Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 

 


 

 

 Lotka Xewnê

                                                                                                   rojava.net 18.10.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tengezar Marînî
                    

Berbi ba
Rûbarekî girêdayî
têlên aveke qerisî
Daristan,
min xwe li derve dît
lat
şevên berfê
xûz, li tomargehê
zarokên dêmgiryan, wekhevnivîsîn
kî,
windahiyên te..?
mirovên dawî, danehev
raz, peyv
dubare, himbêza bavê min.. ka
derbas nebin!

Bendeman
ketin, bi ser min de ket
bedbext, serxweş
bavê min î bêhinteng
desthildan
şopa te,
valabûn,
germiyan, têhin
şerpeze, nirxê te.

Bavê min, pêjna pezkoviyan.
birûsk, kelogirîn
berdewamiya tirsê, newêrekî
hingiv
kulî
text
banê kurê min,
zarokê belengaz,
belkî biaxive
bêdeng bihêle
xwarin,
spêda malê
birsî, bavê min.
na… evîn?
weha.. bişopîne
Zerezeng
hiş, ne li jor
regez, ferîşte
bide, buha ye
Mast,
belê hilo be

Dema tu çûbûyî,
min xudayê te hişyarkir
ez zanim, li derve me,
parçeyekî taybet, diyarî me
tirs..!
dem !
kor,
nîvdirêjkirî, axaftin
Pê, bersivnedan, dil..
Çima bi tenê hiştim?
dest di ber xwe re berdan..
şev hat,
dergeh, ez,
tu, vebûn
spêde, tu
vergeriyan
kîn, zaroka min
oh..
şiiiiiiiikestin

Dilê te
nimêja dayika min
çavlixew,
dîsan dîtin.
Geriyan li bextê xwe
nema ber bi pêş ve diçî
pê naramim
tu neşiyayî dilşad bibî
li ser napeyivim
zaroka min î belengaz
êvar,
mêz, şîv
kesk,
tirs
mîna bizavê
xudawend,
jin
westiyan, geşt
rastî, bercesteya kilîtê
afretek di enya şevê de
di xewnê de Xanî
serhijmêriya dil

Guhdar be: Zarok
- Dixwazî çi bibêjî?
- ji kê diaxivî?
axaftina xwe bi dawî bike.
li wir çi dikî?
hilperkîn, bexçe
- belê.. tu wî dinasî.

Cil, berbang, mêrga şivanan,
xew, dua..
ez tênagihim..
xilmaşî,
hîn tiştekî nizane..
çav dipeyivin
- bi çi xewnan dibînî?

Ez behwer im tu nivistî..
Na..
tarî
mirin
dergeh
bêhêzî..
ji hemî dilê xwe, ji te hez dikim..

Çawa..?
azadî..
tu ranazî,
deng,
sûnda elendê..
Na ..,
min berpirsiyarek bo xwe dît;
Ax..
xwezka tenê peyveke xweş ji zarê te..!
Min xwe li derve dît,
tu dizanî..!;
Dem dirêj e, ne wisa ye?
min nediviya pirsa te ji kesekî bikim!
dûrnêzîk,
awirtûj, du şevên tal,
tu nebendewar bûyî?

Rûmet,
ma dibe..}
ez dizanim. Ma ne ji zû ve bû?!
tu dizanî ji malê reviya bûm..
Sûnc,
nedadweriyan : - bi pêş ve biçe
Rastî hebû..;
qêrîn, bêdengî û kelogirî
nû, şikestin,
ger, veger,
azadî, windabûn, girtin, poşmanî..
ma te jî rê winda nekir;?
ez, li derveyî rê me.
Kî ji te re got?
li peyvê binere,
berbi xwe ve çûm, ji xwe çûm..
li destpêkê; ne tenê beyeban bû;
tênagehiştim
Guman
ji her heyokê;
windabûn parastin.
Tehnî me,
bexçekî jibîrkirî heye,
hinarên kovî
palgeha min,
pirtûk; dizanim,
tehlahî, tirs
bexçekî biçûk î jibîrkirî;
hayedarî
pêpelok şikestin, berahîka hatina te…





 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
 
Kizîr
 
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
 
Marie Luise Kaschnitz