|
ji malpera
Kurdistanmedia hatiye wergirtin
Çend rojan berî niha ez
bi çend hevalên xwe yên weşana Agirî re, çûm bo
Hewlêrê, li wir me helbestvan û wêjevanê ciwan û
jêhatî yê Rojavayê Kurdistanê, Besam Mistefa
ziyaret kir. Her di vê serdanê de me derfet ji
Besam xwest û derheq hin mijarên taybet bi çand
û wêjeya Kurdî re hevpeyvînek pê re çê kir. Emê
vê hevpeyvînê bi hev re pay bikin.
- Besam Mistefa kî
ye?
-Besam Mistefa… neviyê Adem e ê ku ji buhuştê
hatiye qewirandinê û li vê cîhana westan û
gunehkariyê hatiye bicîkirin. Dema ji nişkê ve
xwe rûbirû bi jiyanê re dîtiye, veciniqî ye. Ji
wê dema dûr ve, ew li xwe digere….ji xewnekê
heta bi xewneka din, êş bi êş û di nav dûyê
çixareyên xwe de li xwe digerim, li wî Besam ê
ku hûn lê dipirsin….hîn min ew nedîtiye…ez
nizanim Besam Mistefa kî ye…lê li we naveşêrim
ku ew mirovekî nazik û hestgerm e, ku bi her
stranekê re dikare bigirî, di her gulekê de
bihna Xweda dike, di her rojekê de hezar xewnî
diçîne û ji hemû mirovan hez dike û hîna ew
zarokê bêrî û piçûk e....
-
Çawa bû ku we dest bi xebata wêjeyî kir?
-Hê di zaroktiyê de hezkirina
min ji tenahî û xwendinê re dihat. Saykolojiyaya
min digel hestên nazik, stran û çîrokan diguncê.
Ez dikarim bê sedem bigirîm. Dema min lîse
dixwend merivekî min mala xwe guhêrand û
pirtûkên xwe li mala me hiştin. Tê bîra min, min
ji heval hogirên xwe re got: ez bi ser
gencîneyeka zêran ve bûme! Vê yekê derfetek
mezin da min ku ez bi kûrahî di nav deryaya
wêjeya kurdî û erebî û cîhanî de melevaniyê
bikim. Carina min kitêbek hil dida û 7-8
saetan li pey hev dixwend heta min ew xilas
dikir. Zarokên malê û ên xizm û cîranan li dora
min kom dibûn û min ji wan re romana “Yên
Perîşan” ya romannivîsê Fransî „Victor Hugo“
dixwend, digel gellek çîrok û romanên din…hêdî
hêdî min nas kir ku ez ji bilî wêje û
nivîskariyê bi kêrî tutiştê din nayêm! Li paş
mala me jî sînorê Tirkiyayê diyar bû û li paş
têlên sînor çiyayê Bagokê xuya dikir. Vê dîmenê
êş û azara gel û welatê min her roj dianî bîra
min. Û ji ber ku gelê min bi hewceyî wêjevan û
wêjevaniyê ye, min biryar girt ku ez hemû jiyana
xwe bixime di bin xizmeta çanda gelê xwe de, ez
jî ji aliyê xwe de kevirekî lê kim, di wê
avahiya mezin û bi rûmet de ya mala çanda kurdî…
-
Heya niha çiqas berhemên we hatine çapkirin?
-Berhemên min wekî kitêb hîn
nehatine çapkirinê. Lê gellek werger û helbest û
nivîsar û gotar û çîrokên min di rojname û di
malperên kurdî de hatine weşandinê, û gellek
berhem li ber destê min hene ku derfet hebe di
pêşerojê de wê bêne çapkirin, ji wan wekî
mînak:-berhevokeke helbestan-berhevokeke
çîrokan-werger û gellek tiştên din.
-Hûn
helbestê çawa pênase dikin?
