Berî çendakî, ku ez li
ber televizyonê rûniştî bûm û ji acizî kenal
diguhertin, bêyî hayê min kenala ezmanî ya
sûrî kete ekranê. Ez ti carî li vê kenal
nanerim, çimkî min di biçûkaniya xwe de têra
xwe çaverav (propaganda) û diruşmên rejîma
sûrî bihîstine… Bi vebûna kenalê re dîmenekê
bisteh lê gellekî kovanî bala min kişand.
Dîmen xwepêşandanek li bajarekî ji bajarên
Sûriyê bû ji bo piştgiriya Beşşar el-Esed di
navkirina wî de ji bo serokkomariyeke nû.
Xelk bi deh hezaran - belkî bi sed hezaran
jî – civiyabûn, û li gor tiştê ku li wan
xuya dikir, ew di nav şahî û dîlanan de
mabûn, û bi dilgermî bang digotin û li
çepikan dixistin. Heta şêx û rahib jî
beşdarî vê dînîtiyê bûbûn. Ku min bi dilêşî
li wan koleyan dinerî, civarek ji pirsan
kete hişê min. Heta kengî dê ev rewş
berdewam bike? Heta kengî ev tepeserkirin,
dizzî û paşxistin? Heta kengî sivikdîtina
gel û sextekirina viyana wî? Gelo ti hêvî
heye ku kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê û
gelê Sûriyê bi giştî ji rewşa nemirovane ya
ku anha tê de ne rizgar bibin? Gelo rejîmên
zordar paşketinê çê dikin an paşketin
rejîmên zordar peyda dike? Dû re min bi wan
xelkên li xwepêşandanê raman kir. Gelo dê
demokrasî bi kêr gelekî wiha bê? Dê ev gel
bikaribe sûdê jê werbigire an dê encama
bicihkirina wê hose (kaos) û serjêkirin be,
wek tiştê ku anha li Iraqê dibe? Ma birra
zordar ji gelên wiha re çêtir in, wek ku
hinek dibêjin û iraqiyan dikin mînak?
Van salên dawî hejmareke mezin ji gotar,
nivîsk û lêkolînan li ser rewşa Sûriyê û
pêwîstiya guhertinê lê di ragihandina erebî
de derketiye. Gellek semînar û civîn ji
aliyê partî, komel û kesayetiyine hevrik û
serbixwe li dar ketine, çi li derveyî welêt
çi li hindirê wî, û cergeya vepijilandinê (nîqaşê)
gellekî fireh bûye. Giş li hev dikin ser ku
guhertin pêwîstiyeke eseh e, û ku rejîma
anha ziyaneke gumreh gihandiye gel. Giş jî,
wek ku xuya dike, li hev dikin ser ku
guhertin divê ”ji hindir” de be. Lê heger
mirov ji nêzîktir ve li van gotûbêjan binere,
dê bibîne ku pirr kêm behsa riyên vê
guhertinê dibe, anku pergalên ku bikaribin
me bigihînin wê.
Di rewşa Sûriyê ya anha de aliyine têvel
hene ku rolekê dilîzin, an jî bi kêmayî
gerek bilîzin. Ev alî rejîma sûrî, gelê sûrî,
hevrikiya (opozîsyona) sûrî û hêzên derveyî
ne. Rejîma sûrî stratejiya wê ji ya hemû
aliyên din xuyanîtir e. Beşşar el-Esed bi
serhişkiyeke ecêb li ser riya bavê xwe
dimeşe, ti guhertinên birra pêk naîne, û
siyaseta rizîbûn û tepeserkirinê berdewam
dike. Rejîm dixwaze ku hemû sengiyên (zextên)
li ser xwe di riya bazarekê digel derve
hilîne û rewşa hindir wek ku ew e bihêle.
Tevî ku rejîmê gellek çewtî kirine (û hîna
dike,) û tevî ku ew anha bi gellekî ji berê
veqetandîtir e ji dewletên li dora xwe û yên
cîhanê û bi temamî xwe avêtiye hembêza Îranê,
mixabin, gelek kaxet di destê wê de mane.
