Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

 

 

Ji çalakiyên Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî

 

 

Di roja 15 - 6 - 2007 an de , Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî ,
Şevbuhêrkek wêjeyî ji du helbestvanên hêja re çêkir .
Ji bajarê Qamişlo helbestvan Nisrîn Têllo û ji bajarê Amûdê helbestvan Şêrîn Gêlo .
Di destpêka şevbuhêrkê de mamoste Mişel bavê Nisrîn şevbixêrek bi herdû helbestvana û hemû kesên amedebûn kir , pişt re xwest ku kêlîkek bêdeng li ser canê pakrewanê kurd û kurdistanê û bi taybet yên serhilhana 12 ê avdarê rawestin , pişt re kurtejiyana helbestvana hêja Nisrîn xwend :
- Nisrîn Têllo
-Di sala 1952 an de ji dayik bûye
- Bawernameya cografya ji zankoya Şamê qezenc kir di sala 1979 an de
-Yekemîn keça kurd bû li Cezîrê ku bawernameya zankoyî qezenc kir û bû
Mamosta di dibistanê Qamişlo de .
-Helbest û kurteçîrokan bi zimanê kurdî dinivîse
- Di gelek govarên kurdî li kurdistana Iraqê , û li Erminstanê , û malperên kurdî de ,berhemên xwe diweşîne.
- Destnivîs :
1- kurteçîrok
2- helbest
Hêjaye gotinê ku xuşka me Nisrîn keça Ebdî yê Têllo ye ew jî yek ji xebatkar û damezêrên tevgera kurdî bû.
Pişt re helbestvana me Nisrîn gurzek ji helbestên xwe xwend û ev hin ji helbestên wê ne:

Xewna rêveng
Pula yekem hember rok
pula didwan hember reh…
pula sisyan ..paleyî ya tev salan..
pula dawî..xelate bo te rêwî
Rêwîyo..koné veke were rûne..
Xak ji rengê mirnê ye..esman kirasê şûne…
Nigên lawaz û tazî.
rûtin şaqê zivistanî..
hîn bik pingava pêşî…
gave mi diherikin …
kenê xwe bi min dikin ..
Zilamek ne nas û befrî..
Ji min nêz bû ne pirsî..
Min jî ber siva xwe da ;
Min got: nave min .? ez..?..
Li min ne kir guhdarî…
Numrak di stû kir xelat
.welat

Evîna sor
Evîna diweşînim ..
Ruye mêrgan di xemlînim..
Evîndarê yekê mînim …..
Û belkî yê dimahîmim…..
Nizanim lê tenê zanim….
Ezê derdan bilorînim….
Ezê mistek sitêrên ron
Bidim ser hev bicivînim..
Û gurzek ronahî bînim
Li gel dil ez diyarîkim..
Di roja cejnê jêr bînim
ji nav derdan û payîzan.
Ezê xema bixapînim…
De rojek rê nebin ser wê ..
Û nizanin rê û mala wê ..
Ji ber wê man û mala wê ..
Di kejavê dil…………..
Ji kejavê hest di rêsînim.
-piştre bavê Nisrîn kurtejiyana helbestvan Şêrîn Gêlo pêşkêş kir:
Şêrîn Gêlo
- Di sala1980 de ji dayik bûye.
- Bawernameya bakelorya werqirtiye sala 2005.
-Di gelek govar û malperên kurdî de berhemên xwe diweşîne.
Berhemên çapkirî :
-Dêrindêz , helbest 2003.
Destnivîs:
Beyar , helbest .
Pişt re helbestvan Şêrîn gurzek ji
helbestên xwe xwend ev yek ji wane :

sarê

Hecî…
Nîşana me xuya ye
Şana paş tilîkê linga ye
Sipas ji bo Yezdanê dilovan
Termê Mehmûd ne winda ye
Lê Mehmûdê min kej bû
Şekirê hilandî para wî bû
Dimsa Intabê maça dêmê wî bû
Lê çima rengê wî berxê dilê min
Ji riwê demê reş tarî bû
Law Mehmûd ê min sipehî bû
Ken û şahî şêjna civata wî bû
Himbêza min ji mêj ve hêlîna wî bû
Xemla hundirê min pêjna tevgera wî bû
Lê li min mal xerabê
Îro temen lê bi dawî bû.
Piştre çend helbestvanên me yên hêja ji bajarê Hesekê hindek helbest xwendin
Û deriyê dan û sitandinê vebû li ser rewşa toreyê û nexasim ya helbesta kurdî.


mishelosman@hotmail.com
keser971@hotmail.com








 

 

 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1