|
Di van dehsalên dawiyê de,
wişeya „standart“ wek „synonym“/hevwateya „yekgirtî/yekgirtû“,
di gengeşe û guftûgoyên, di derbareyê zimanê
Kurdî, yê pirr-zarave, pirr-rêziman û
pirr-alfabêt de, tê bikaranînê.
Lewre, standartgerî, wek têrm, bi Kurdî, berî
her tiştî, kêşe, problematîkî û pirsgirêkên
zimanê Kurdî, li bîra mirov tîne.
Heta aneha, pirr kongire(dawîtirîn kongire di
navbera 22-24. 05.07an de, li Hewlêrê, pêk hat
), konferans, hizir, bîr, boçûn, hypotez û
nerînên cihêreng, di derbareyê standartkirina
zimanê Kurdî, yê berbelav û bela-wela de, hatine
lidarxistnê.
Li seranserî vê xirecir û gerra li
standartgeriyeke bi Kurdî, zarê Kurdan, ku wek
zimanekî pirrzarave hatibû naskirinê, bû „zimanekî
pirrziman“. Di serencamê de, her Kurdek, li gorî
gerdiş û rabûnûrûniştinên zaraveyê xwe, çû
standartgeriyê. Lewma hin Kurd bûn „Soranîst“, û
„bavên“ kurmanciya latînî, bi „toranîzmê“, „Impiryalîzmê“
û „Ataturkizmê/Kemalîzmê“, tawanbar kirin.
Hin bûn „Kurmancîst“ û „sorayên“ xwe, bi gunehê
„şovenîstiya zaravperestane“, şewitandin û ew
hilanîn û dananîn.
Hin bûn „Sormancîst“ û bi nîvê darê kurmanciyê
girtin û wek çareseriyeke „nîv-Kurmancî“ û „nîv-Soranî“,
doza „zewaca“ herdu zaravayên „sereke“, bi hev
re kirin.
Hin Kurdên din jî, man „Zazayîst“ û „Hewramîst“
û serê xwe ne bi „jorê“ Kurmancî, ne jî bi „jêrê“
wî, neêşandin. Ew, wekî adetên zaravayên xwe,
mîna „Kurdên li derveyî „standartgeriya bi Kurdî“,
man, û Kurdiya xwe li gorî bejna zaraveyê xwe
pîvan.
Bê guman, gengeşeyên di derbareyê pirsgirêkên
standartkirina zimanê Kurdî de, ji demeke dûr ve,
dest pê kirine. Lê taybetmendiya gengeşeyên van
herçend salên dawiyê, ew e, ku ew ji mentiqê
danûstandinê bihtir, ber bi mentiqê pevçûn,
qayîşkêşan û qerqeşûnê ve, çûne.
Xwediyên van qerqeşûnan yek nameyê radigihînin:
„Ez û ne ti kes“...“zaraveyê min û ne yê ti kesî“!
Her ku „şerrên devjenkî“, yên di navbera „sormançist”
û „Kurmancîst“ên Kurd de, derdikevin holê,
şerrên di navbera „zaraveyên quraanê“ de, li
bîra min tên.
Wek tê zanîn, berî ku „quraana standart“(ku
qurrana îro berdest e), were danîn, û di yek „mishefê/pirtûkê“
de, were bicihkirin û civandin, gelek quraanên
cihêreng û cihêzarave, hebûn: Bo nimûne, mishefa
Ebî Bekir, mishefa mezintirîn ilmdarên quraanê
Edullah Bin Mesûd, mishefa şêxê quraanxwênan Ebî
Bin Kehb, mishefa Ayişê, mishefa Hefsa, mishefa
Omer Bin Elxetab, mishefa Zeyd Bin Sabit( كتاب "المصاحف"
للحافظ أبي بكر عبداللّه بن أبي داود السجستاني
المتوفي سنة 316/929م، تصحيح د. ارثر جفري، ط1.
الاُولى، القاهرة 1355 هـ/1936م)
Paş mirina pêxemberê Islamê, di dema xîlafeta „Osman
Bin Effan“ de, ev „mishef“ tev, di yek mishefê
de, hatin berhevkirin û ji wê çaxê de, navê wê „mishefê“
bû „mishefa Osmanî“(li ser navê xelîfê Islamê,
yê wê demê Osman Bin Effan, hate binavkirinê).
Tê bawerkirin, ku quraan, „bi heft tîpan, ji
asmanan hatiye hinartinê“.
Di ilmê quraanê de jî, „heft tîp“, li ser astekê
ji astên xwendin û şirovekirina quraanê, li gorî
pirraniya şiroveger û qurranzanan, wateya „zaravayên
hozên Ereban“ dide.
Ji dîroka qurranê diyar dibe, ku ji nav hemî
zaravayên Ereban, yên wê demê, ku quraan, bi wan
hatiye nivîsandin, zaravayê „Qureyş“, ku
zaravayê desthilatdariya Islamê û pêxemberê wê
bû, bi ser ketiye.
