HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

  rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 

DI ÊZDIYATIYÊ DE REFORMÊN LI GOR XWASTIN AN JÎ NE XWASTINA ME ÇEBÛYÎN
GELEK IN

 
RASTXWANDIN Û NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ
 
ERDÊN ÊZDIYÊN LI BAŞÛRÊ ROJAVAYÊ KURDÎSTANÊ (Sûriyê)
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


ERDÊN ÊZDIYÊN LI BAŞÛRÊ ROJAVAYÊ KURDÎSTANÊ (Sûriyê)

 rojava.net 18.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Kemal Tolan

Li gorî lêkolînên hinek dîrokzanan, di wextê salên nêzî 1500 B Z de, li derûdora çiyayê Araratê û ser erdê Kurdîstana îro împaratoriyeke xurt bi navê Xaltiyan hebûye.

Dîrokzan dibêjin: “Xaltî di sala 1500 B.Z de li Araratê û Kurdistana navîn de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bû. Tospa- (Wan) paytexta Xaltiyan bû. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kirin, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryaya Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene. (13:55-57)” 

Min jî di lêkolîna xwe ya bi navê, “Êzîdiyatî haveynê mirovatiya li Mezopotamiyayê  ye, Urartu anjî Orarto yan pêşiyên Êzîdiyên Xaltiya ne? (Birêne li çavkanî:14)“ de, daye xwanê ku heta niha hêjî ev navê Xaltiyan di nava kurdên Êzîdî de hatiye xwedîkirin û hêjî piraniya me Êzîdiyan xwe Xaltî dihesibînin. Îro çend eşîrên Xaltiyan mane û niha hêjî li kurê dijîn?. Bersiva vê pirsê birêne li  kitêba K.Tolan: “Hebûn û Tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindî ne”.

Wekî dinê jî, raste ku li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin û her yekê bi sedemên başqe başqe û gelekan ji wan jî ne xwastine wê Împaratoriyê bi kokeke Kurdan ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên wan ne gotine jî ev in:

  • Piraniya lêkolînavanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi kurdîtiyê ve girêdin.
  • Xweya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzîdiyan de hêjî têne parastin hebûye.
  • Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzîdiyatiyê kifş bikin.
  • Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzîdîxan û Kurdîstanê bikin jî, lê gava ewan bahsa  ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, wan nikarîbû bêyî bahsa rewşa kurdên Êzîdî gelek tiştan diyarbikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahûdî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma Şah, Xelîfe, Sultan, Paşa, Mîr, Beg, Walî, Axa, Jendirme û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên dagirker ku li kurdên Êzîdî kirine bikin.
  • Û h.w.d.

Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzîdî û Musilman. Her weha hêjî gelek nêrîn an jî agehdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzîdiyatiyê  birêz bike .

Herçiqas ne bi temamî û bi kêmasî be jî, ez dixwazim niha dîsa bi alîkariya Zargotinên me û hinek berhemên dîroknas û lêkolînvanan, çend nimûnan li ser kronolojiya dîrok û rewşa Êzîdiyên Sûriyê nêrîneke xwe diyar bikim.

Em dîbînin, gava Împaratiriya Xaltiyan hilweşiyaye, ew Êzîdiyên li hemû deverên Mezopotamiyayê û yên li derûdora Şam-Helebê jî ketine bin bandora gelek împaratoriyên (yên weka ya Kasiyan, Mîtaniyan, Nehriyan, Mûşkiyan, Urartuyian, Mannaiyan, Mediyan, Sassaniyan, Bîzansiyan û whd.) dinê.

Di zargotina me de xwanê ye, wexta ku Kurdîstan bi sînorên dewletên dagirker bûye çend perçe û şûn de jî, dîsa çûn û hatina di nava Êzîdîxanê de hebûye. Ji xwe di wê demê de Êzîdîxan ji Êzîdîyan dagirtî bûye û Mîrê Êzîdîxanê, hingê li gorî rewşê Êzîdîxan kiriye heft herêm û her herêmêk Tawisek bi navê wê kifş kiriye. Mîrê Êzîdîxanê, ji bo hevgirtin û xwedî kirina Êzîdiyatiyê, hersal ew Tawisên sembolê dînê Êzîdî didan destên qeflek qewal-koçekan û ew dişandine nava gund û bajarên Êzîdiyan. Her sal yek ji wan Tawisên sembolê Êzîdiyatiyê diçû nava Êzîdiyên li derûdora Helebê.

Gava em li zargotna me birênên û ji vê “ Qesîda Şêx Mend” fahm bikin, emê bivînin ku demên berê çûn û hatina di nava bajarên (Heleb, Mêrdîn, Ruha, Bozan, Cizîr, Laliş û whd. ) Kurdîstanê de gelekî hêsan bû.

