|
Merwan Osman
(Royarê Amedî)
Lerza dawî, ya
Xewnguherîneke ne beşdar
Bo Hoşeng Biroka
Em nebûn pêtek ji “ Babagurgur”
Em nebûn Kirasguherînek ji “Laliş”
Tenê, em bûn
nişteciyên tozê!?
Ew herdu lavên,
ku ji dûrî û bêrîyê ne
Ew gewdeyê,
ku ji xunav û dilbêjiyê ye
Ewên ku...
Ji Lavijên Pîran re
Dibin Qublegeh
Xewnan , di sîbera avê de,
çarçove dikin
Rêçan di Pirtûka Razan de
vedikin
Asîmanekî ji biyaniyê
nefel bi xwe re dirêsin
Va bûn....
Şêrînmeya Laliş
Xirqe ya Nûranî
Wêneya wateyê
bi heftê û sê yadgaran û stêrekê
dibin sirûda avê
Va bûn....
Şêşemsê dilleyan
Tîrêjên rojê
Keskesoriya axê
bi heftê û sê Xewnguherînan û mirinekê
dibin lavijnameya manê
va bû....
Ehmedê Xanê
di Peyvê de mişext dimîne
û bi peyvê kayina xewnê dike
Şingal,
ji xwe dûr nabe
Heftrojên qonaxên xwe,
Bi teşiyên dayepîran,
lavijan dihûne
Seremergeyên peyvê
bi tîrêjên “Toq”ê re
yan bi nifira spîdeyê re
distirê
Dem
Li mirinên me
navend nabin
Xwedan
li ser destên ji tozê
nişticî nabin
Em,
ên ku
di pêlên bendemayînê de mane
wek mamikên razên ne çrirûsdayî
ji tozê diçin tozê
Li ewan cîhanan,
yên ku Xwedan nikarin
di nav biskên ji evîn û peykerên şahiyê
bibin nêrgiz
û nikarin
Sermirgeyan bikin kevok
Kevanên rewanên me
dibin gulgenim in
ji xweliyê
bi dûriyê re, û ji dûriyê re
em dibin strana xwe
û di strana xwe de
em dimînin
Min
bi razên Baba Yadgar re biguncîne
Da ku hembêza min a ku ji lerzîna dûriyê ye
karibe
ji ewî gewdeyê ji xunav û dilbijiyê
vala nemîne
Da ku destên hemêzkirinê
Tenê, li tozê neyên pêçan
Min
di Celeweya Xewnguherinan de biçîne
Da ku pahnavên surûdên navan
bi nêrgizên lavên ji xunav û bêriyê
zuha nemînin
|