-Helbest di baweriya min de
ew bêndera dirêj û berfirehe ya derbirîna hest û
nestên mirov. Ez nikarim pênaseyeke taybet bidim
helbestê, ji bo ku ez azadiya wê sînor nekim.
Helbest li bal min poreke dirêj û berdayî ya
jineka ciwan û bedew e, giriyekî eşkere ye li
pêşiya hemû reng mirovan...helbest parçeyek ji
rastiyê ye di nav zeviyeke dûr û dirêj ya durûtî
û derew û jixwe dûrketinê de.
-
Hûn di helbestên xwe de zêde qala çi mijarekê
dikin?
-Weke min niha jî got ez
hesta xwe azad dihêlim. Bawer bikî gellek
caran ne ez lê ew min dinivîsîne. Bêtir bi
helbestan ez rewşa xwe ya derûnî ya demeke
taybet û destnîşankirî derdibirim. Mijarên min
hertiştê ciwan û xweşik ên vê jiyana me ya kurt
in wekî hezkirin, hizra netewî-şehîd- gul-
meh-ezman-stêrk...hwd. Ev yek ji hezkirina min
ji azadiyê re tê, ez naxwazim mijareke taybet
yan hizrekî yan îdeolojiyayekê bişopînim, belkî
mijara here giring û welatê here dûr û xweşik û
cîhana here kûr ewe di nava mirov û derûn û
wîjdana wî de ye. Doza min doza azadiyê ye,
azadî bi hemû reng û şiklên xwe.
-
Piraniya helbestên Kurdî ku niha tên nivîsîn,
nûjen in. Hûn cudahiya navbera helbestên nû û
kilasîk çawa dinirxînin?
-Hilbet, cudahî di navbera helbestên nûjen û ên
kilasîk de heye, lê di baweriya min de ev cudahî
zêde girêdayî formê (şiklê)ye ne naverokê.
Helbesta xweş xweş e, çi kilasîk be çi nûjen be,
ev dimîne ser helbestvan bi çi hestî ew nivîsîne
û heta kîjan radeyê bi xwe û derûna xwe re rast
bûye. Ew du qonaxên hevtemamker in di wêjeya her
gelekî de, dema mijar girêdayî şêwazên derbirîna
hestên mirovî be dijberî ji holê radibe, namîne.
Helbesta nûjen bê helbesta kilasîk nabe, ez bi
herdû şêwazan dinivîsînim, û bawer im ku
helbestvanên kilasîk ên weke Cizîrî û Nalî û
Mehewî û Feqiyê Teyran û Bateyî û Xanî wekî
bavbapîrên me helbestvanên nûjen in. Bêyî wan,
emê herdem kêm bimînin. Ew bingeh in, em jî
şagirtên wan in, lê belê çi fayde ye eger şagirt
nede pêşiya mamostê xwe: herdû jî bin dikevin wê
gavê...
- Çima
helbestvanên me zêde helbestên nû dinivîsin?
-Ne hemû helbestvanên ku helbesta nû dinivîsînin
helbestvanên nûjen in. Hinek hene ji bona xwe
wekî însan yanî helbestvanên modêrn bidin
diyarkirin, helbesta nû dinivîsin, lê belê wekî
min got niha qonaxa nûjeniyê ye. Ehmed Huseynî
ku wekî sembola helbesta kurdî(Kurmancî) ya
nûjen tê hijmartinê gellek caran helbestên xwe
bi çarîneke Melayê Cizîrî yan hozanvanekî dinê ê
kilasîk dest pê dike. Nûjengeriyeke wisa ji me
re pêwîst e. Hilbet, nûjenî tenê helbestvan
qurtal nake, lê dimîne ser asta çanda wî/wê, ked
û westana wî/ê ya di vî warî de hatiye rêtin.
-Bi
baweriya we helbesta kurdî niha di çi qonaxekê
de derbas dibe?