“ Qesîda Şêx Mend

Seydî îro min dîtibû ciwan e

Di dilê min da bû hizneke giran e

Seydî suniya pê ço bû Dîwan e

Seydî min çî mirand

Seydî heca sor e

Mîr ji Mîra vavire

Şîxadî Şêx Mend xelatkire

Sindirûka sor û sipî ye

Ji Helebê der aniye

Seydî Şîxadî li ber di çî ye

Sindirûka sor û zer e

Ji Helebê hate dere

Seydî Şîxadî ço bere

Sindirûka Zêrîn e

Ji Helebê der tîne

Wesilandine Mêrdîn e

Wesilandine Ruhayê

Feqîra şehde dayê

Sindirûka kesk e hatine hewayê

Sindirûka kibîr e

Şêx Mend tabûteke kibîr e

Vêrra kirbû feqîre

Wesilandine Cizîr e

Sindirûka giran e

Şêx Mend tabûtake giran e

Şêx Mend Fexan e

Wesilandine Bozan e

Sindirûka bi neqş e

Şêx Mend tabûtake bi neqş e

Vêrra kirbû dileq reş e

Wesilandine Laliş e

Wesilandine Semedrê

Welîyo xudanê Hekarê

Seydî Şêx Mend xelatkir vê carê  (15:167-168)“

Piştî mîtolojiya Êzîdiyan, Şerefxanê Bidlîsî jî di derheqê Şêx Mend de weha dibêje : “Di destpêka sedsala sêzdehan (1200) de (3:201-)”,  “Fermanrewayên mezin ên Al-i Eyyûb, eleqeyek zêde didine Şêx Mend û  wî dikine mîrêmîran ên hemû kurdên li Şam û Helebê. Nav û dengê Şêx Mend li nahiya Quseyrê ya nêzîkî wilayeta Antakyayê roj bi roj belav dibe. Bi vî awayî rutbeyên herî bilind ên eskerî û îdarî jê re hatin dan. Bi vî awayî ji her milî ve kurdan berê xwe dan balê; ji bilî vê, kurdên li aliyê Cum(EFRÎNÊ k.t) û Kilîsê rûdiniştin jî hatin û ketin bin siya parêzgeriya wî..(1:250)”

“Kurê Şerfedîn, Zeyneddîn Yûsuf hatiye li Şamê bicîh bûye û çûye gundê Beyt Far ciyê bavûkalan. Dûre Zeyneddîn Yusuf ji virê diçe Kahîrê û li wirê di sala 1297 de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî mirina Zeyneddîn Yusuf, êdî kurê wî Îzzedîn desthilatdariya bavê xwe dimeşîne. Îzzedîn bixwe jî di sala 1330 de ji aliyê sultanê Misrê ve têye hepiskirin û di zindana wan de diçe ser dilovaniya xwe . (11:59 û 12: 15)”

 

Em dibînin wexta nivîskarê tirk Evliya Çelebî di sala 1640 de bi apê xwe Sadrazam- Mustafa Paşayê Osmaniyan re dertê seferê, ewî hingê êrîşên ser herêmên Êzîdiyan bi çavên serê xwe dîtine. Lê Evliya Çelebî, di “seyahatnama” xwe de gelekî bi neqencî bahsa Êzîdiyên hingê dike û carekê ji mecburî dibêje: “Yezîdî jî weke Mervanî, Tiyamanî, Hobarî, Marûfî, Zeydanî, Durzî û whd. ê li derûdora çiyayên Şam-Trablusê belabûn.(2:156). Dema Sultan Tîmur Han (yê ku di sala 1394 de herêmên kurdîstanê wêran dikir û xesareke mezin dida hemû kurdan –6:46- k.t.) bihîstiye ku xelqê li Şamê dimîne tevde Yezîdî ne, ew hatiye Şamê û hemû Yezîdî, Durzî, Tiymanî û Mervanî hatine xwe avêtine Sultan Tîmur Han. Her Xwedê tenê zane bê ewan çiqas mal û pere ji Sultan Tîmur Han re anîne. Li gorî gotina Tuhfe; şêş hezar pirîketên zêr, şeş hezar pirîketên zîv yên ku heryekê giraniya wan weke 10 okka (giraniya okka yekî = 1283 gr bu .k.t) giran, heşt barên hespan û şazdeh barên hêstiran bûn. … ber dewam (2:316 û birêne li 11:93-96 ) .”

