Ev gotinên jor sernivîsa
nûçeyek neweşandî ye. Du-sê roj piştî
kuştina Duayê videoya kuştina wê kete destê
me. Me dizanîbû ku em di rewşek hesas de ne
û loma jî me hema ev video belav nekir û em
bi Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swêd, hin
rewşenbirên kurdên êzidî û bi Mala Êzidîyan
ya Oldenburgê ketin nava peyvendîyan. Di
encamê de em gîhaştin wê qenaetê ku ev video
divê neyê belav kirin. Li gel ku
Televizyonên erebî, hin malperên kurd û
rojnameyên dijîtal ên tirk ev video belav
kirin jî Netkurdê xwe sansor kir.
Rewşenbir û sazîyên êzidîyan di wê bawerîyê
de bûn ku îslamîstên fanatîk dikarin vê
bûyerê bo rûmetşikandin û sebebê êrîşek li
hemberî êzidîyan bikar bînin. Ne demek dirêj
derbas bû ku 22 karkerên êzidî hatin
revandin û paşê jî hatin qetil kirin. Berî
du rojan kurdperwerek nas videoya kuştina 22
êzidîya bi e-mailekê ragihand min.
Divê ez li xwe mikur bêm ku min nikaribû
heta dawîyê li videoyê binêrim. 22 Êzidî li
paş xanîyekî (ku tê îdîakirin mizgeft e)
rûyê wan li dîwar li ser zik hatine dirêj
kirin. Bi qasî tê dîtin sê zebanî li wê ne,
pêşîyê yek wan gulebaran dike. Di nava
dirêjkirîyan de tenê ê bejna wî li gor ên
dinê dirêj û hinek jî qelew nig û çîpên xwe
dihejîne, ên din wek ku di gulebarana yekê
de rih dabin, bê hereheket in. Paşê yekî din
nêzî wan dibe û her yek du sê derbên din
berî pişta wan dide, dura ê sêyem tê ber
nigê wan û serê wan gule baran dike.
Qatilên dev bixwîn weka piştî hemû kiryarên
xweyî bi kirêj tekbîr tînin, di videoyê de
jî xwendina quranê wek fon bikar tînin.
Di 14-ê Tebaxê de ewrek reş ser Şingalê girt,
ji 500 zêdetir kurd, kurdên êzidî bi hovîtî
hatin kuştin, xênî hatin şewitandin, bi
sedan mêr bêyî derfeta parastina zêc û
zarokên xwe bibînin, bi bêbextî hatin kuştin,
bi sedan jin bûn bî, bi sedan zarok firîyan
ezmanan ewqas jî sêwî man.
Bêguman li ser sedemên vê hovîtîyê jî divê
bê rawestandin. Şik nîne ku ev êrîş bi
nêzîkbûna referandûmê ve hişka hişk girêdayî
ye. Erebên êrîşker dixwazin pêvajoyê sabote
bikin. Armancek din ya êrîşkeran heye ku
deverê ji kurdan xalî bikin. Mumkin e ku ev
kurdên êzidî tenê bo ku ne misilman bûn jî
bûn armanca êrîşek weha. Lê sebeb çi dibe
bira bibe; ev li hemberî kurdan-kurdên êzidî
tevkujîyek nû ye û hîç nayê qebûlkirin. Çi
ferq heye ku ew bo, provakekirina pêvajoya
referandûma Kerkûkê, yan berîhevdana kurdên
misilman û êzidî hatine kuştin. Sebeb çi be
jî barê me kurdên misilman giran dibe û li
ser me hişyarîyek mezin ferz dike.
Helbet em dizanin ku li Îraqê piştî
hilweşandina rejîma Baasê û vir de dor 150
hezar sivîl hatine kuştin. Di nav kuştîyan
de, erebên şîa, ên sunne, kurd, kurdên şebek,
ên feylî jî hene. Heta niha tenê li Musilê
ji 1000 zêdetir kurd hatibûn kuştin. Belkî
jî ji zilma dîrokî ya ku herî zêde dilê me
şewitand, tevkujîya Şingalê ye.
Dîsa em dizanin ku devera Şingalê ne li ser
herêma Kurdistana federe ye, hêzên ewlekarî
yên Kurdistanê ji ewlekarîya vê deverê ne
berpirsin. Pirs ev e; bê gelo heta niha
hikûmeta Kurdistanê û xelkê devera Şingalê
bo biserhevanîna Şingalê li ser Kurdistanê,
bi qasî dihate xwestin xwedî îrade û
biryardar bûn, yan na.
Helwesta serokê Kurdistanê, hikûmeta
Kurdistanê û bi taybetî jî ya wezareta
diyanetê ku qurbanîyên Şingalê wek şehîdên
Kurdistanê diyar kir û ji mela û xetîbên
Kurdistanê xwest ku ew di limija înê de bo
wan dia bikin, hejayî destnîşankirinê bûn.
Kurdistana azad di pêvajoyek hesas de derbas
dibe. Birêvebir, siyasetmedar û rewşenbirên
welatek ku kêmnetew yan kêmol lê dijîn divê
hesasîyetên wan jibîr nekin.
Niha erka acil ev e ku devera Şingalê û ne
tenê Şingal herweha deverên din ên hê ne bi
ser îdareya Kurdistanê ve ne, bêna paraztin
û birînên qurbanîyan werin dermankirin.
19.08.2007
Netkurd