Dibe ev gotara min li kurdên musulman ên
dîndar, heta yên ne dîndar jî xweş neyê, lê
ezê hinek rastîyên bi kuştinên êzdîyan yên
bi sedan salan va girêdayî raxime ber çavên
we, da ku zanebûnên we yên di hêla wî
perçeyê dîroka me da zêdetir bin, ji ber ku
kurdên êzdî an ji tirsan, an jî bona ku dilê
kurdên musulman neêşînin, hinek rûpelên wê
dîrokê ji wan ra eşkere nekirine, yên zanin
jî rastî pişperde dikin.
Di rûyê wê yekê da wisa bûye, ku îro kurdên
esilî li welatê xwe nikarin kurdîtîya xwe
biparêzin.
Dibêjin, ku heta niha 72 ferman di serê
êzdîyan da rakirine. Ez nizanim bi rastî
ewqas ferman rakirine, an na.
Belkî kêmtir be, belkî jî zêdetir be. Lê
tiştê ez zanim, ew hemû ferman jî li ser axa
Kurdistanê bûne û li ser wê axê piranî kurd
in. Û ez wê jî zanim, ku dema musulmanên
dîndar fermana êzdîyan didin, di nav wan
musulmanan da kurd jî hene. Girêdayî bi vê
yekê ra, xwesma piştî qetlîamên li Şengalê,
ku musulmanên dîndar pêşî 25 êzdî ji
musulmanan cuda kirin, dane rêzê û
gullebaran kirin, paşê jî wek dibêjin, xûna
wan musulmanan kete çavên wan û bi sedan
êzdî qir kirin, meriv nikare gotinên hinek
êzdîyan wek dibêjin, bindoşek bike, ku
tilîya kurdên musulmanên fanatîkên îslamê jî
di vî karî da heye. A ya kurdên êzdî diêşîne,
ev e! Ji ber ku tirk, ereb û fariz çiqasî
bînine serê êzdîyan, êzdî zanin, ku dijmin
dijminatîya xwe dike. Heta em vê rastîyê
nebêjin, şaşîyan ne hilînin, birînên kurdên
êzdî nakewin. Bona hilanîna kêmasîyan gerekê
sebebên wan dîyar bikin, da ku bikaribin
wana çareser bikin.
Ne dûr e, ku di bingeha wan bûyeran da bi
kevirbarandinê va kuştina keça êzdî - Duayê
bû. Kurdên musulman ev mesele bi awayekî
jiberxwederxistî werimandin, kirin sebebê
dudilîyê, neyartîyê, xemgînîyê û heta
dijminayê jî. Tiştê nayê qebûlkirin ew e, ku
li welatên musulmanîyê kuştinên wisa her ro
dibin, lê deng nadin, ji ber ku ew hovîtî
hinkûfî dînê musulmanîyê ye, heta li çend
welatan, wek Îranê, ew ceza di qanûna hiqûqî
ya dewletê da jî heye.
A Duayê çima deng da? Ji ber ku êzdî bû!
Bûyarên wisa hinkûfî musulmanan in, di nav
êzdîyan da tiştên pir ecêb tên hesibandin.
Piştî ku 25 êzdî gullebaran kirin, ez çûme
Kurdistana Başûr. Min bi eşkere û sergirtî
hinek êzdî dîtin û bi wan ra qise kir. Ez
naveroka wan qiseyan bi gotina êzdîyekî
Kurdistanê raber bikim, yê ku ha gote min:
”Ev hela lê-lê ye, lo-lo wê pey ra bê”. Û ew
lo-lo hat û serê 800 kurdên êzdî xwer. Û
halê yên saxmayî jî ne tu hal e. Dibêjin li
wir heta av jî tune. Ez nizanim ji byucêya
Kurdistanê çiqas pere dane an ne dane bona
careke din şênkirina wan gundên êzdîyan, lê
ez zanim ku eger ji bo 100 kuştîyên Hewlêrê
xasbexçe (yê ser navê Samî Ebdulrehman) çê
kirin, gerekê ji bo wan şehîdên êzdîyan jî
çê bikin.