“Wexta Yavuz Sultan Selîm di sala 1516-7 de leşkerên artêşa Misirê şikandin, ewî desthilatdariya herêma Halep û Şamê xiste bin destên xwe. Di vê demê de Îzeddîn begê Êzîdî -neviyekî  şêxên Êzîdiyan-1:251- û ji binemala Şêx Mend.e  k.t-) serokê mîrgeha herêma Kilîsê bû.(11: 87-88 û 7:295)”

“Colbert’e, wezîrê maliya(derayiya) Fransa yê, hêja di meha nîsanê ya sala 1670 an de bahsa hevkariya bi Êzîdiyan re dike û soz dide ku, çi gava dujminên kiraliyeta Fransayê êrîşî ser hêzên Fransayê bikin, ewê hingê ji nava Êzîdiyan 30 hezar merivî ji bo alîkariyê bişîne.(11:102)”

“Konsolosê Fransayê Joseph Dupont Cizvit, bahsa têkiliyên xwe yên bi Êzîdiyên li Cebel Sem’anê re berdewam dike û diyar dike ku gava Marquis de Nointel, niwêner(elçî)ê dewleta Fransa yê di sala 1674 de hatiye mêvaniyê, ewî bi reîsên Êzîdiyan re civînek çêkiriye.(11:106)”

“Civata Êzîdiyên li rojavaya Helebê û li derûdora çiyayê Cebel Sem’an ê nasnama xwe hêjî (sala 1875) parastine û gelek geryokên xerîban jî hatine li wan bûne mêvan. Merivên di van gundan de dijiyan, mecbûrbûn herine eskeriyê. Piraniya kesên ku dişandine leşkeriyê, diçûn nava garnîzona li Yemenê û çiqasên ku diçûn leşkeriyê jî qet venedigeriyan. (birêne li nama 11:241)”

Wekî ku di hinek berhem û lêkolînên dinê de jî xwanê dibe (Birêne li çavk.:3, 8, 9, 10 û bi taybetî jî li wan name û çavkaniyên ku di çavkaniya 11 an di rûpelê: 85 heta 113, 232 û 241 an de hatine kifş kirin), ji destpêka sedsala 17 an heta dawiya sedsala 18 û 19 an gelek dîroknas, lêkolînvan, niwêner(elçî) û baylozxan(konsolos)ên welatên rojava (Ewrupa) yê jî hatine li Êzîdiyên Cebel Sim’an (EFRÎNÊ) bune mîvan. Geleka ji wan di berhem û namên xwe de bahsa sedemên mîvandarî, hevkarî, astengî û zordariyên Êzîdiyan kirine û diyar dikin ku kesî zû bizû nikarîbûye reîs û begên Êzîdiyan bi qelibînine ser dînê Xirîstiyanî û Musilmanetiyê.

Êzîdînas û nivîskarên Êzîdiyan (Eskerê Boyik, Pîr Xidir Suleyman û whd.) vêga hêjî zindî dibêjin ku, yek ji wan Tawisên sembolê Êzîdiyatiyê ji bo Êzîdiyên li derûdora Helebê (EFRÎN, Hama, Kilîsê, Tirbespiyê, Qamîşlo, Amûdê û heta herêma Serê Kaniyê) diman hatibûye veqetandin û lewma hêjî li Lalişê navê wê Tawisê  “ Tawisa Helebê” ye. 

Li gorî di nivîs û agehdariyên ku Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldenburgê de hatiye kifşkirin; “hêjmara malbatên Êzîdiyên li bakurê Sûyriyê yên heta sala 1990 hêjî  12 232  aîle bûne (yanî li derûdora Amudê: 2178, Qamîşloyê: 2251, Ras al-Ain:2354 û Hassaka: 5444 neferên Êzîdî hebûne.(4:2)“  Vêca, ka hêjmara Êzîdiyên li Sûriyê çiqas e ?. Ev jî valeyeke û ciyê lêkolînê ye.

Herêmên Êzîdiyan yên hêjî li derûdora wîlayeta Hessekê  ev in:

  1. Herêma Tirbespiyê (Nr.:1.Al-Kahtaniye) û Qamîşlo (Nr.:2.Al-Qamihslî)
  2. Herêma Amûdê (Nr.:3.Amudeh)
  3. Herêma Hasakah (Nr.:4. Al-Hasakah)
  4. Herêma Serê Kaniyê (Nr.:5. Ras al- Ain)


ÊZÎDIYÊN LI HERÊMA TIRBESPIYÊ Û QAMÎŞLOYÊ LI VAN GUNDAN DIMAN 

Navên gundên wan ev in :

Eşîrên lê diman : Li gorî çavkanî 3. Rûp.:194

Li gorî ser xerîta çavkanî 4.Rûp.:19.  Nr.:

Li gorî çavkanî 3.Rûp.: 194

Ji eşîra

Hewêrkan

Çend

Mal in ?

