Di êvara 14.08.2007 an de pênc bombe pişt
hev re li gundên Êzidiyan hatin teqandin û
nêzkî 800 jin, mêr, zarok û kal hatin kuştin.
Ev hêrîşeke organize û plankirin dijî gelê
Êzidiyan bû. Li ser vê bûyerê gelek nivîs ji
aliyên Kurdan û nivîskarên cihanê hatin
nivîsandin. Ev hêrişeke taybetî û
qirkirineke herî mezin piştî hilweşandina
rejima Saddam Huseyin bû.
Bi kotek û zor qirkirinên kevin, talankirin,
ferman û koçberkirinê debasbûyî dîsa ketin
bîra her mirovekî Êzidî li welat û dervayî
welat. Gotinên kevin û nexweş ku di mejû
kolektîf de cihê xwe girtine şiyar bûn û
Êzidiyan xistin nav xwenên giran û tirs.
Travamayen tijî êş, kul û keder di dil û
giyane wan de wek agirekî pêket. Jin û mêr
li ser hev digiryan, hers û xemgîn bûn. Bi
hezaran mirov li hev geriyan, civin û
xwepêşdan çêkrin û kilîyê xwe kirin.
Baweriyan wan ji bo jiyaneke wekhev û heq di
wan rojên tarî de dîsa windabû. Heta pir
Êzîdî destpêkirinê û Kurdbûna xwe lêpirsîn
dikin.
1. Dîrokeke nenas
Êzîdî yek ji civak û olên herî kevin di
cihanê de ye. Koka civaka Êzidiyan heta dema
Mitras xwe dirêj dike û billî hemî
astengiyan, qirkirin û hêrîşan Êzidiyan kêm
zêde xwe heta îro li Kurdistanê parastin. Bê
guman ji sedema vê parastinê jî, ji civaka
cihanê û guhartinên civakan, teknikî û
perwerde dûr man. Êzidi wek metodeke li
jiyanmayinê izolasyon hilbijartin û li
gundên xwe bi erf û edetên taybetî tenê bi
pêwendiyeke mecburî sed û heda xwe parastin.
Ji civaka islamî bi tiriseke mezin dûr man.
Iro Êzidî vê hesaba izolasyon bi perwerde û
xwendineke pir kêm di nav civak xwe de didin.
Piraniya cihanê Êzidiyan û diroka wan
nasnake. Lê ku Êzidi bi wî awahî xwe
neparastina, ev hejmara îro jî, wek pir
civak û cand hatibûn tunekirin. Bi vê
methodê Êzidiyan heta îro xwe parastin. Cand
û ola Êzidiyan ne agresîf e û ne xwedî
xwestineke mirovên dinê bîne ser ola xwe ye.
Karekî misyonerî wek ola xiristiyan û islamî,
ku dixwaze herkes were ser dînê wan li gel
Êzidiyan tune. Lê ji sedama îzolasyona bi
sedsalan û parastina xwe her dem dijî
dijminan ji derve, Êzidi di strukturen xwe
yên hundurî de pir radîkal û tengê. Her
Êzidiyê ku şertên civakî û ola Êzidiyan bi
cih neyine, tê avêtin. Bi derketina Êzidiyan
di sedsalan dawî de ji Kurdistanê, bûyeren
siyasî û civakî di nav Kurdan û bi gelemperî
bi li ser sedema globalizmê nangokî û
aloziyên mezin di nav hundirê civaka
Êzidiyan de derketine. Hewl didin xwe ku xwe
li goriya vê sedsala nû amade bikin. Lê her
hêrîşeke wiha hov û barbar komên kevinperest
di nav Êzidiyan de bi hêz û wan ji nav
civakan Kurdan dûr dike.