Ev bûyerên dawî jî yek ji fermanên êzdîyan e
û ev ferman gerekê wek gelkujî (gênosîd) bê
qebûlkirin, ji ber ku ew bes ji bo wê yekê
hatine kuştin, ku êzdî bûne.
Piştî van bûyeran min çend nivîsên
ronakbîrên me li ser wê meselê xwendin.
Nivîsên wan, gotinên kal û bavan, îzbatîyên
dîrokê ez anîme ser wê bawerîyê, ku me di
karê pêşîlêgirtina van fermanan da heta niha
şaşîyeke mezin berdaye, ku negotîye tilîya
kurdên musulman jî di nav vî karî da heye.
(Gotina min derheqa wan kurdên dîndar yên
musulman da ne, ku xwe qurbana Mihemed
pêxember dikin û di heyra Quranê da nin).
Jimara wan dîndaran gelek hindik e, lê ewên
ku gerekê ew kurdên êzdî ji xezayê û qirê
biparastana, ji wan jî kêmtir e û di encama
pêkanîna wan fermanan da zirara ku ew didine
gelê kurd, pir e.
Birêz Laliş Qaso gotareke wisa dilşewat di
malpera
www.rizgari.com
da çap kirîye, ku hinek xwendevan dikarin
bêjin, ku ew êzdîyekî tund û dijminê
musulmanîyê ye (ji xwe navê wî jî Laliş e).
Lê ew ne êzdî ye, tiştê ez zanim jî bawerîya
xwe bi musulmanîyê jî nayne, ew her tenê
kurdekî paqij, rastgo û welatparêz e. Birêz
Salih Omerî jî di malpera
www.kurdistan.nu
da wa dinivîse: ”…birayên meyî Êzdî gelek
teda û zilm ji alîyê birayên xweyî ku bi
darê zorê bûne misliman dîne; digotin kî
yekî fileh û Êzdî bikuje, li wê dinyê wê
here cunetê. Û gelek malbat û Eşîran şerê
birayên meyî Êzdî û Filehan dikirin”. Min ev
gotin ji kal û bavan jî bihîstîye. Meriv
çiqasî jî bawerîya xwe bi van gotinan neyne,
nikare bêje ku di van gotinan da qet rastî
tune. Hela di ser da jî, îzbatî jî hene.
Hinek mîrên kurdan fermana qirkirina êzdîyan
dane, wek Mîr Bedirxan û Mîrê Kora yê
Rewandûzê. Yên ku fermanên wan bi cî anîne
jî kî bûne? Kurdên musulman bûne! Di encama
wan fermanan da bi sedan, belkî jî bi
hezaran êzdî bi destî kurdên musulman hatine
kuştin. Gava ji êzdîyan ra dibêjî ne wisan
e, dibêjin hela ji kerema xwe here ji
êzdîyên Almanîyayê, ku ji Kurdistana Bakur
warê xwe hîştine û revîyane wir, pirs bike,
ka ewana ji rûyê kê da çûne; ji rûyê tirkan
an kurdan?
Heta wan mîran û gedeyên der û dorên wan wek
dijmin û xayînên gelê kurd û Kurdistanê îlan
nekin, birînên êzdîyan kew nagirin û kulên
wan der nabin.
Van dawîya bi înîsîyatîva Komîtêya Hevkarî
ya Hêzên sîyasî yên kurd û Kurdistanî li
Swêdê û Fêdêrasyona Komeleyên Kurdistanî li
Swêdê civîna ji bo rêzlêgirtina qurbanîyên
devera Şengalê derbaz kirin. Ez ji wan ra
sipas nabêjim, ji ber ku wana wezîfeya xwe
ya kurdîtîyê pêk anî, her tenê ji wan ra
dikarim bêjim ”Mala we ava”. Dilê min
baristan bû, ku min li wir bi sedan kurdên
sade yên nenas dîtin, ku dilê wan hemûyan jî
ji bo kuştîyên Şengalê gelek diêşîya. Lê
dilê min herwiha ji bo wê yekê jî êşîya, ku
ji ronakbîrên me gelek kes ne hatibûn. Dû ra
jî êşîya, ku çiqasî ez zanim, xên ji
malperên
www.kurd.webb
û
www.avestakurd.net
tu malpereke kurdan derheqa wê civînê da tu
gotinek nenivîsî. Ew çima nûçeyên wek ”Ji
birayê filankesê ra zarek bûye, bejna wê
ewqas e û giranîya wê ewqas e” didin, lê
behsa wê civîna bi haziraya 500 kesî û ya
derheqa 500 kuştîyên kurd da nakin.
