Hoşeng Osê
Dastan
Hebû tinebû… hebû ez û tu.
Min ji te hez kir.
Te ji min hez kir.
Welat ji me hez kir.
Lêêêêê…
Beko hebû…Beko.
* * *
Kilît
Stêrvanekî, birîneke min xwend û got:
Despêka te, bêdawî ye.
Helbesta te, hişk û tî ye.
Xewna te lal û sêwî ye.
Arê dilê te vemiriye.
Kilîta birîna te...
di demsala pêncan de
ji salekê efsaneyî wenda bûye.
* * *
Gotina Kuştiyekî
Şev pênijî...
porên te, za.
Hîv keniya...
dêmê te, za.
Eelendê xwe meyand
lêvên te, za.
Ezman xwe guvaşt
çavên te, zan.
Hevremêş û berfê, hev hembêz kirin .. ramûsan dan hev,
bejna te, hûnandin.
De bêje…
bêje…
bêje...
çawa ez ê ne kuştiyê te bim, lêêê...!?
çawe ez ê karibim evîna te veşêrim
... çawa...!?
18/3/2002
* * *
Bang
Pênûseke zarok qîriya:
Gelî, tîp
gotin
helbest û xwendevanan
Gelî, çûk
demsal û daristanan
Di vê avdarê de
dilê çemekî penaber hatiye dizîn.
yê ku dîtiye
yan biriye
yan diziye
pîroz be li wî û sipas jê re.
Tenê, bera ji helbesta (Serxwşiya Dînbûnê) re dêje.
Şamê got: li gel min e.
Bêrûtê got: ew li gel min e
Dêrikê got: li gel min e
Dirbêsiyê got: li gel min e
Pêxembera viyanê û neviya ronahiyê keniya û got:
Na... na, ew li gel min e.
* * *
Pistîkek Li Bin Baranê
Li devera ku wateyan, lê dest bi sitrana xwe dikin
Te kuştina min bi dawî kir.
Cihê ku wateyan lê rêwîtiya xwe bi dawî kirin
Min dest bi giriyê xwe kir.
Nema zanim kîjan Adar bû..!?
kîjan Adarê, hatim kuştin..!?
* * *
Hissssss…
Ji baranê re nebêje:
Piştî sê hezar Adaran
ez ê werim cejna memikên te pîroz bikim.
Ji ber ku baran dizane.
Lê ewr û birûsk hîna nizanin.
* * *
Peyvek Şîn
Di gel çûkan radiza.
Di gel xewnan şiyar dibû.
Di gel bêdengiyê, şevê vedixwar.
Bi qasî biharekê dikeniya
û bi qasî ezmanekî digiriya.
Carna dibû govendek di gel agir.
û carna xewsivik û newêrek bû.
Di gel mirinê rêwîtî dikir.
Di gel min, her êvar, dihat kuştin
û di gel helbestê divejiya.
Şam 7/2/2003