn“ û mezin(antî-zionist), dê li Israelê,
rû bidin.
Ev tê wê wateyê, ku Pipes, heta radeyeke bilind,
paşeroja zionisma „îro xemgîn“, bi paşeroja
perwerdekirina zarokên „Israela îro“ ve,
girêdide.
Gelo, zarokeke, ku îro, di vê sedsala bilez û
nehasn de, bi Kurdî, hînî „peyrew û programên“
vê partiyê û wê partiyê; hînî wêneyê vî serokî û
wî serokî; hînî tirsa ji vî Xwedayî û ji wî
Xwedayî; û hînî sirûdên vê mirinê û wê mirinê,
li şûna sirûdên jiyanê bibe, dê „Kurdistaneke“
çawa û „Kurdperweriyeke“ çawa, li jiyana vê
sedsalê, zêde bike?
Zarokeke bi Kurdî, ku ji dibistanê bihtir, hînî
perestgeh û camiyan; ji cîhanên nêzîk û beraqil
bihtir, hînî cîhanên „dûrîdest“ û „dûrîaqil“
bibe; û ji mala xwe jî bihtir, hînî malên Xwedê
û cinikan, dibe, aya ew zarok dê çiqasî hîn
bibe, çiqasî bizanibe, çiqasî kar bike, û çiqasî
tevlî çi û kî bibe?
Zarokeke bi Kurdî, ku li malê, ji wêneyên
zindiyan bihtir, bi wêneyên miriyan(ku dîwarên
bi Kurdî, dagîr kirine), şerm û şerm, tê
„binçavkirin“, „bintabûkirin“,
„binîdolkirin“(binsenemkirin) û „bindestkirinê“,
dê jiyaneke çawa, û paşeroja zaroktiyeke çawa,
tevlî jiyan û paşeroja vê sedsala bilez û
modêrn, bike?
Li mal, kolan û dibistanan, ku „pirtûkên erdê“
ji „pirtûkên asmanan“ re, „pirtûkên jiyanê“ ji
„pirtûkên mirinê“ re, û „pirtûkên zarokan“ ji
„pirtûkên mezinan“ re, nimêj û „ezbenîtiyê“
dikin, dê zarokên bi Kurdî, çawa azad, bibin
zanîn û zanist, eger ew, azad, hîn nebibin?
Dê ew, çawa azad, bibin xebat û kar, eger ew,
azad, fêrî „vekirina“ xwezayê û dora xwe,
nebibin?
Dê ew, çawa azad, tevlî hev bibin, eger ew,
azad, hînî xwe nebibin?
Zarok, eger azad, hîn nebin, dê ew, çawa azad,
bijîn, û bi xwe re, jiyanê pirrtir û xweşiktir
bikin?
hoshengbroka@hotmail.com
|