Ji elmanî: Ferhad Ehmê
Ez û mirovekî xwe, me di ciwaniya xwe de dest pê kir çixareyan
bikêşin. Ne ji ber ku me tiştek baş di vê yekê de didît, yan jî me
di bêhna çixareyê de xweşiyek hest dikir, nexêr, me tenê ji xwe re
şabûnek xeyal dikir dema me ewrên ji dumanê ji nav devên xwe pif
dikirin. Ev adeta apê min bû û dema me lê temaşe dikir gava wî
çixare dikêşand, me wilo bawer dikir ku pêwîst e em li pey nimûneya
wî biçin. Lê em bê pere bûn, ji ber wê jî me dest pê kir quncikên
çixareyên ku apê min davêtin, bidin hev.
Lê belê ev quncik ji bilî ku ne pir duman ji wan derdiçû, timî peyda
nedibûn. Wisa me destpêkir pereyên hesin ji bermaliyan (xulaman)
bidizin da em çixareyên hindî pê bikirin...
Dizîtiya ku pir ji vê girantir bû, ew a ku pişt re min xwe ji ber
kirina wê sucdar dît. Dema ez duwanzdeh sêzdeh salî bûm, min ew
pereyên sifir didizîn. Lê diziya dî pêk hat dema ez panzdeh salî bûm,
wê carê min perçeyek zêr ji bazinê birayê xwe dizî..
Ev barekî pir giran bû, girantir bû ji karîna hilgirtina min. Min
biryar da ku êdî hew bidizim û min xwe amade kir li ser vê bûyerê li
bavê xwe mikur bêm lê belê min ceger nedikir ku biaxifim. Ne ji ber
ku ez ditirsiyam ku bavê min li min bixîne. Qet nayê bîra min ku ewî
carekê li yekî ji me xistibe. Tiştê ku ez jê ditirsiyam ew bû ku ez
jê re xemgîniyekê durust bikim. Lê min hest dikir, ku divîbû min
bida nav; lihevhatin bê mikurhatin çênedibû..
Dawiyê min biryar da, mikurhatinê binivîsim, bidim dest bavê xwe û
hêviya lêborînê jê bikim. Min ew li ser pelekî nivîsî û da bavê xwe.
Di vê nivîsê de min ne tenê gunehê xwe eşkere kiribû, belkû min
cizakirinek hêvî kiribû û min doz kiribû ku ew xwe di ber çewtiya
min de sucdar nebîne û xwe ji ber wê jî ciza neke. Min herweha soz
jî dabû ku êdî qet diziyê nekim.
Ez dilerizîm dema min ev lixwemikurhatin da dest bavê xwe. Ew wê
demê bi nexweşiya nasûrê ketibû û di nav ciyan de bû. Textê wî
depekî şayîk bû, min nivîs da dest û li hemberî text rûniştim.
Wî nivîs xwend, hêsir di ser dêmên wî re herikîn û pel şil kirin. Wî
kêliyekê çavên xwe bo hizirkirinê girt û pişt re pel qetand. Ji bo
ku bikaribe bixwîne, wî xwe rast kiribû, êdî wî dîsa xwe dirêj kir.
Ez jî giriyam. Min dikarîbû renckêşana bavê xwe bibînim. Eger ez
nîgarkêşek bûma, min ê îro jî bikarîba wî dîmenî nîgar bikim. Ew
wisa mişt jîn di hişê min de ye.
Ew firmêskên hezkirinê dilê min paqij û gunehên min tune kirin. Tenê
kesê ku hezkirinek wilo dîtibe, dizane bê ew çi ye. Wekî çawa di
sirûdan de hatiye nivîsîn: “Tenê yê bûye armanca tîrên evînê, hêza
wê nas kiriye.”
Ev bo min dersek praktîkî bû di Ahimsa ( Ne-Tundî) de. Wê demê min
ji bilî hezkirina bavekî tiştekî dî tê de nedidît, lê îro ez dizanim
ku ew Ahimsayek rewan bû.
Eger ev renge Ahimsa her tiştî di xwe de hembêz bike, her tiştê ku
ew bighiyê, diguherîne. Tu sînor ji hêza wê re nîn in.
Ev bexşandina bêmînak ne tiştekî xurustî bû li nik bavê min. Min
wilo guman dikir ku ew ê biqehire, xeberan bide û bi destan li eniya
xwe bixe. Lê na, ew wisa pir ecêb bêdeng bû û ez bawer dikim, ev
encama lixwemikurhatina min a vekirî bû.
Lixwemikurhatinek aşkire û vekirî girêdayî bi soza nedûbarekirina
gunehî, eger li ber wî kesê ku mafê wî û wergirtina wê heye, bê
dayin, şêweyê poşmaniyê ê herî paqij e.
Ez dizanim ku lixwemikurhatina min hestê ewlekariya herî bilind
derbarî min da bavê min û hezkirina wî ji min re di ser her pîvanê
re zêdetir kir.