Di hedîsekî ji hedîsên „sehîh Elbuxarî/صحيح
البخاري“ de, serkeftina zaravayê Qureyş, ku çawa
bû zaravayê quraanê, baş tê eşkerekirinê.
Di wî hedîsî de, „serkeftina zaraveyê Qureyşiyan“,
weha tê baskirin: „Eger we û Zeyd Bin Sabit, li
ser hin tiştan di quraanê de, li hev nekir, li
zaraveyê Qureyş vegerin û gotinên pîroz bi wî,
li nivîsandinê bidin, çimkî Xwedê quraan bi wî
zaraveyî, hinartiye“.
( صحيح البخاري‚ كتاب فضائل القرآن/4604)
Weha „gelek quraan“ bûn „yek quraan“ û gelek
zaraveyên hozên Ereban, di yek zaraveyî
de(zaraveyê Qureyş), ku wek „zaraveyê Xwedê“
hate qebûlkirin, hatin yekkirin û standartkirinê.
Ji 1400 û vir de, Ereban wisa bawer kir(û bi wan
re jî, hemî Misilmanên dinyayê), ku Erebiya
quraanê(ku bixwe zaraveyê Qureyşiyan bû), zimanê
Xwedê, yê standart e.
Ji wî Xwedayê standart(Allah/الله) ve, tê
bawerkirin, ku zimanê wî(Erebiya Qureyşî) ,
zimanê standart e, hem li „vê dinyayê“ û hem li
„wê dinyayê“; hem li erdê û hem jî, li asmanan.
Weha, „Erebiya bilind“, di nav Ereban de, bi
rêya „Islamê“, wek „Erebiyeke standart“ rûnişt,
çaxê ku ew „Erebiya bilind“ wek zimanê „Xwedayê
bilind“, „pirtûka bilind“, „dînê bilind“, „nimêja
bilind“ û „pêxemberê bilind“, hate pejirandin û
bawerkirin.
Zimanê Erebî, heta bi vê demê jî, paş dora 1400
salî ji standartbûyînê, hîn jî li gorî rêziman û
gramêra wî „zaraveyê Xwedê/ zaraveyê Qureyş“, yê
„pîroz“, tê xwendin û nivîsandin.
Weha, di nav Ereban de, li şûna gelek
Xwedayan(Allat, Elizza, Elmenat…htd.), „Xwedayekî
standart“(Allah/الله), û li şûna gelek aliyên
Xwedê û gelek kehbeyan(Mekka, Beyt Seqîf, Beyt
Allat, Necran, Şeddad Eleyadî, Zî Elşera, Beyt
Riza, Beyt Elizza, Rehîm...htd), „aliyekî/kehbeyeke
standart“(Mekka/مكة), û li şûna gelek zaraveyan,
„zaraveyekî standart“(zaraveyê Qureyş/لهجة قريش),
bi ser ket.
Ev modêleke standartgeriya berî 1400 salî ye.
Lê ya balkêş, paş 1400 salî, îro ew e, ku di
guftûgoyên derbareyê standartkirina zimanê Kurdî
û herweha „afirandina zimanekî yekgirtî“ de, ku
hindek ji xwediyên wan, ji „alfabêta zimanê
Xwedê“, nayên xwarê, mirov dikare „îdyolojiya
standrtkirina quraanê“, bi gengazî û zelalî, di
paşxaneya nêrînên wan de, bixwîne.
Lê standartgeriya bi Kurdî, paş 14 sedsalan, ji
standrtkirina Erebî, ku wek zimanê Xwedê, hate
pîrozkirin, îro, bê guman, tam kêşe û pirsgirêka
qonaxeke din, wedayekî din û mirovekî din e.
Herçiqasî, ku hindek zaraveyên Kurdî, di têkstên
hindek qonaxan de(bo nimûne têkstên Êzîdî û
Yarsaniyan) , wek zaraveyên Xwedayekî bi Kurdî,
hatibin pîrozkirin jî, lê dîsa ew zaraveyên
Xwedayên bi Kurdî, ji ber bandora „fitûhatên“
zimanê Xwedayên yên din(zimanê Xwedayê Islamê û
pirtûka wî), mîna zaraveyên Xwedayên „herêmî“,
marjînlkirî û çewisaw, man.
Ji ber sedemên kampanyayên „dagîrkeriya pîroz“,
ku ji hêla zimanên Xwedayên yên din ve, li dijî
ziman, dîrok, ciyografî û xelkên Xwedayê bi
Kurdî, hatin kirinê, Kurdî(bi hemî zaraveyên xwe),
mîna xelkên xwe, yên bindest, ma zimanê „Xwedayê
bindest“, „nimêja bindest“, û „pirtûka bindest“.
Di Kurdiya halê hazir de, îro, bi qasî nêrîna
min, zaraveyên „pîroz û ne-pîroz“, „Xwedayî û
Şeytanî“, „serkeftî û binkeftî“, „rast û ne-rast“,
„baş û ne-baş“, „bilind û nizim“, „rewa û
ne-rewa“, tune ne.
