|
18.08.07
Dîsa dengê nexêrê kete guhê me:
Êzdiyên herêma Şingalê yên bêguneh û
bêsûc hatine qirkirinê, dîsa xûna
êzdiyan hate rêtinê. 14-ê Tebaxê
sala 2007-a bû rojeke qetlê û
zulmeke giran ser êzdîxanê. Bû
rojeke reş. Em, êzdiyên temamiya
cîhanê, dilşkestî ne û heznî ne.
Agir û alav nav cegera me ketiye:
Dilê me dêşe... Bi destên qirêj yên
têrorîstan hêzên terî bi sedan
êzdiyan – meriyên Rojê – qirkirin û
dilê her êzdiyekî dinyayê birîndar
kirin. Ez ji bo malbetên şehîdan ra
û wisa jî qewm û xizmên wan ra
serxweşiyê dixwazim. Bila serê
êzdîxanê sax be! Ez temamiya
êzdîxanê ra dixwazim sebrê û tifaqê.
Vê demê her kesek, nenihêrî netew û
bîr û baweriyên wan, vê komkûjiya
meriyên bêguneh gelekî rûreş dikin.
Ev êrîşa hovane dijî hemû mirovatiyê
ye! Ez dixwazim wekî hemû êzdî
bizanbin, ku ne tenê kurdên ji dîn û
baweriyên mayîn temamiya êzdiyan ra
sersaxiyê dixwazin. Lê wisa jî ez
xûşk û birayên xweye êzdî agehdar
dikim, ku her piştî wê bûyerê min
nameyên serxweşiyê ji aliyê
ruhaniyên zerdeştiyan û xaçparêzan
ji hine dewletan standin, kîderê
ewana xemgînî û berketina xwe didine
kifşê û ji malên şehîdan ra
sersaxiyê dixwazin.
Eyan e, ku êzdiyên herêma Şingalê
mane tek û tenê, bê pişt û bêguman.
Wan deverên ku êzdî lê dimînin
hatine dorpêçekirinê bi musulmanên
fanatîk ji Al-Qaîdê va û dîndijminê
xûnxar va, kîjane timê gefa êzdiyan
dixwin û wan ditirsînin, êrîşî ser
wan dikin, wan qir dikin, mal û
milkên wan wêran dikin... Ev bûyer
ne ku tenê êrîşeke têrorîsta ne, lê
wisa jî ev dide xuyakirinê ku
armanca dîndijmina – valakirina axa
êzdiyan – ku nava hezar salan da tê
meşandinê, hê holê da ye. Qirkirina
êzdiyan, ku daxwaza kûştina ola
êzdiyan e, hasilkirina plan û
armancên ereba ye û wisa jî miletên
mayîn tevî dewlêtên xwe va. Ev bûyer
fermana êzdiya ne û berdewama Anfal
û Helebcê ye... ku berî ewil dijî
netewê kurd û Kurdistanê ye.
Plandarên van êrîşên, ku li Şingalê
û Mûsilê li himberî êzdiyan pêk
hatin, dixwazin axa êzdiyan ji wan
paqij bikin û nêta xweye qilêre
hezarsalan bînine sêrî – ser wî axa
pîroz ereba cîh bikin. Qirkirina
êzdiyan, malwêrankirin û
cîhderxistina wan wisa jî girêdayî
ye tev nêzîkbûna pirsa rêfêrêndûmê,
û vê dema xaosê ku li Iraqê da heye
ew bûyeran têne pêkhatin.
Hukumeta Îraqê li êzdiyan û herêma
wan qet nabe xweyî. Gûmana êzdiyan
dîsa dimîne ser hukumeta herêma
Kurdistanê. Ez hêvî dikim ku
hukumeta herêma Kurdistanê wê
deverên êzdiyan têke bin kontrola
xwe, wê pêşmerge û çekdaran bişîne
Şingalê. Êzdî îllahî pey vê buyerê
ra pir hewcê alîkariya hemû miletê
kurd û Kurdistanê ne.
Komkûjiya êzdiyan wek derba
xencerekî pişta temamiya netewê kurd
û Kurdistanê ra ye, ji ber ku
armancên vê komkûjiyê jî ew in ku
mirovên herêma Kurdistanê rakin berî
hev û şerê olê derxine meydanê,
herêma Şingalê ji êzdiyan vala kin,
dema rêfêrêndûmê da boy ereba
serketin çê kin.
Ev komkûjiya êzdiyan sûcê me gişka
ye: Me tu tişt nekir ku bibine xweyî
û piştovaniyê li êzdiyên devera
Şingalê bikin. Roja îroyîn hebûn yan
tunebûna Kurdistanê yektiya netewê
kurd va girêdayî ye. Lema îro jî me
ra lazim e tifaq. Ez gûman im, ku wê
hukumeta herêma Kurdistanê tedbîrekî
bibîne û bide ber wan êrîşan, û wisa
jî wê hemû tiştan bike ku êdî xûna
êzdiyan neyê rêtinê. Wê alîkariyê
bide malbetên wan kesên ku hatine
kuştinê, birîndarkirinê û
malwêrankirinê.
Hukumeta herêma Kurdistanê îro mijûl
e bi pirsên çetin û giran va, lê
gerekî çareserkirina pirsgirêka
êzdiyan neyê bîrkirinê! Ez guman im,
ku pirsgirêka êzdiyan wê hukumeta
herêma Kurdistanê bide ber hesaba û
binêre wek yek ji pirsên here ferz,
bibîne riya çareserkirinê û sahabiyê
li êzdiyan bike.
Ez wê buyera komkûjiya êzdiyan bi
tundî şermezer û protêst dikim. Ez
dibêjim: Ûrt û ocaxên nemerdan û
têrorîstan biqele. Ez têror û
jênosîdê ra dibêjim: „Na“! Ez
xweyîkirina Şingalê bi tevî êzdiyan
va û dîtina wê deverê nav herêma
Kurdistanê da dibêjim: „Belê“!
|