Li aliyê din jî,
piraniya Kurdan heta beriya 30 an jî 40 salî
li ser hebûna Êzidiyan ne agahdar bûn. Pir
tiştên ne rast û pêşderaze li ser Êzidiyan
heta îro tên gotin û nivîsandin. Bi karên
hinek lêkolînvanên Ewropî civaka Êzidiyan
cihê xwe di literatura ethnoloji û civaknasî
sitand û hinek agahiyên rast û şaş li ser
wan hatin belavkirin. Heta îro ola Êzidyan
ji aliyê cihana islami nayê pejirandin û ji
dirokê ve heta îro bûye sedama hêrîşan û
qirkirinan li ser navê ola islamiyê. Bê
guman berjewendiyên siyasî herdem risteke
mezin di wan hêrîşan de leyistine. Lê ji
aliyên Êzidiyan ev hêrîş wek hêrîşên
islamiyê tên şirove kirin. Pir caran jî,
birayên Êzidiyan, misilmanên Kurd pêşengiya
kuştina Êzidiyan kirine, qirkirina Êzîdiyan
„helal“ kirine. Ev bûyer heta îro di mejûyên
kolektîf yên Êzidiyan de rûniştiye û bavêkên
nû jî vê baş dizanin.
Iro Êzîdî wek hemî
civaka Kurd li hemû percên cihanê belavbûne
û şerekî hebûn û tunebunê a cand, ol û
civakî dikin. Li herema Bakûrê Kurdistanê bi
destpêka avakirina komara Tirkiyê, Êzîdî bi
qirkirineke veşartî û eşkere hatin tunekirin.
Mixabin destê pir êşîrên Kurdan û rêxistinan
wan jî têde hebû. Iro li Bakûrê Kurdistanê
hejmara Êzidiyan di bin 400 mirovan de ye.
Li goriya ilmê civakî gengaze tune ku Êzîdî
li Tirkiyê dîsa bibin xwedî hejmareke mezin,
ku dîsa bibin civakek. Li Suriye û dewletên
Sovjeta kevin hejamara Êzîdiyan vê di
navbera 30 heta 40 salî bigihije hejmareke
pir bicûk.
Lewra jî, hejmara
mezin ya Êzidiyan li Başûrê Kurdistanê ji bo
hebûna wan pir pêwist e. Tenê Êzîdi li
Başûrê Kurdistan dikarin bi hejmareke
500.000 heta 600.000 hezar mirov dirok, cand,
ol û civaka xwe ji bo paşerojê biparezin û
pêşve bibin. Hêrîşa dijî Êzidiyan ne tenê
meseleke teror, kriminal û dijî siyaseta
Kurdan e. Her hêrişek dijî Êzidiyan, dijî
tunebûna civak Kurdan ha heri kevin, ya ne
islami ya Êzidiyan e.
2. Berpirsyariya Kurdan
Li ser diruşmên ku
“em tev Kurd û bira ne” ne hewceye
were rawestandin. Ev dirûşme rastiya xwe îro
di careserkirina pirsgirêken hundurî de
eşkere dike. Yek ji şertên demokrasiya rast
xwedîderketin li mirovê herî bê maf û komên
herî kêm e. Hikumeta Kurd çiqas li hemî
hemwelatiyên xwe û komên wan wekhev xwedî
derdikeve, divê herdem were goftûgo kirin.
Cawa berpirsên Kurdan li Baxdayê ji bo mafê
Kurdan bi gelemperî hewl didin, kom û
civakên Kurdan, wek Êzidiyan, vê ji bo mafê
xwe li herema Kurdistan hewl bidin xwe. Ev
jî, prozeseke pir normal û ji bo pêşvercûna
demokrasiyê di nav gel de giring e. Lewra jî,
hewceye ku civakên kêm wek Êzidiyan di
zagnonên bingehî de misagoriya wan were
nivîsandin û eşkere kirin. Dema şoreşên 60’
an de de cihanê de rêxistinên kommunist jî,
bi dirûşmên „em tev bira û wek hev in”
mafê pir mirovan û civakan tunekirin. Heta
îro mirov dikare bêje ku ev jî,
jenozideke sipî bû. Diroka Sovjeta kevin
yek ji minakên mezin e.
2.1 Bûyeren dîrokî perçeyek jiyan îro û sibê
ne
Ku Kurd bixwazin
di nava civaka xwe de aşitî û demokrasiyê
damezrinîn, divên rûpelên dîroka xwe înkar
nekin. Ji ber ku dîrok, mejuyê kolektîf,
xizîna û cerbadina rojên îro û paşeroje ye.
