De ka em şkestinên xwe bi hevudu
bihekînin
tu kulîlkên ji dara behîvê bîne
qurtek ji ava hewtikan ji min
tu dengê zarokan ên ji lîstikê
ku li pişt şibakê olan dide
ewrên sipî ên di şîna ezmên de
nîgarkirî ji min
tu wîçewîçe çûkên bi peroşê
ketine bîne
nêrgiz û sosin ji min
tu şevên bi çîroka neqişandî
rayêxe li ser bedana min
xeyalên ku min ji xwedayan dizîn
ji min
tu biharê bîne çiya,gund û
bajarê min
newroz,agir û govend ji min
tu xwe bi keskesorê bixemilîne
xatirxwestina çiruskîn ji min
û careke din..!
heke rojê serê xwe li jiyanê
hilda
sûnd û peyman ji te re
ezê bi hêstirên xwe
ên ku ji derzên bêbaweriyê dizên
deryayan biafirînim
ji quling û qeqlîbazan re
û albatrosan vexwendî bikim
û heke rojê serê xwe li jiyanê
ne hilat
ji xwe tudizanê;goristan im
xwelî dibare ji çavê min
ku tu bixwaze gotina min a dawî
bibihîse
dizanê;mirî naxivin
bi t enê bîner û guhdar in
û hinekî sahw dibarin
hinekî sar in ruyên wan
gavên wan bêdeng
dilênwan jî ax in
çiroka wan:navek û çend hijmar
li rûpelê kevirî nivîsî û
nexwendî
* * *
ne li bajarê ku tu lêyî me
ne jî ê ku tu ne lê
ne beriya te ne jî bi du te re
me
hema belkî nihayek ku bi
vêketinê re ditefe me ez
dizanim,ne bi zimanê te ye
zimanê min
lê tu jî tî dibe,bi tenê vê
dizanim
û dizanim ku heyamekê te jî ji
êgir hez dikir
her çend te û rojê li hevudu ne
dikir jî
hemwalatî bûn em
çiqas hebûna jî têlên direhî
çend bost bûn navbera me
niha dîwarên bilind lê dikin
dibêjin wê ezman ji hevudu bê
veqatandin
û rojê jî li hevudu leva bikin
pir ditirsim;ku êdî bê roj û
ezman bimînim
de,ku tu min dibihîse
şkestin ên xwe li milê xwe ke û
bi lez bide rê
ez li xelaseka rê li benda te me
heger te ez nedîtim jî
min şkestinên xwe di latekî de
veşartine
ku tu zimanê kêvir bizanibe dê
derî vebe
ku derî vebû şkestinên me bi
hevudu bihekîne
dê roj jê derê,dê biharên
destlênebûyî jê bipijiqe
nihakê bi xatirê te
dar bangî min dike
civîna me heye
dibe ku em biryara venegerê
bidin
dizanê!?li bendate me
li xelaseka rê
* * *
NÎŞE:
Ger tu li min bigerê
carina di hundirê bê de me
a ku deryayan radimusê
carina di dengê dilopa baranê de
me
di dengê şkestina çeqla darê de
carina di dengê dilê te ê ku te
jibîrkirî
carina di bêhna te a ji biharên
ku te windakirî de me
û di kurahiya xewna te a di
soriya berbangê de me
di wê kêliya ku bedan a te rihê
te dibe de me
li a ku di awêneyê de naxwiye
biner
lî dîmena herî dawî
bi kulingê xwe bi kurahiya xwe
ve dakeve
bi bîrên xwe ve
bi tariya herî kûr a ku herî
nêzî roniyê ye
li dengê xwe ê herî pêşîn
li rengê xwe ê herî zelal mikur
were
bi çiyayên ku hînî gavên
dijminan nebûyin hilkişe
bide rêyên xwe ên bê pasaport
rahêje ala xwe a ji gul û
beybûnan
li zeviyênxwe li ba bike
di siya alê de me
ku te zimanê siya alê fam kir
wê deriyek vebe
ez li xelaseka rê li benda te me
dest li pêtiyê bide
çîroka wê heye
baş lê guhdar be
dibe ku tu jê fam neke
lê dîse jî jê hez bike
bi qasî ku tu ji zaroka xwe hez
dike
li dilê wê guhdar be
li rihê wê
bihêle pêt te biramuse
bihêle ji te hez bike
ku arê hizkirina te xwe li ber
bayê pêtiyê berdan
tu dê bibe xwelî
wê bayek rabe ji çiyayan
dê ji hevudu belav bibe xweliyên
te
li vê erdnigariyê zagona
hezkirinê ye ev
hez kirin xwelibûyine hinekî
me dê rojek fam bikirina belkî
sir a ronibuyina şevê
û germbûyina zivistanê
helbet nanasin em gavên xwediyê
kolnan
û xêliyên baranan
ên ku di xewnên me de dilîlinin
navên wan jî pirzik in li zimanê
me
belkî rojekê
belkî rojekê ku xweliya wan li
me hate xezebê
ku çiya bi dû tola ewladên xwe
ketin
ku stêrkan biryara xwe teqandinê
kirin
ku deryayan masî masîwan ji xwe
daweşandin
di asoyên qêrînen te de rûniştî
me
di awrên te yên bi êgir sûkirî
de me û
di kulma te ya jidiyayî de me
di pora te ya ku bi bayê azadiyê
li ba dibe de me
û herî pir di hezkirina te ya di
pêşerojê de me