21/8/2007
Ji komkujîya Şengalê (Gir Ûzêr û Sîpa Şêx
Xidir) êdî hevtêk derbas bûye, lê hê jî
jimara kujtîya zêde dibe. Piştî 09.11.2001,
ev komkujîya vê serdemê (dewranê) ya lape
mezin bû.
Lê komkujîya Şengalê taybetîyên xwe hene;
komkujîya Şengalê genocide e. Ew dijî nonerê
olekê, dijî kurdên êzdî pêk hatîye. Amanca
wê qir kirina kurdên êzdî ye, ji rûbarê dinê
hilanîna nonerê wê ola kurdaye qedîm.
Gelek pispor û rojnamevanên rojava jî wê
bawarîye ne (Eugene Robinson,
‘MiamiHerald.com, 20.08.2007).
Ew qetil di berê de plankirî bû, bi mehan çi
di mizgzvtên erebên sunî de, çi li internet,
vidio û CD an de kampayna dijî êzdîyan diçû,
bangên qir kirina êzdîyan dihatin bihîstin.
Divêt seroketîya Herêma Kurdistanê,
rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî komkujîya
Şengalê wek genocide raber bikin û ji NY,
rêxistinên navnetewîye mayîn bixwezin, wekî
ew komkujî wek genocide bê naskirin. Belê,
çawan 100 sal berê, çawan 500 sal berê,
çawan 1000 sal berê mirovên am û tam ji bo
bawarîyên wan ên olî kujtin.
Ew ên ev qetil kirin xwe xwedênas, êzdîya jî
bê xwedê dibînin, bi navê xwedê êzdîya
dikujin. Ez nizanim, ew kîjan xwedêye, wekî
kujtina kesên bê suc û tawan, kujtina jin û
zara, kal û pîra dipejirîne, qebûl dike.
Gor bawarîyên êzdîyan xwedê yek e, bê heval
û bê şirîk e. Û hema ew xwedê jîyanê dide
mirov û ew jî dikare wê jîyanê bi şûn ve
hilde. Kujtina kesên bê tawan dijî daxweza
xwedêye.
Lê dîsan jî ol, dîn îro di destên hêzên tarî
de bûye çekeke sîyasî û heta bawarîya xwedê
jî ji bo amancên xwe, yên tarî bi kar tînin.
Em gişk jî zanin, wekî çi nijadperestên ereb,
çi dewletên deverê mirina xwe razîne, hebûna
Kurdistana Azad ne razîne û wê her tiştê
destê wan tê bikin, wekî nehêlin deverên
Başûra Kurdistanêye ji Herêma Kurdistanê der
vegerin nav Kurdistanê. Ji ber vê jî divêt
bi tu şertan cîhbicîh kirina mada 140 neyê
paşxistin.
Ji bo parastina xelkê Şengalê, baş kirina
rewşa zîyankêşa, hukumata Kurdistanê gavên
hêja avêtin, em hêvîdarin alîkarîya Şengalê
dûarojê zêdetir bibe. Lê Şengala usan jî
wêran ji dest xwe diçe, pêvîstî, lazimaya
alîkarîya gelekî mewin heye. Ez jî banga xwe
digihînme banga Dr. Eskerê Boyîk, banga
hukumata Herêma Kurdistanê û bangî kurdên
niştimanperwar dikim destê alîkarîyê dirêjî
Şengala birîndar bikin.
Bi bawarîya min wê baş bibe, wekî bi
alîkarîya hukumata Kurdistanê li gund û
bajarokên Şengalê destên xweparastinê bên
organîze kirin. Û wê baş bibe, wekî xortên
şengalî ku niha dervayî Şengalê dijîn, vê
roja teng vegerin Şengalê û werê kal û bavên
xwe biparêzin.
Gelek caran kujtina êzdîyan wek tole hildana
ji bo kujtina Du’a ê raber dikin? Bê guman
kujtina Du’a tenê meneye ; bi sedsalan êzdî
kujtine û dîsan jî dikujin.
Lê dîsan jî, bi mezin kirina wê bûyarê re
dijminiaya dijî êzdîya jî mezin bû. Niha jî
dixwezin du fîlmên dokûmêntal (belgeyî) ser
wê mijarê bikşînin. Mal û komelên êzdîya bi
tûndî dijî wan fîlma derketin. divêt rê
nedin fîlmên usan, ew fîlm wê dijminaya dijî
êzdîya hê fire bikin.
Şengal sîmbola berxwedana êzdîxanêye,
Şengalê bi sedsalan, bi hezarsalan ber xwe
daye û nehatîye rayê. Şengal îro tenê nîne,
Amed û Silêmanî, Hewlêr û Mahabad, Qamişlo û
Duhok bi Şengalê re ne, Şengal nayê rayê!
Netkurd