Bê xwedî derketina diroka şexsî û kolektîf,
nasnameyeke tendurusti ji bo şexsî û civakê
ne gengaze ye. Lewra jî, civakên mezin û
biçûk, komek an jî, yek mirov, ku ji aliyên
rêxistinen Kurdan ve bêmafî, kuştin an jî
qirkirin dîtbin, divên bê tabû werin eşkere
kirin. Ku Kurd dixwazin “mala Kurdan” li ser
bingehekî rast û hez avabikin, divê pêşî
hemû kêm û şaşiyên borî di ber cavan de
derbas bikin. Ev jî, ne karekî wiha hesan e.
Pir tişt we derkevin holê û belkû moralên
pir mirovan ji bo demeke xirab bibin û alozî
derkevin. Ji bo karekî wiha jî, siyaseteke
lehengî û zanebûn hewce ye.
Kuştina Eleviyên
Kurd, Feyli, Êzidiyan û hwd., kuştina eşîran
di nav hev de û ji aliyên rêxistinen Kurdan,
kuştina siyasetmedar û pêşmergên Kurdan ji
aliyê rexistinên Kurdan nayên veşartin. Ku
berpirsên Kurdan li ser wan babetan
ranewestin, baweriya gelê Kurd ji bona
siyaseteke mafê Kurd namîne. Be dengbûn pirs
tucar careser nebûye. Pasîfbûna civakeke û
bê bawerî dibe sedemê mirina wan civakan.
Axaftin, goftûgo kirin, alozî caran hem ji
bo psikoloja şexsî û civakî tenderustiyek e.
Bi taybetî divên Kurd kêmayen dagirkerên
Kurdistanê dijî Kurdan dubare nekin.
Komisyoneke ji
bo rastî û efukirinê ji aliye hemî
civakan û ola, rewşenbîr û şexsên serbixwe
di bin şemziya wezerateke Kurdistanê dikarin
karekî wiha ji bo 5 heta 10 salan
destpêbikin. Armanca vê komisyonê a)
eşkerkirina hemû qirkirinan li Kurdistan û
agahdarkirina gelê Kurd e, b) axaftin û
lêborîna bi her mirovên qurban û malbatên
wan, c) pêwendiyên nû yên civakakên Kurdan û
olên wan, d) derxistina agahiyan,
enformasyon, dokumentasyon û konferensên
civaki û zanistî.
Karekî wiha giring
li Başûre Afrikayê piştî hilweşandina rejima
nijadperestan hat meşandin û pir aloziyên
hundurî rawestandin.
3. Êzîdî dixwazin bi kuderê ve herin?
Bê guman ne
hewceye li ser tradejiya Êzidiyan zêde were
rawestandin. Diroka Êzidiyan herdem tijî
qirkirin, talankirin û kuştine ye. Lê Êzidi
jî, divên xwe ji izolasyona sed salan azad
bikin û wek her civakekê berpirsyariya xwe
ji bo Êzidiyan bi cih bînin. Parastina çand,
ol û nîrxên taybetî yên Êzidiyan mafê wan e
û divê ji aliyê hikumeta Iraqê û Kurdistanê
piştgirtiya fermî bistînin.
Herwiha ji nav
civakan Êzidiyan de jî, divên li ser erf û
edetên xwe yên dinî û civakî rawestin. Ola
Êzidiyan wek olên dinê bi rehm, dilovani,
evîn û wekheviya her mirovan daxwaz e. Ola
Êzidiyan hemu gelan û ola bi rumet û nîrx
dibîne. Kuştina mirovan, li ser ci sedemê be
jî, ji aliyê ola Êzidiyatî nayê pejirandin.
Kuştina jin û mêran li ser sedemên namûsê ne
taybetiyeke ola Êzidiyan e. Ev ji dîtineke
kevinperestî û eşîrtiyê tê û di nav gelên
kevinperest, edeten kevin u feodal wek li
Iran, Suriye, Tirkiye, Afgahnistan û heta li
Brazilayê tê dîtin. Lewra jî, Êzidî divên
hêdî hêdî ristên olî û civakî ji hev cuda
bikin. Erf û edetên olî yên taybetî herdem
dikarin werin parastin û ev jî, girêdaya
baweriya mirovan bixwe ye.
Iro tê diyarkirin,
ku ristên kevinperestî ku ne perceyî olî ne,
wek perceyeki olî tên dîtin.
