Seyid Feysel
Moctevî
Aşiq im ez aşiqê
deşta cemal im ez li evdan bêniyaz im bûme aşiq derd û rencan lev bi
ser nakim kilavê tirs û xewfa merdimê dûn ger nehêlin şîn bibim ez
bax û bostanê xudê da dê firoşim tirs û lerzê ez bi serma, dê mir im
ta bibme avek ser bi axê bikme der ger qirare dûrî hibba dilnişîn
bim, konci zindan bo mi qesrek dilribaye ez li vê nakim qusûrî, dê
visa sebrê bikim ser ta weten tenha bimîne.
Ne nikarim biçme
der mîrê dinê destê niyazê bikme pil, bo du rojê jînekî sar kûtekî
tenha sitînim bibme ker ga bibme seh van ma ezê ta key bimînim? ta
ku xwe erzan firoşim dirhem û dînar û kincan bikme armancek qevî dil
van du rojê axirê şahi mêranî firoşim bêbiha bikme bi destê nakesan
de? ne nikarm, ne nikarim.
Ez kirim kincê
mirovan, ta ku derd û xem bizanim, xwe nekim zindani xew da dest û
zenda hilbidim zevyê nekêlayî bikêlim gulizaran bikme rengîn, singê
zozanan biçînim desti alaxa zemanî dûrî revşa gul bikim baxi pir bit
bîte rengîn ta ku bilbil nexmeyan teqdîmi işqek pak û bêdavîn biket
ta roji roşen her bimînit.
Xwîn şirîn im ez
nikarim vê dinê tenha bimînim destê xem danêm bi çokan sûreta yeisê
bixwînim ev civane aşiqel cindîtiya xwe em bi pê vî diçne der malê
bibînin, mehveşa dil kir kovan da lev re ez aşiq bi Leyla, Zîn û
Şîrîn û Şeker mam, ketme zindana xeman de bûme ava gerdena vê. Bûme
zêrek pir biha, hez dikim ez bibme toz û bibme axek bê beha ta ev
şirîna pir beha pê li ser çavê mi dane min biket kana telayî ez bi
vê bibme beşer ta ez bimînim.
Yêke din bejna
bilinde, serbilinda rindi rinde, şevçera zozan û gunde, pir şirîn e
xemrevîn e, dilriba wek vê çinîne pir li ave sorgulêt vê xenderûne
Damenêt vê mêrg û çîmen kesk û sorin bûye mesken bo xezalan ev
Gulistane gelo lavo xolam im ez li vî erdî de erd im sûsen û beybûn
û askan nabe ber min bikne reş beş, van gula nav xwe bikin beş,
aşiqê bejna welat im nademez ava heyatê ax û toza singi rabû ev li
îman bû gula min. aşiqê işqa weten her aşiqê işqa xudaye.
Senendec 2005-10-15
Mojtavy@hotmail.com