Bi rûsî dibêjin: ”Hîç tiştekî xirab tune, ku
bi xwe ra qencîyê neyne”. Ev bûyerên Şengalê
gelê kurd bi tevayî, çi musulman, çi êzdî
nêzîkî hevdu kir. Gelekan bi dilêşî
nivîsandin, alîkarî kirin, qetlîam şermezar
kirin, dengê xwe gîhandine dinyayê, li
Kurdistanê rojekê şîn îlan kirin. Ev hemû di
bîra merivan da dirêj namînin, lê kêmasî
dirêj dimînin. Îro terk li dilê êzdîyan
ketîye, dilê wan nazik bûye, ji her tiştî
şikber in. Heta kurdên musulman ji wan ra
dibêjin ”Hûn birayên me ne”, aciz dibin.
Dibêjin, ma qey bira ji birayê xwe ra dibêje
tu birayê min î? Dibêjin: ”Em ji kurdên ne
êzdî ra dibêjin ew ne êzdî ne, lê ew ji me
ra nabêjin, hûn ne musulman in, dibêjin hûn
kafir in”. Lema jî em gerekê gorî dilê wan
herin. Îro li Tirkiyê ji bo ermenîyan her
rêyên bona pêşdabirina ziman û çanda xwe,
parastina erf-edetên xwe vekirîne, lê ji bo
kurdan girtîne. Çima? Ji ber ku ji ermenîyan
îdî natirsin, ew bi hêz nînin, lê ji kurdan
ditirsin, ji ber ku ew bi hêz in. Ez wisa
fêm dikim, ku eger dijmin îro dixweze
êzdîyan ji holê rake, tê wê maneyê ku ji
êzdîyan ditirse, êzdî bi hêz in, dikarin
zirarê bidine dijmin.
Di nav kurdên êzdî da jî neyar, dijmin û
xayîn hene û van bûyerên Şengalê dijî kurdên
êzdî û kurdên musulman û Kurdistanê bi kar
tînin. Hinek bi zanebûn, hinek jî bi nezanî
dikin. Û di kar û barên xwe da mêtodên
dijmin bi kar tînin. Li Ermenîstanê yekî bi
navê Ezîz Temoyan (Ezîzê Emer), ku tu eleqê
wî bi karê ronakbîrîyê ne ketîye, çend
êzdîyên mîna xwe, ku dibêjin em ne kurd in,
dora xwe berev kirîye, xwe jî kirîye
prêzîdêntê hemû êzdîyên cihanê, ji navê
rêxistina xwe nameyekê ji Bûş ra dinivîse û
destnîşan dike, ku bûyerên têrorîstî li
Şengalê bi destî hukumeta Îraqê û Kurdistanê
pêk hatine û Ajansa Nûçeyan ya REGNUM (www.regnum.ru)
jî ew provokasyona çap dike. Ezîz Temoyan
herwiha pêşnîyar dike, ku li Bakurê Îraqê
Êzdîstanê saz bikin. Wek ku tirk dixwezin
perçeyekî Kurdistanê (Kerkuk jî di nav da)
ji dest kurdan derxin, Ezîz jî dixweze
Şengalê, Lalişê, Şêxan ji dest Kurdistanê
derxe û bide miletekî, ku ne kurd in. Yekî
bi navê Îşxanê Eslan (Îşxan Anqosî), ku
xudêgiravî serekê kurdên Krasnodarê ye, di
nameya xwe ya ser navê Bûş şandî da dinivîse,
ku lazim e li bakurê Îraqê êzdîyan biparêzin.
