Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

18 July 2007 01:11

 

Berzo Mehmûd

 

Morfêma  (-e) yan (-ê) di dawîya karê nihokê de di zimanê Kurdî de?

Berzo Mehmûd


KÊŞE

Di zimanê Kurdî de, nemaze yê axaftinê, karê nihokê/ranebirdû (simple present) bi karayê kesê sêyemê tak re (third person, singular subject)  morfêmekê werdigirê ku dikevê şêweya (personal endings) de. Giriftariya vê morfêmê ew e ku ew jî bi çend şêwedengên ciyawaz diyar dibê ligor navçeyên axaftinê, ji ber wilo jî ev parçebêje/morfêm şêweya xwe di warê nivîsînê de jî diyar dikê. Lewre emê vê morfêmê bidin ber lêkolînê û  şêweyên wêyên têvel diyar bikin, û raya xweyî dawî li ser vî babetî bi encam bidin. Ji bilî wilo jî ez dixwazim şêweya (-ê) di nivîsînên xwe de bikar bênim, bê ku em serjêkirinê ji vayên dîrtir re bênin. Herçende em vê yekê dixwazin, ango hilbijartina şêweyeke standard baştir e ji gelek şêweyên têvel. Jiber ku ev mafê han yan birryara han di destê komîteyeke zimanvanî de ye, yan jî kongireyekî taybet bi zimanzanên Kurd ku birryara dawî di vê kêşeyê de û di gelek kêşeyên dîtir de bidin.

Şêweyên Morfêm (allomorph)

Wek me berî niha jî got ku ev morfêm morfêmeke pabend e, û pabendbûna wê ew e bi dawiya karê nihokê (simple present) ve tê. Lê ya ku aloziyê dixê vî warî de têvelkirina şêweyên ciyawaze, ku li ser yek normî ranawestê. Ev guhartina han di şêweya morfêman de di zimanvanî de (allomorph - elomorf) jêre dibêjin. Wek çawe (allophone) di warê dengsazî de hebû ku di zimanvaniya Kurmancî de jêre tîpên cêwî digotin, wilo jî (allomorph) di warê morfosazî de heye[i].

1. Pelemorfa (-ê)

Li nav Kurdên Sûriyê du şêwemorfêm diyar dibin, ku yek ji wan herdiwa (-ê)ye ya ku li bareşê Qamişlo bikar tê, wek:

diçê         diç
dixwê      dixw
dibê         dib,
dikê         dik

2. Pelemorfa  (-i )

Belê li devera rojavayê Qamişlo li şûna (ê), dengekî nêzîkî (-ê)ya kurt, biser (i) de diçê, bikar tê, wek:
diçi           diç-i
dixwi         dixw-i
dibi            dib-i
diki            dik-i

3. Pelemorfa (-it)

Di hin zarên Kurdî yên dîtir de, nemaze li devera Badînan û û hin deverên Botan, şêwe morfêmeke dîtir bikar tê, ku ew jî: (-it).
dixwînit     dixwîn-it
dikit          dik-it
dibêjit      dibêj-it

4. Pelemorfa (-êt) û (-at)  

Li hin zarên dîtir (-êt) peyda dibê, jibilî ku (-at) di hin karên taybetî de di zarê Soranî de bikar tê, wek: 

Soranî

kurmancî

kurmancî

(Xwardin) 

dexwat

dixwê

dixwe

(Kirdin)

dekat

dikê

dike

(Royiştin)  

derwat

dirrê

dirre


2. Di zimanê Kurdî yê nivîsînê de, kesê sêyemê tak bi karê nihokê re morfêmeke dîtir werdigirê ku ew jî dengê (–e) ye, ku her ev jî li nik Celadet Bedirxan hatiye, û eva han jî li nik piraniya nivîskarên zarê Kurmancî yên nivîsîna tîpên latînî wek şêweyeke standard bikar tê. Nimûne jî evin:
 

regê kar – e  

 

Azad berxan dibe  çolê

dib-e

Zara gelek hez şêraniyê dike

dik-e

Apê min jiber jana serê xwe dinale

dinal-e

Reşo sêvan dixwe

dixw-e

Ev xort gelek tiştan dizane

dizan-e

Inca em dikain bêjin ku morfêma kesê sêyemê tak bi çend şêweyan diyar dibê, ku ew jî wek:  

jimar

morfêm

devera axaftinê

1.

(-ê)

Piraniya zarên Aşîtan û piraniya Zarên Soranî û Mukiryanî,

2.

(-i )

Li deverên rojavayê bajarê Qamişlo

3.

(-it)

Hin zarên Badînanî, û devera Botan

4.

(-at)

Bi çar karên zarê Soranî re tên

5.

(-e)

Zarê xelkê Bişêriyê û nivîsîna Kurmancîya Latînî.