Ev jî sedemeke
mezin e ku Êzidî bixwe astengan ji xwe re
cêdikin û civaka wan wek civakên dinê pêş
nakeve. Lewra jî, Êzîdî divên di nav xwe de
û bi tenê tekevin nav goftûgoyeke mezin,
daku xwe ji bo vê sedsalê amade bikin û di
demeke kin de bi temamî nebin parceyeki
dirokê.
3.1 Azadbûn ji komplexa civaka kêm
Di cihanê de tê
dîtin ku pir civakên kêm tenê kotek û zor a
dijminên xwe an jî, civaka ji wan mezintir,
dibînin. Lê ev tenê aliyekî pirsgirêkê ye.
Bi suc û tewanbarî mirov nêzîkî armancên xwe
nabe. Gazin û kîliyên Êzidyan çiqas rast bin
jî, divê ev bixwe jî, zanibin çi dixwazin û
vê bi ku dere ve herin. Hemû berpirs û
rewşenbîrên Êzidiyan divên di nav xwe de
zelal bikin, ku ev bi taybetî ji gelê xwe çi
dixwazin û çawa dikarin di nav civaka Kurdan,
ku piraniya wan misilman in, bijîn. Ne
hewceye ku were gotin, ev proje jî, divê li
ser bingeha rastî û demokrasiyê bin.
3.2 Hinek
rêxistinên Êzidiyan
Di vê demên dawî
de hinek rexistinên Êzidiyan hatine
damezrandin. Heta Partiyek bi navê Êzidayetî
hatiye damezrandin û hinek taybetiyan ji bo
Êzidiyan dixwazin. Ji ber ku ne bawerin
hikumeta Başûra Kurdistan mafê wan bide wan,
xwe bi her alî ve dikişînin. Ev rêxistin bi
dizî ji dibin “mehvanê” wezeretiya dereva ya
Tirkiye li Enqere. Herwiha pir dewlet û
rêxistinen Ereban wan vexwendî civînan û
hevdîtina dikin.
Li derveyî welat,
bi taybetî li Ewropa û Sovjeta kevin di vê
deme de pir civîn di nav Êzidiyan de çêdibin.
Di wan civinan de “serxwebûna Êzidiyan”
û “Êzidî ne Kurd in” li ser rojev ye.
Ev hewildan çiqas biçûk bin jî, nîşan dide,
ku êdî mirovên Êzidî ji bo mafên xwe
dixwazin tiştekî bikin. Ji ber ku ev di
meşandina siyasetê de nû ne, pir alozî
dikarin derkevin û li ser platforma siyaseta
navnetewî nikarin xwe û mafên xwe baş
biparêzin. Ku bi taybetî hikumeta Kurdistan
û rêxistinên Kurdan hewl û karên wan kom û
partiyên Êzidiyan biçûk bibînin, li wan
xwedî dernekevin, aloziyên mezin di nav
Êzidiyan û rêxistinên Kurdan di paşrojê de
dikarin derkevin. Ev rexistinên Êzidiyan
çiqas biçûk û dîtinên wan cudabin jî, divê
di nav civaka Kurdan de bi aza dîtinên xwe
eşkere bikin û werin hembêz kirin.
Entegrasyona hemû civak û olên Kurdistanê ne
wiha hesanê. Jiyana pir-rengî herdem
behnfirehî, sebir û baweriyeke demokrasî
hewce dike.
Beriya hertiştî
Êzîdî divên li ser hinek babetên jêrîn
ramanên xwe di nav xwe de zelal bikin:
-
Civaka Êzidî cawa dikare ciwanên xwe ji
bo perwerdekirinên bilind amade bike,
daku civaka Êzidiyan baştirîn were
parastin.
-
Guhartinên nû vê çawa û ji aliyê kî
werin çêkirin.
-
Pêşxistin û parastina çand û olan
Êzidiyan bi arşîfkirina zarogotinan,
ango mejuyê kolektîf, parastina zimanê
Kurdi, erf û edetên Êzidayetiyê bi çi
awahî vê çêbibe.
-
Rista mala Miran, bavê Şêx, civaka
ruhanî, û hwd. û rista wan li ser civaka
Êzidiyan ciye û vê çibe.
-
Pêwendiyên berpirsên Êzidiyan bi
hikumeta Iraqê û Kurdistan çawa dikarin
werin meşandin.
-
Leyistina rolekî aktif di siyasete
Kurdan û Iraqe de ji bo demokrasiye û
mafê Êzidiyan çawa giring e.