Xwedanê

wan

1

Mizgeft

3a

Mizgeft

Dasikan

 

 

2

Gurkê Şamo

5b

Gurkê Şamo

Behcolan

5

 

3

Otelce

5a

Ulticiyê

Kîwaxî

25

 

4

Calhumiye

2

Selomiyê

Efşanî

 

 

5

Tall Xahtunk

4

Tell Xatunk

Behecolan

 

 

6

Ala Reş

6

 

 

 

 

7

Mel Abas

3b

 

 

 

 

„Piraniya Êzîdiyên ji eşîra Hewêrkiyan û hinekên ji eşîra Hesenan di wexta serhildana kurda ya sala 1925 de şikestiye , hatine vê herêma Qamîşlo û Tirbespiyê.(3:194)“

ÊZÎDIYÊN LI DERÛDORA AMÛDÊ LI VAN GUNDAN DIMAN

Navên gundên wan ev in :

Eşîrên lê diman : Li gorî çavkanî 3. Rûp.:194

Li gorî ser xerîta çavkanî 4.Rûp.:19.                          Nr.:

Li gorî çavkanî 3.Rûp.:193- 194

Ji eşîra

Şerqiyan

Çend Malên ?

Xwedanê

wan

1

Til Hişk

29

Tell-Asq

Hadiyan

10

 

2

Kerengo

34b

Kerengo

Su anî

25

 

3

Merkeb

31

Merkeb

Su anî

30

 

4

Xerbê xweh

28

Xerbê xweh

Su anî, Turunan

15

 

5

Kulyê

30

Qulî

Dinaî

15

 

6

Cetele

36

Çetel

Dinaî

50

 

7

Dugerkî

35

Du Gûr

Su anî, Dinaî

25

 

8

Xerbê Xezal

27

Topo

Su anî

10

 

9

Kislacuk

33

Ayn Afar

Dinaî

15

 

10

Gondor

34a

Qizil Açox

Dinaî

20

 

11

Xerbê Feqîra

32

Soxan

Belluxan

30

 

ÊZÎDIYÊN YÊN LI DERÛDORA  HASSAKAH LI VAN GUNDAN DIMAN  :

Li gorî ser xerîta çavkanî : 4. Rûp.:19.

Navê Gund

Nr.:

Navê Gund

Nr.:

Navê Gund

Nr.:

Xirbê Xidir

7

Tell Teyr

15

Khirbe Cemal

22

Tell Tewil

8

Gumar

16

Awgira

23

Suleymanî

9

Gumar Garbi

17

Heşerî

24a

Tolku

10

Tell Eswed

18

Mehek

24b

Zediye

11

Mahmudiye

19

Mozko

24c

Berzan

12

Anteriye

20

Xirbê Dîlan

25

Jidale

13

Morik

21a

Bor Said

26

Jidaide

14

Al Nasiria

21b

 

 

ÊZÎDIYÊN LI DERÛDORA  SERÊ KANIYÊ LI VAN GUNDAN DIMAN  

Li gorî ser xerîta çavkanî : 4. Rûp.:19.

Navê Gund

Nr.:

Navê Gund

Nr.:

Navê Gund

Nr.:

Asadiye

37

Şakariye

42a

Abu Jarade

46

Tell Sekher

38

Lizga

44b

Tell Naif

47

Tell Bayder

39

Cafa

43

Xirbê Batana

48

Merekis

40

Derdara

44

Tell Xanzir

49

Can Temir

41

Teleliye

45

 

 

ÊZÎDIYÊN LI DERÛDORA HELEB Û EFRÎNÊ (Cûmê- Cebel Sim an)

“Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jê re hin caran KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jê re gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jê re gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrîtiya Mand yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mand, ji bakurê bajarê Hemayê heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî. .(18:Malpera Efrîn) ”

“ Di havîna sala 1994 de Şêx Husên, yê ji gundê Xezîwê dibêje: Êzîdiyên li kurdaxê li van gundan rûdinên û jimara wan weha ye;

Navên gundên Êzîdiyan yên ku li navça Şikaka ( Nahiya Şera) ev in:

       Navê gund       

Gund çend mal e ?

      Qestela Elî Cindo   

120 Hemû Êzîdî ne

      Baflûn           

70 Hemû Êzîdî ne

      Qitmê         

70

      Şînka        

14

Navên gundên Êzîdiyan yên ku li navça Cumê ev in:

Navê gund

Gund çend mal e ?

Navê gund

Gund çend mal e ?

Feqîra

100 Hemû Êzîdî ne

Çeqela Cumê

10

Xezîwê

60

Îska

10

Qîbarê

50

Endarê

10

Turundê

20

Aşka Şerqî

6

Şadêrê

10

Keferzîtê

5

Navên gundên Êzîdiyan yên ku li navça Şêrewan ev in:

Navê gund

Gund çend mal e ?

Basûfanê

130     Hemû Êzîdî ne

Kîmarê

10

Gundê mezin jê

 

Li kurdaxê cîhên Êzîdiyan yên rêzdar û pîroz ev in :

        Navê cîh          

Li kûderê ye ?

Şêx Berekat

Li başurê gundê Xezîwê ye

Çêlxane