21/8/2007
Çawa ku berî çend hezar salan bingeha
şaristaniyê li Kurdistanê hatiye danîn, di
eynî wextê de li hember vê şaristaniyê
bingeha hovîtiyê jî hatiye danîn. Ne hewceyî
şîrovekirinê ye ku di bingeha şaristaniyê û
ya hovîtiyê de hîmê bingehîn aborî ye. Erdên
nav Dîjle û Firatê ciyê xêr bereketê bûn. Vê
xêr û bereketê dewlemendî çêkiribû û li ser
vê dewlemendiyê kurd bi pêş de ketibûn, gund
û bajaran ava kiribûn. Xelkên ku di wê dewrê
de hov û kovî bûn, birçî û tazî bûn, gava
çav li dewlemendiya nav herdu çemên mezin
diketin, av ji devê wan diçû û ji bo talanan
rakin dest bi êrîşan dikirin. Êrîş xwîn bûn,
mirin bûn, şewat û wêrankirin bûn. Wê gavê
Kurdan pez kedî kiribûn, di nav berrî û
zozanan de keriyên pez xwedî dikirin.
Çandiniya ceh û genim dikirin, rez çêdikirin.
Çawa ku aniha petrol bela serê Kurdan e, di
pêşde jî wê av bibe bela serê wan, wê gavê
jî ew dewlemendî bela serê wan bû.
Kurdistan bi vê rewşa xwe bûbû hedefa
talankeran. Hovên destbişûr, koviyên
devbixwîn, ji bo xelkê xwe beşdarî talanan
bikin li îdeolojiyan geriyan û ji dîn baştir
îdeolojî peyda nekirin. Zaliman di bin alên
bixaç û hîvik de bi sedê salan xwîna
mazlûman herikandin. Kurdistan pêşiyê di bin
lingên hespên Farisên agirperest û
Bîzansiyên xaçperest de eciqî. Welatê me bi
sedê salan bû qada şer û talanên herdu hêzên
zordest. Paşê Ereban rahiştin ala îslamê û
ji bo talanan rakin berê xwe dan bakur.
Êrîşên Ereban di dewra Xalîfe Emer de, di
sala 639an(P.Î) de dest pê kir û 1400 sal e
berdewam e. Qetlîama Şengalê ya dawî ye. Ez
di vê baweriyê de me ku di vê komkujiyê de
Ereb û Tirk şirîkin. Ji ber wan qetlîam û
zordestiyan e ku di nav Kurdan de navê Emerê
kurê Xetab bi zilmê re bûye yek. Ev rêzikên
li jêr tim li ser zar û zimanên kal û
pîrikên me bûn:
Emerê bin Xetab e
Kuştiye dê û bav e
Ne xêr e, ne sewab e
Dîsa di salên 1780an de, li hember eşîrên
Milan tifaqek eşîrên Ereb û Tirkan li dar
ketibû û dawa zozanên Qerejdaxê dikirin lê
ew tifaqa bêyom ji aliyê Dewrêşê Evdî ve hat
parçe kirin. Ji ber vê bûyerê ye ku
mêrxasiya Dewrêş nehatiye ji bîr kirin û di
nav gelê Kurd de bûye qehremanekî netewî.
Zalimên hov carna ji nav kurdan jî ji xwe re
şirîk didîtin, bi wî awayî êrîşa dianîn ser
kakilê Kurdîstanê û zilmê qat bi qat zêde
dikirin. Ji ber ku îslam û îqtîdar bûbûn yek,
kurdên li ser navê îslamê dibûn îqtîdar, ji
bo xwe li ber çavên talankeran şêrîn bikin,
berê şûr û tivingên xwe didan Laleşê. Li ser
navê Tanri û Allah, êrîşî Xuda dikirin. Qîz
û bûkên kurdên Êzîdî li bazarên Bexdayê
pêşkjêşî waliyê Ereban û paşayên Tirkan
dikirin. Mîr Muhemedê Kor û Mîr Bedirxan, di
van bûyeran de du navên balkêş in.
Dijminên Êzîdxanê yên tescîlkirî Tirk, Ereb
û hinek Kurdên mejîşûştî ne. Tirkên ku li
Asya navîn qunên wan li ser piştên hespan
ditevizîn û heta ku nehatibûn welatê
Bîzansiyan avahî nedîtibûn; bi wê hovîtiya
xwe 1000 sal e dijminatiya Êzîdxanê dikin.
Dijminatiya Ereban jî 1400 sal e berdewam e.
Çimkî gava bav û kalên Êzîdiyan dewletên wek
Mîtanî, Ûrartû û Med danîbûn, wan nizanibû
dewlet çi ne. Gava Laleş qiblegeh bû, Kurdan
ji bo Xwedayê şev û rojê, bejna xwe ditewand;
qewmê Mûsa kole, Qudsa Îsa xerabe, Mekeya
Muhamed pûtxane bû. Û ji ber ku Kurd Hûrrî
bûn, miletek biesl bûn, Tirk û Ereb li
hember wan tim bi kompleks bûn, bi fermanan
hêrsa xwe dadixistin.
Rast e, Kerkûk dilê Kurdistanê ye, lê ew
ruhê di nav dil de digere Laleş bi xwe ye.
Êzîdxane dîrok û canê Kurdan e. Êzîdxane
kakilê Kurdistanê ye. Divê ev kakil baş bê
parastin. Gava kakil tune be, qaşil pûş û
palax e, ji tiştek re nabe.
Divê rûmeta Êzîdiyan di nav Kurdan de tam be.
Ji bo vê yekê wek ku Kekê Tosinê Reşîd jî
dibêje divê li devera Şêxan û Şengalê
parêzgehek bê sazkirin û ev parêzgeh bi her
awayî bê parastin. Ji ber ku ew kurdên xas
in û ew bi tu avên biyanî nehatine şuştin,
ew hur kurdistanî ne.
Însan gava derdikeve huzûra Xweda, jê re
îbadetê dike ji hemû xerabiyan paqij dibe û
dilê wî bi aveke zelal tê şûştin. Di nav vê
huzûr û aramiyê de divê ciyê xwîn û zilmê
tune be. Divê navê dînan bi peyvên wek
kuştin û qetlîaman re êdî neyên cem hev.
Em dizanin ku ew kesên dijminatiya Êzîdiyan
dikin ne dîndar in, ew di bin ala îslamê de
dijminatiya Kurdan dikin. Divê xelkên
musulman vê rastiyê bibînin û rûyê wan ên
reş derxînin rastê.
Netkurd