Kaxeta herî bibandor - ji pêvî şandina
terorîstan ji bo Iraq û Libnanê - ew e ku
berdêlê wê heye ku jê wêrantir be, an jî bi
peyvên berpirsyarên rejîmê bi xwe: ”Yan em,
yan kaos...” Rejîma sûrî ji destpêka xwe de
mayîna xwe di riya piştgiriya tevgerine
terorîst wek Hemas û Hizb ul-Lah û
bazarkirina digel hêzên mezin re didomîne, û
pisporiyeke wê ya dûdirêj di vî warî de çê
bûye. Ew îdiya dike ku armanca wê azakirina
Cewlanê ye, û ”planên împeryalî û sehyûnî”
dike behaneya hemû pirsgirêkên hindir, lê
heger mirov dîroka Sûriyê baş bişopîne, dê
bi hesanî jê re xuya dike ku ji armanca
rejîmê ya sereke mayîna wê ye. Nivîskarê
ereb ê mezin ’Ebd el-Rehman el-Raşid di
gotarek xwe de di rojnameya ”el-Şerq el-Ewset”
de behsa vê mijarê dike û dibêje ku rejîma
sûrî şiyaneke wê ya pirr mezin a xerakirinê
heye. Em dibînin bê ew çi dike ji hêzên
emerîkî li Iraqê, û me dît jî bê çawa çend
caran dikra şerreke navxweyî li Libnanê
biqewimanda, û bê çawa anha terorîstên bi
navê ”Feth el-Islam” li dijî hikûmeta
libnanî dilivîne û astengan li Filestînê
peyda dike... Û helbet em jibîr nekin çiqas
ziyan gihand Tirkiyê di riya piştgiriya
PKKyê re! Lê el-Raşid tîne bîra me jî ku
çiqasî ”hevalbendiya” bi demargîran
(extremists) re metris e, çimkî ew wek
tûpişkan in, bawerî bi wan nayê, û di
hindirê xwe de rejîma sûrî jî ”gawir”
dibînin, û ji loma dê yekser lê bizîvirin
dema li derên din xurt bibin. Gava nû Beşşar
el-Esed bû serok em hemû geşbîn bûn, lê anha,
piştî 7 salan, ji her kesî re qenc hatiye
teqezkirin ku rejîmeke wiha penceşêrî ti
dizgûnkirin an lave pê re fêde nake, û
çareseriya bi tenê ew e ku ji kokê de bê
guhertin.
Pirraniya gelê Sûriyê ji ereban pêk tê. Tevî
ku ew geleke bi pirranî bajarî ye û di
bazirganiyê de jêhatî ye (bi berevajî kurdan),
ew zêde ”aştîxwaz” in, bi wateya nerê ya
peyvê. Di dîroka Sûriyê de kêm şoreş hene, û
heta ew çend şoreşên ku hene jî pirrê wan bi
serokatiya kurdan bûn, wek şoreşa Yûsif el-’Ezmê
û ya Ibrahîm Henano. Ez bawer im ku heger
tevaya gelê Sûriyê wek kurdan ba, derfet
hebû ku ev rejîm ji zû de ketiba. Ji aliyekî
din de, gelê sûrî, wek hemû gelên cîhana
islamî, ti çandeke demokratî li cem tine ye,
lê berevajî, kelepûra rojhilatî ya dîktator
ya ku bi hezarên salan kom bûye, di xwîna wî
de digere. Ev kelepûr ji tiştine biçûk wek
pêwendiyên malbatî ta tiştine mezin wek
pêwendiya mirov bi dewletê re xuya dike.
Xelk li cîhana islamî fêr bûne ku herdem di
bin tajangên zordaran de bin, û çêj û
giringiya demokrasiyê ti car nas nekirine da
ku ji bo wê şer bikin û goriyan bidin. Ev
pergala gelê Sûriyê tengaviyine din
diafirîne. Heger em ferz bikin ku
hilbijartinine azad û bêsexte li Sûriyê pêk
bên jî, ev tişt wate nake ku asoyên
demokrasiyê dê yekser li ber gelê sûrî vebin.
Mixabin, gelên Rojhilata Navîn gellek caran
peyitandine ku ew kesên şaş ji bo hukm
dibijêrin, û tiştê ku me li Iraq, Filestîn,
Îran û ta radeyekê li Misrê jî dît, vê
ramanê teqez dike. Heger ev hilbijartin di
dema Be’s de pêk bên, dê bêguman be’sî tê de
bi ser kevin, çimkî endamên vê partiyê anha
bi melyonan in, û ti pêşbezên wan ên xurt
tine ne. Yana, heger em ferz bikin ku
bûyerine wek ên ku li Iraqê bûn li Sûriyê jî
biqewimin û partiya ”el-Be’s” biherife, dê
îcar derfeta biserketinê têkeve destê
Biraderên Musilman (”El-Ixwan el-Muslimîn”)
de. Sedem ew e ku ji aliyekî de pêleke
demargîr a xurt di nav ereban de anha belav
bûye, û ji aliyekî din de ti partiyine din
ên xurt û xwedî gelêrîtî li Sûriyê tine ne
ku bikaribin pêşbeziya Biraderan bikin. (Min
dê stendina hukm ji aliyê Biraderan ve wekî
pisgirêk nedîta heger wan birra xwe bi
dinyayîtiyê (secularism) bigirtana, lê
dîroka wan qinyatê naxe dilê mirov...) Bi
kurtî, gelê sûrî bi temamî dawera (mesîrê)
xwe radestî rejîmê kiriye, û mizgîniyên
tevgereke şoreşger ku bikaribe guhertinê pêk
bîne li cem wî pirr qels in.