Nizane jî, ku di bakurê Îraqa îro da kurd
tunene, ku ew war dikeve başûrê welatekî ku
navê wî Kurdistana Başûr e. Qesta wî
Kurdistan e, lê zarê wî nagire ji wî warî ra
bêje Kurdistana Başûr. Tirk jî nabêjin.
Mixabin, di nav ronakbîrên kurdên musulman
da jî kesên wisa hene, ku bi kar û bar û
nivîsên xwe va zirarê didine milet. Di nav
wan da kesên xwendî û naskirî (ez nabêjim
zane û bi aqil) jî hene. Ji bo nimûne, di
malpera
www.kurdinfo.com
da gotareke birêz Medenî Marsîl çap bûye. Ka
em binihêrin ew çi dibêje:
Piştî bûyara Malatyayê nêrîna min hat
guhartin ku min ji xwe re digot ger kurd
xiristiyan bûna ew ê ji zû ve di bin nîrên
van dewletên misilman xelas bibûna û ew ê
bigihaştana azadî û rizgariya xwe.
Ji ber ku van bûyarên dawiyê nîşan didin ku,
wek bêjin li Tirkiyeyê “ beterê beteran
heye, ji halê xwe re şikur bike” . Yanî
rewşa gayrî-misliman ji yan kurdan xerabtir
e. Ku kurd xiristiyan bûna îhtîmalekî mezin
ew ê jî wek ermeniyan bi tevayî bihatana
qetilkirin, yên xelas bibûna jî ew jî dê
yeko- yeko bihatana kuştin. Lê wer xuya ye
misilmantiya me, me ji vê navêrabûnê xelas
kiriye.
Ferq nake ku me bi nisbî
qetil kirine, ferq nake ku me înkar û surgun
kirine, ferq nake ku li hember me terora
sipî bi kar anîne û me asîmlekirine û
xwestina di nav sîstema xwe de wenda bikin;
lê ji van hemûyan girîngtirîn em di bin nîrê
metingehkariyê de bin jî bi saya dînê xwe
dijîn û heqê me yê jiyanê(!) heye. Ev
jiyaneka bê azadî be jî lê di encamê de
jiyana koletiya li ser axê ji ya bin axê
“çêtir” e.
Wek ku ez fêm dikim, li vir xudanê nivîsê
şikirbûna xwe bi kal û bavan tîne, ku di
wextê da dest ji dînê xwe yê kurdî kişandine
û çûne ser dînê Hizretî Mihemed, ango dînê
ereban.
Ji ber wê jî îro sax û têr in. Lê êzdî wa
nafikirin. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku me
bikujin jî, sozê xweşkirina rewşa aborî
bidine me, ew heram e, em xayîntîyê ji gelê
xwe ra nakin, dest ji dînê xwe nakişînin.
Lema jî em hatine qirê, hûn mane. Yê ku
xayîntîyê ji dînê xwe ra dike, dikare ji
miletê xwe ra bike, dest ji miletîya xwe
bikişîne, bibe tirk, belkî jî şansê wî hebe
bibe wezîr jî. Xwesma ew fikir li min ecêb
hat: Ev jiyaneka bê azadî be jî lê di
encamê de jiyana koletiya li ser axê ji ya
bin axê “çêtir”e. Êzdî dibêjin: -Mirina
bi şeref ji jîyana koletîya li ser axê çêtir
e. Ez jî di hêla xwe da zêde bikim, ku saxên
mirî jî hene,
Îro li Tirkîyê dibêjin ku bal wana tenê
miletê tirk heye û tu miletekî din tune.
Ango, welatekî ûnîtar e û bi bawerîya wan
eger di welatekî da miletekî din namîne,
dêmek ewî welatî xwe ji miletên din paqij
kirîye û paqij bûye.
Li vir meseleyek kete bîra min. Di
dermanxaneyan da (apotêkan da) ji bo zarên
sava, yên çend mehî, ava paqijkirî
difiroşin. Wê avê wî çaxî didine zaran, dema
zikê wan diêşe. Ew ava here paqij e li
cihanê, lê ava here bê tam e li cihanê. Îcar
zikê kî dêşe, bira ji wê avê vexwe.
Em naxwezin, ku Kurdistana me jî wek wê ava
paqij bê tam be.
Avestakurd.net