-Bê guman helbesta kurdî-bi hemû zaravên zimanê
kurdî - a niha - di qonaxeke gellek pêş de ye,
lê belê hêjî negihîştiye qonaxa cîhanîbûnê, ji
bilî mînakên hindik, helbesta Kurdî ciyê xwe di
nav helbesta cîhanî de negirtiye. Ev yek ne ji
ber lawazî yan jî qelsiya ziman yan helbesta
Kurdî ye, lê bêtir girêdayî rewş û barûdoxa
milletê Kurd e. Gotina Xanî hêjî aktîv e dema
dibêje ku gelê kurd ne nezan û cahil e, lê belê
êtîm(sêwî) û kêm derfet e !
- Hûn
bi giştî rewşa çand û wêjeya Kurdî çawa
dinirxînin?
-Çanda Kurdî bi hewceyî ked û xebateke bê
rawestane. Dîsa, ez dibêjim rewşa kurdan û
dabeşbûna welatê wan bandorek, kartêkirineka
nêgatîv ser çanda gelê kurd hîştiye. Di baweriya
min de, kêmanî bêtir dikeve warê wergervaniyê
de, prosesa wergerê pir kêm e di nava wêjeya
Kurdî de, werger çand û zimanê milletan bipêş
dixe û dewlemend dike. Ronesansa Ewropayê tev bi
wergerê dest pê kir!
-Gelê
me yê Rojavayê Kurdistanê, heya çiqasekê di warê
çand û wêjeya xwe de serbest in ?
-Weke hûn jî dizanin, gelê me yê li Rojavayê
Kurdistanê di bin nîrê rêjîma Beesê de ye. Li
gora wan Kurd tune ne. Zimanê Kurdî qedexe ye.
Derfet pirr kêm in ji bona pêşvexistina çanda
kurdî û bi ser de jî nakokî û nexweşiyên ku
tevgera kurdî ya siyasî li Sûriyê bi xwe re
anîne û di nava gelê me de dane çandinê. Lê tevî
vê qasekê jî, kurd li ber xwe didin û çand û
kultura xwe zîêndî dihêlin. Hejmareka baş ya
kovar û rojnameyan heye û pirtûk jî bi dizî têne
çap û belavkirin. Bêtir rewşenbîrên me ên rojava
têkiliyê bi helbestê re çê dikin.
- Gelo
hûn derheq pêvajoya zimanê standard yê kurdî ku
niha di rojeva îro ya xebata kurdan bi taybetî
li Başûrê Kurdistanê de ye çi dibêjin?
-Ev pirs gellek girîng e. Ji ber hebûna me li
Başûrê Kurdistanê em vê rewşê ji nêzîk ve
dişopînin. Her weha, ez hewil didim beşdariyê
bikim di dîtina çareseriyekê de ji bona vê
pirsgirêka girîng re. Di pêşî de, sepandina
zaravekê ser ê dinê şaşîtiyek e. Divê-li gor
dîtina min-hemû zarav jiyan û pêşveçûna xwe ya
xwezayî bibînin. Rê li ber wan neyê girtinê, ji
ber ku pirrbûna zaravan nîşana dewlemendiya
zimên e. Pirsa tîpan jî heye: latînî û erebî,
guman têde nîne ku divê tîp bibin yek yan latînî
yanîêjî erebî, anku ev prosesa standardkirina
ziman divê hêdî hêdî were bicîanînê û bi
biryarên siyasî jî têr nake, her weha divêt
tevahiya kurdistanê li ber çav were girtin, ne
parçeyek tenê. Ev kar ê zimanzan û pisporan e,
eve jî divê piraniya zaravan zanîbin....pirseke
zehmet e, lê divê em bizanibin ku şoreşa ziman
hîn me vênexistiye.
-
Pirsek din, çima rewşenbîr û nivîskarên me yên
Rojava zêde bi zimanê Erebî nivîsên xwe
dinivîsin?
-Belê, ev yeka gellek sedemên wê hene, lê rêjeya
nivîserên bi kurdî jî dinvîsînin ne xirab e.