-
Destpêka prozesa rista civaka Êzidyan li
meselên hundurî: Ol û civak, erf û
edetên kevin û nû, nasnama Êzidiyatî û
Kurdî, û. hwd. li ser kîjan platformê
divê were şirove kirin û biryar werin
sitandin.
-
Pêwendiyên rexistinên Êzidiyan bi
rêxistinên xiristiyan, yahudiyan û
misilman re divê çawa bin.
-
Êzidî dixwazin an jî, naxwazin ku herema
Şengal bibe percekî herema Kurdistan.
4. Mafê û
xwestinen Êzidiyan di Iraq û Kurdistanê de
Beriya hertiştî
gelê Ezidî divê biryar bidin ku dixwazin an
jî naxwazin di herema Kurdistanê wek
hemwelatiyên Kudistanê bijîn. Ku biryareke
wiha bidin, êdî divê ji bo mafê xwe li
Bexdayê û Erbilê hewl bidin xwe.
Iro di Iraqê de 3
maf xwedî berpirsyar û mafê siyaseteke bi
hez in: Kurd, Suni û Şîi. Lê Iraqa nû divê
yekîtiya her civakan be û xwedî mafekî
wekhev be. Her hemwelatiyekî Iraqê divê mafê
wan ji bo azadî, aşitî, abori, civaki û olî
hebe. Ku Kurd mafê federalî dixwazin, divên
ji xwe jî bipirsin, ev di hundure herema
Kurdistan de bi rastî mafê hemwelatiyên xwe
û civaka wek Êzidyan didin. Bi taybeti
hikumeta Kurd divê “mirasa Seddam” û
siyaseta wî nepejrîne û bibe minak ji bo
demokrasiyê. Ev jî, bi parastina û asayiya
hemû hemwelatiyan û civakên destpêdike.
4.1 Taybetiya
Êzidiyan
Êzidî bi jiyana
sedsalan bûnê xwedî rêxistinên civakî, çandî
û olî. Di erf û edeten xwe de ji piraniya
civaka Kurdan cuda ne. Lewra mirov nikare
Êzidiyan tenê bi babeteka olî binerxîne.
Êzidi çiqas bi etnik Kurd bin jî, herwiha bi
jiyana xwe taybet in. Ev tê vê wateye ku
Êzîdî divên ji bo mafên xwe yên taybetî ji
aliyê Bexdaye û Hewlerê werin naskirin.
Piştgirtiyeke
aktîf ji Baxdaye û Hewlerê ji bo civaka
Êzidiyan bi afirandan. Pakêtek ji bo
pêşvebirina ola Êzîdiyatî, parastina
ziyaretên wan, pejirandina cejinên Êzidiyan,
pejirandina ola Êzidiyan di saziyên fermî
de, alikariya diravî (budget) ji bo çand, ol,
capemenî, û hwd. misagoriya naskirina
taybetiya Êzidiyan e.
Tenê mafê olî ji
bo Êzîdiyan têr nake û bersiva civaka
Êzidiyan nade. Berpirsyariya Êzidiyan bi
navê Êzidiyatî divê karibe di nav rêxistinen
dewleta Iraqê û Kurdistanê cihê bigir e.
Biryarên siyasî û
civakî û olî li ser Êzîdyan divê ji aliye
berpirsên Êzidiyan karibin her dem werin
veto kirin. Li ser guhartinên giring û
pêwist li ser Êzidiyan bê pejirandina
Êzidiyan çênabe.
Derxistina madeyên
taybetî di zagonê bingehî de ji bo
misagoriya parastina olî, perwerde û çanda
Êzidiyan gavekî herî pewist e.
Mafê hebûna
civakekê te vê wateye ku hemû saziyên
dewletê divên diji qirkirin, talankirin,
koçber û asimilekirin bi konevanî, aborî û
leşkerî derkevin.
Êzidî civakeke
kevinar e ku nahêle ku Kurd nasnameya xwe ya
kevin ji bîr bikin. Tunebûna Êzidiyan
tunebûna nasnameyeke kevin û hêja ya hemû
Kurdan e.
As. Prof. Dr. Ilhan Kizilhan
Institute of Democracy and Peace Studies
University of Konstanz
Ji dergush