Hevrikiya sûrî, digel rêza min ji hemû kesên
serfiraz tê de re, bêqam lawaz û nehevgirtî
ye (ez li vir ne behsa wan partî û
kesayetiyên ku xwe bi eşkerayî firotine
rejîmê û jê re bûne rajêr dikim. Ew kole ne,
ne hevrik in.) Hevrikiya birra, mixabin,
pirr dûrî gel e, û ji ber tepeserkirina
rejîmê ti derfeteke hêjayî hizrê di destê wê
de tine ye ku vê rewşê biguhere. Kesên ku di
vê hevrikiyê de karîger in qey çend hezarek
hene yan tine ne, û ew jî ji tirsa newêrin
ti gaveke cidî biavêjin. Di encamê de, mirov
dikare gellekî zor e ku hevrikiya sûrî bi
tenê bikaribe guhertina pêwist pêk bîne.
Gellek cedel li derbarî hemetkirina li ser
destêwerdana derveyî he ye. Tevî ku kesek bi
eşkerayî piştgiriya wê nake ji tirsa
gumanbariya xayintiyê, gellek li ser agir li
bende ne. Xweşik nexuya ye bê stratîjiya
emerîkî û ewrupî li derbarî rejîma sûrî çawa
ye, û gelek pisrgirêkên din li deverê hene
ku dikarin bala emêrîkî û ewrupiyan ji ser
rejîmê bibin, hinek ji wan bi destê rejîmê
bi xwe hatine afirandin. Hîna bêtir, kes
nizane bê rojeva birêvebiriyeke emêrîkî ya
nû dê bi aliyê Sûriyê de çawa be. Gelo dê
birra sengiyê li hikûmeta sûrî bike da ku
guhertinine demokratî pêk bîne yan jî dê hew
bazarekê pê re bike ji bo sewgirandina
berjewendiyên xwe bêyî ku tiştekî li derbarî
guhertina rewşa hindirî jê bixwaze? Zor e ku
em aşop bikin ku Emerîka dê têkeve şerrekî
bi Sûriyê re dema emerîkî li ber çavên me
amadeyiyên xwe ji bo şerrekî bi Îranê re
dikin. Digel vî çendî, berpirsiyeke mezin li
ser millên hikûmeta emerîkî heye ku em
gihane vê rewşê, ji ber ku wê bi
destpêkirina şerê Iraqê xwe xist astengeke
mezin de û helwesta xwe pirr qels kir. Ez
hîna tê nagihişim çawa emerîkiyan xwe bi
destê xwe xistin bin piyariya rejîma sûrî (û
îranî) de. Anha biserketina demokrasiyê li
Iraqê maye di destê sûrî û îraniyan de. Lê
em hemû dizanin ku rejîmine wek ên sûrî û
îranî ti carî demokrasiyê li Iraqê naxwaze,
û ji bo têkbirina vê serhatina demokratî,
terorîstan bi berdewamî dişînin Iraqê, û bi
vî şêweyî gellekî emerîkî li wir êşandine û
hîna diêşîne, û derbeyeke xurt li projeya
emerîkî ya ”Rojhilata Navîn a Nû” xistine.
Bi bîr û baweriya min mirov nikare hemet û
hêviya xwe bi temamî deyne ser emerîkiyan û
bawer bike ku ew birra dixwazin gelên deverê
rizgar bikin.. Birêvebiriyên emerîkî ji
destpêka xwe de bêqam pragmatî û ezperest
in, û ti carî dudiliyê nakin ku dest ji
hevalbendên berdin ji berjewendiyên xwe. Lê
heger em ti hêviyê ji emerîkiyan nekin, em
dê ji kê bikin? Dadgeha navneteweyî ya ji bo
dadgehkirina kujerên serokwezîrê Libnanê yê
berê Refîq el-Herîrî dawî hate rastandin, lê
hinin şîtelkar dibêjin ku ew çiqasî bi
rejîma sûrî re sert be, belkî du fermandaran
an sisiyan jê gumanbar bike. Lê hinek jî
dibêjin ku tirsa rejîmê û vewîniyên wê yên
wêranker ên ji bo berbendkirina dadgehê bi
xwe dê dawiya wê bînin.
Rewş Bi gelemperî zêde geşbîniyê nade mirov.
Em li ber rejîmekê ne ku naxwaze û nikare
xwe biguhere, gel û hevrikî bi temamî pasîv
in, û em nizanin bê stratejiya hêzên derveyî
dê bi kîjan berî de biçe. Belkî kurdên
Sûriyê (û hevrikiya sûrî) bikaribin xwe
yektir bikin û rêzên xwe bêtir lêk bidin, û
belkî jî bikaribin zêdetir pêwendiyan bi
hêzên demokrat ên deverê û civaka
navneteweyî re çê bikin û wan bi pirsa xwe
bihesînin, lê bi giştî xuya dike ku gelê
Sûriyê gihiştine gihanekekê (qonaxekê) ku
destên me tê de bi xurta girêdayî ne û em
nikarin ti tiştî bikin ji pêvî ku em
rawestin û li bûyeran temaşe bikin.