Sedem jî ji ber ku sitem li wan hatiye û tête
kirin û di zaroktiya bêgunehî de bi zimanê erebî
ê fermî têne fêrkirin û di nava hişê wan de cî
digire. Hûn dizanin fêrbûna di zaroktiyê de
çiqasî ciyê xwe kûr di nava mirovî de dihêle.
Her weha, li wir zimanê kurdî qedexe ye, hertişt
bi erebî ye: tv, radyo kovar û rojname..hwd.
Sedemekî dinê jî ku dihêle gellek rewşenbîrên me
ên rojava bêtir bi erebî binivîsin, kêmbûna
xwendevanên zimanê kurdî ye, ew bi erebî
dinivîsin ji bona navdariyê! lê tevî vê jî bi
taybetî dema niho berbi kurdî ve çûyîn heye.
Gellek nivîserên rojava-ez jî di nav de-bi herdû
zimanan dinvîsînin erebî û kurdî. Di vir de
dixwazim bêjim ku jêhatîtirîn nivîserê zimanê
erebî kurd e, ew jî Selîm Berekat e ku bi can û
rihê xwe kurd dimîne û ez bi xwe gellek pê
serbilind im. Lê ew dimîne derbingehok yanê
îstîsna, ji ber vê çendê baştir e mirov bi
zimanê xwe binivîsîne. Li vir dîsa rola nêgatîv
ya tevgera kurdî ya siyasî heye, ji ber ku
piraniya belavok û rojnamên wan bi zimanê
desthilatê ê erebî derdikevin û siyasetmedarên
kurd nemaze serkirde şerm dikin bi zimanê xwe
binivîsin yan fêr bibin, ew li gora wan
kêmaniyek e...vê yekê jî hişt ku kurdî di nav
xort û keçan de bêqîmet bibe.
- Hûn
xebata rojnameya Agirî bi taybetî di warê xizmet
bi çand û wêjeya kurdî de çawa dinirxînin?
-Ez xebata Agirî bi rûmet dizanim. Dema yekem
car Agirî kete nav destên min de, min bi eşq ew
ji serî heta binî xwend. Diyar e kesên ku
rojnamê birêve dibin, xwediyên pirojeyekê ne û
xwedî armanc û xewn û hêvî ne. Ez dikarim bêjim
ku Agirî ciyê serbilindiya min û xwendevanên
zimanê kurdî ye.
-
Gotinên we ya dawî ji xwendevanên Agirî re çi
ne?
- Çi kete nav destê we de ji serî heta binî
bixwînin. Ez tiştekî nabêjim ji bilî: bixwînin….bixwînin...bixwînin!.
Jînenîgariya Besam Mistefa:
-Di sala 1977an de li
bajarê Heseke li Rojavayê Kurdistanê ji dayik
bûye.
-Zaroktiya xwe li Cim`ayê
ya ser bi bajarê Qamişloyê ve bûrandiye.
-Xwendina xwe ya seretayî
û navendî û lîse li Qamişlo xilaskiriye.
-Paşê di fakultêta
edebiyat û zanînên mirovî- beşê wêjeya îngilîzî
li zanîngeha Helebê xwendiye.
-Di sala 2003an de îcaza
xwe ya diploma sitendiye.
-Piştre, dora du salan li
Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê
Îngilîzî kiriye.
-Di 16-1-2006an de
rahiştiye tûrikê xwe û berê xwe daye beşê azad ê
welatê xwe, û dema ketiye nav axa Kurdistana
azad de, xwe avêtiye erdê û ew maç kiriye.
-Nivîs û gotarên wî di
gellek rojname û malperên Kurdî de hatine
weşandinê weke:Deng-Agirî-Dema
Nû-Rojava-Kurdarab-Welateme-Gemyakurda...htd.
-Endamê desteya
nivîskarên kovara werzî ye, ya bi sernavê Hawara
Nû ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li
Hewlêrê derdikeve.
-Endamê Komîteya
Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ye.
-Niha li Hewlêrê jiyana
xwe dibe serî.
|