Bi ya min, hemî devok û zaraveyên Kurdî, kurt û
Kurmancî û rewa ne:
Ew rewa ne, çimkî ew, wek rêyalîteyeke bi Kurdî,
hene û li dar in.
Ew rewa ne, çimkî her zaraveyek, bi qasî „weqî û
mîzênên xwe“, hindekî ji rewayî û rastiya Kurdî,
distîne.
Ew rewa ne, çimkî Kurdî têra hemiyan dike.
Ew rewa ne, çimkî hebûn wek mafekî rewa, hêjayî
hemiyan e.
Ew rewa ne, çimkî Kurdî bi hemiyan re, rewatir,
xweşiktir û şêrîntir dibe.
Dibe ku zaraveyek ji zaraveyên din, pêşketîtir,
ferhengferehtir û bi demê re, guncawtir be.
Dibe ku zaraveyek, li gorî helûmercên Kurdistana
berdest û heyî, ji zaraveyên din,
desthilatdartir, bizortir û bibandortir be.
Dibe ku zaraveyek, li ser asta rêjeya axaftin û
danûstandinê, ji zaraveyên din, bihêztir,
mezintir û xurttir be.
Lê bi ya min, ev „taybetmendiyên superlativ“, di
zaraveyekî de, îro roj, nikarin rê, bi qasî ku
tê hêvîkrin, bibin standartgeriyeke bi Kurdî.
Standartgerî, berî her tiştî, lihevkirin e, lê
ne ferzkirin e.
Ew, biryareke kolektîv, ji jêr heta bi jor e, lê
ne biryareke bi darê zorê, tenha, ji jor heta bi
jor e.
Ew, dilferehî, dilxwestin û dilkirîn e, lê ne
diltengî, dilêşandin, û dilhiştin e.
Ew, hevgirtin e, lê ne hevgunehbarankirin e.
Ew, danûstandin e, lê ne hevmarjînalkirin e.
Ew, lihevbuhartin e, lê ne hevmehkûmkirin û
tolvegirtin e.
Ew hevazadkirin e, lê ne hevdîlkirin,
hevriswakirin, û hevbindeskirin e.
Standartgeriya bi Kurdî, ne Kurdiyeke hindik, lê
gelek Kurdî ye. Ne tenê hindek Kurdî, lê hemî
Kurdî ye.
Wek hêvî û daxwaz, her Kurdek, li ser asta
teyorî û gotinê, bêriya zimanekî yekgirtî, dike.
Lê wek rêyalîte jî, her kes ji zaraveyê xwe,
bihtir, ji hemî zaraveyên din, hez dike.
Her kes zaraveyê xwe, ji zaraveyên yên din,
rasttir, şêrîntir û resentir, dibîne.
Her kes zaraveyê xwe, wek koka zimanê Kurd û
Kurdistanê, li qelem dide.
Her kes dibêje „zaravayê min û ne zaravayekî
din“.
Ji ber van sedemên „ezperestane“, her ku basa
standartkirina Kurdî û kurtkirin û puxtkirina wî
di zaraveyekî de, tê kirinê(bo nimûne Kurmanciya
jêrîn/ Soranî), Kurdên zaraveyên din,
rêyaksyoneke dijwar nîşan didin, û bi
bêrîkirineke mezin, li „maka“ zaraveyên xwe,
vedigerin.
Rêyalîteya berdest, ku Kurd tê de dijîn û ji wê
tên, dibêje: Kurdî, ne bi hêviyan, ne bi
xweziyan, ne bi tilîliyan, ne bi rêyalîzekirina
biryarên jorê, û ne jî bi piştgiriya darê zorê,
nayê yekkirin û standartkirinê.
Dibe ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, sibê,
biryareke wisa bistîne, ku di serencamê de,
„Kurmanciya jêrîn“ wek Kurdiya standart û fêrmî,
bide qebûlkirinê.
Jixwe, bêyî biryareke wisa jî, desthilatdariya
fêrmî, wek ku diyar e, çavên xwe li „soranî“,
wek Kurdiyeke fêrmî, li Kurdistanê, miç kirine.
Lê li vir, çend pirs, mezin û dirêj, dimînin:
Aya Kurdên Kurdistanên din, yên nebûyîn, ku ji
wan, dora 80% Kurmanc in, dê çawa herin vê
standartgeriya bi zorê?
Ev Kurdên, ku hîn ji zorê heta bi zorê ne, dê
çawa ji nuh ve, bi darê zora bi Kurdî, werin
standartkirinê?
Ev Kurdên ku ji heyamên dirêj ve, ji zimanê xwe
mayîn, dê çawa ji nuh ve, hîn bibin, ku ji zora
zimanên yên din, xwe di zora zimanê xwe, yê bi
darê zorê de, wer bikin?
Ev Kurdên, ku bi zorê nebûn Kurdên yên din, dê
çawa bi zorê bibin yên xwe?
Ma ev zor, ne ew zor e?
|