 

Hilbijartin û Birryar

Di baweriya min de ev morfêmên bi şêwedengên têvel ku di axaftinê de peyda dibin nabê rengê xwe di nivîsînê de bidin. Ya dîtir jî ewe, eger îro em nikarin vê kêşeyê çareser bikin, eva han jî jiber nebûna dam û dezgehekî zimanvanî ku van kêşeyên han bi xwe bigirê û wan çareser bikê, da ku em hin bi hin, gav bi gav ber bi yekîtiya zimanê nivîsînê ve biçin eger ne li ser riya zimanekî netewî yekgirtî jî bê, lêbelê bi kêmanî li ser astê yekîtiya zarekî di zimanê nivîsînê de peyda bibê, ku eva han jî dibê bingehek jibo avakirina zimanê netewî. Ez gava vê yekê pêşniyar dikim, ez morfêma (-e) ya ku mîr Celadet Bedirxan wek şêweya standard daniye, drust nabînim, neku ne şêweyeke rast e, lêbelê ez dengê (-e) wek morfêmeke yekgirtî ji zimanê nivîsînê re napejirênim. lewre jî ez, ji despêka nivîsîna xwe ve ku vedigerê berî bîst salan, dengê (-ê) li şûna (–e) bikar tênim. Sedemên vê jî evin:

1. Dengê (-e) di nav zarekî Kurdî berteng de bikar tê, nemaze xelkên Bişêriyê û hinên dîtir, lê belê dengê (–ê) ku ew jî li kesê sêyemê tak vedigerê, û hincar wek morfêmeke serbixwe ku cênavê serbixweyê sêyeme, wek:

Ê werê, bere destê xwe hildê
Ê ku dara dixwê, ne wek yê ku dara dijmêrê

regê kar + ê
Azad berxan dibê  çolê
Zara gelek hez şêraniyê dikê
Apê min ji ber jana serê xwe dinalê
Ew sêvan dixwê
Ev xort gelek tiştan dizanê
 

2. Ya dîtir jî ewe, di baweriya min de ku Celadet Bedirxan berê xwe daye (-e) neku ji ber pirbûna belavkirina (-e)yê di axaftina zimanê Kurdî de, lê belê ji ber ravekirineke şaş hatiye ku ew jî tevlîhevkirina vê (-e)ya ku em bi karê nihokê ve pabend dikin dema karayê ristê kesê sêyemê tak bê, ew jî ligel morfêma (-e)ya kopiyûla ya ku di vê ristê de tê: (Azad qenc e) ku nêzîkî (is)a Ingilîzî û (est)a Firansî û Farisî ye, wek ku di van nimûneyên jêrî de diyar dibê:

Ingilîzî                                Farisî                                 Kurdî
Azad is good                    Azad baş est                   Azad baş-e
                                          
Azad xob est
                     

Li vî awayî, morfêma (–e) li nik Bedirxan bûye nîşana kesê sêyemê tak û bi karê nihokê re tê, wek:

Azad dipeyiv-e
Azad dipeyiv-ê

3. Morfêma (-ê) wek şêweyeke standard di zimanê nivîsînê yê zarê Soranî li Kurdistana Iraqê û li Kurdistana Îranê bikar tê. Ev yeka han jî ji min re bû sedemek serekî jibo hilbijartina  (-ê) li şûna (-e), ku eva han jî di zimanê nivîsîna min de ji zû ve diyar e. Mebesta min jî her ew e ku em kar bikin di rêya hewldanê jibo yekîtiya zimanê nivîsînê di zimanê Kurdî de pêkbênin. Ji ber vê jî ez dibînim ya baş ew e, em –ê li şûna –e bi dawiya karê nihokê ve bênin, helbet neku nivîsîna –e şaşe. Lê armanca min ewe em zarên kurdî nêzîkî hev bikin û ber bi zimanê standard ve herin.   

 

[i] Di baweriya min de zimanê Kurdî pêwîstî bi zaraweyên zimanvanî heye, nemaze ku di siyaqa ravekirinê de werin, da ku di cihê xwe de bên. Di vê bafîkê de bêjeyeke Kurdî tê bîra min ku ew jî (pele)ye ya ku di peyva (peledîn / peledînî) de tê, mebest jê ewe ku peyva (dîn) ne bi wataya dînê tekûz ya dînê birra, lê pêlna dîne û pêlna haşta, li ser vê watayê ez wa dibînim ku (pele) di warê zaraweyên nû de bikar werê. Lewre, (pelemorf) beramber (allomorph) başe. Ya dîtir jî ewe ku du morfêmên dîtir ji me re divin, ew jî (pamorf)in, ango ew morfêmên nakevin ber standaratiyê de, lêbelê ji wan morfêman re (şamorf) dibêjin yên ku şêweya standard wergirtine, eva han jî neku ji xwe re hate bîra min, lê ez ligor danîna zaraweyên (pariste) û (şariste) çûm, yên ku Mamosta Mes'ûd Mihemed sazkirine.. Inca  emê van şêweyên (pelemorfan) berçav bikin û raya xwe di hilbijartina yekî ji wan bidin ku bibê (şamorf) 

berzomehmud@myway.com

 


 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1