rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 

 
 


 

 

 

                                                                                               rojava.net 18.10.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve ji endamekî xwe xatirê dawî dixwaze

Peykertaşê payebilind Sîdo Reşo!
Bi xemgîniyek giran me tu winda kirî. Bi êşek dijwar destên me yên ji têljeniya biyaniya zivir xatir ji te dixwazin. Destên te, demek dirêj jiyan teraştin û herdem ji evînê re stirandin. Rêwîtiya azarê ya di navbera Efrîn, Heleb, Şam, Beyrût, Romaniya û Brûkselê de pir dirêj bû û temen pir kin bû. Ji nijkê ve me dît dilê te li nav peykerên bronzî par dibe, destanan dibêje, destanên êşdar yên kurdan ku ew bi xwe herdem lehengên wan bûn, bê ku tiştek jê bimîne daku laş têr bike.
Em xatir ji te dixwazim, laşê xoşewîstekî ji evînê tiraşkirî, laşê hevalekî mîna me heta radeya yekbûnê. Tê li nav me giyana hunermendekî bimînî ku karîbû ji heriyê wêneyên, li ser azadiyê diaxivin biafirîne û cerên ji sariya bronz destanên evînê çêbike.
Sipas bo destên te yên çalak di kêşana wêneyên me yên koçberkirî de!
Sipas bo ku tu yê me û azadiyê bûyî!
Bi xatirê te Sîdo Reşoyê heval!
Bi xatirê te Sîdo Reşoyê hunermend!


Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve
 


 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE