rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Şanaz (çîrok)
Jîr Dilovan



Sal bêsûd û berhem derbas bûbû. Saleke mahçêtî û tuneyiyê bi ser wan de hatibû. Yezdan qesîsiyeke mezin kiribû û ewrên baranê ji esmanê balûpal vemaliştibûn. Ji dermanan re jî, tiraqek av bernedabû erdê. Deşta Zêrîn a Mêrdînê qelişîbû û terkên ku mar, mişk û heta bi kîvroşkan jî daqurtînin, derketibûn holê. Deşt çi qas ku ber bi Nisêbînê û Amûdê ve diçû, ax werdigeriya şêweyekî xweliya êgir. Bêhna kizîrê jê dihat. Di keleqija havînê de, hilmeke lerzok ji vê erda kizirî ber bi hewayê bilind dibû û bêhn li giyandaran diçikand.
Mîna hemû gundên deştê, gundiyên Zorava û Sirênckê jî bi zaro û zêçan ve berê xwe dabûn Edenê, bajarê tirkan. Karê tevrik û matotan ê vê zivistanê pêşî li vê qehtiya giran bigirta û bibûya pêwana debara wan.
Şanaza hejdeh salî, mîna hemû hemsalên xwe bi malbata xwe re tev li êla tevrikvanan bûbû. Mezina zarokên malbatê bû. Piştî dayik û bav, barê herî giran li ser milê wê bû. Çak û çalakiya wê, bi bedewiya wê re bûbû yek û ew xistibû devê gundiyan. Digel zîrekî û kêrhatîbûnê, di têkiliyên bi derdor re jî mîna mirovên gihîştî tevdigeriya. Her wiha dilê jin û mêrên gundiyan dibijiyayê, bi wesf û pesin, ji keçên xwe re mînak nîşan didan. Dema ji keçên xwe aciz dibûn digotin: “Ji dilê min re Şanaza mala Xelo ye ku malê li hev ragire...”

***
Germahiya Deşta Edenê serê çivîkan dibiraşt. Rojê ji asîmanan agir dibarand. Hilm û dûkêleke lerzok a germ û sincirî, ji nava lemên pembû bilind dibû û rûyê wan dialast. Xwêdaneke demûşî mîna şîrêzê di qijka serê wan re diavêt û laşê wan dida ber xwe. Paleyên her du gundan ketibûn nav hev û erdekî balûpal bi qubale girtibûn. Êdî çavên wan li ser hev bû. Yekî jî newêribû zexeliyan bike. Hineke ku xap didan xwe, ji rojaniya wan dihat qutkirin. Êdî kesekî nikaribû xwe bixwerîne. Lewra Bişarê Hemê yê serpale, di ber wan re bû. Deftereke wî ya navan timî di destan de bû û mîna çekê bi kar dianî. Kesê ku biketa deftera Bişar, êdî Xwedê jê distend. Qederê sed û bîst paleyên mîna pizot, zor didan tevrikên di destê xwe de û dora pinên pembû dixepartin.
Şanaz jî destê xwe mîna kulaban li destiyê dirêj ê tevrik pêçane û haha xeparê dike. Haya wê ji derdora wê nemaye. Xwe li ber bayê paleyên dora xwe berdaye. Mîna mûriyeke wehîr dilebike. Lê diyar e ku hiş û aqilê wê li dereke din e. Lewra ji serê sibehê ve, xortê nozdeh salî Şêrgo yê di rex xwe de nabîne. Awirên Şêrgo yên ku serê çend xeberan berdide ser, bêbersîv dimînin. Şêrgo bi zanîn hatibû û di rex de cih girtibû. Kî dizane çend caran berê xwe biribûn serî û vegeriyabûn. Lê dîsa jî haya Şanaz ji Şêrgo tunebû. Heta ku navberdana nîvro hat û ber bi konên naylonî ve çûn... Dema ku Şanaz tevrikê xwe danî serê serseda erd û kar kir ku ber bi konan ve biçe, çavên wê bi du çavên germ re bûn yek. Wê jî qet nizanibû çi pê hat. Ji nişka ve germahiyeke ji germahiya derdor cuda, ew rapêça. Dilê ku bi asayî lê dida, bi carekê depê singa wê hejand. Tevzînokan girte laşê wê û ji xwar û banî lerizand. Heta ku çavê wê qerimîn, awirên xwe ji ser Şêrgo nedan alî. Şêrgo, yê ku dêm lê bûbûn mîna du gulên nûvebûyî, serê xwe berdabû ber xwe û car caran awir bi yên Şanaz re dikirin yek. Şanaza ku bi xwe nikaribû û çavên xwe ji ser nedidan alî, li ser rewşa Şêrgo beşişî û di ber xwe de got: “Çi xortekî qeşeng e! Lê ew qasî jî şermok....”
Van nêrîn û awirên cara yekem, kizînî ji dilê her duyan anîbû. Hêzeke ku pê nikaribûn, zext û zoreke giran li wan dikir û ber bi hev dibirin. Êdî li her derên zeviya pembû, di ber hev re bûn. Her du bûbûn dîlê hestên bicoş û xwe li ber pêlên bayê dilê xwe berdabûn. Kêlî bi kêlî, saet bi saet û roj bi roj li hev çerax bûbûn. Nêrîn û awirên sil, cihê xwe dabûn axaftineke germ, henek û laqirdiyan. Dem hat ku êdî peyvan hew têra ravekirina evîna wan kir. Ji dêvla peyvan, ramûsan rijiandin ji lêvan. Çavên wan hew xew digirt. Nîvê şevan dema ku pixênî ji konan bilind dibû, her du mîna du qumriyan li pişt konan dibûn cot. Heta dema elindê bi hev şa dibûn û xwe noqî derya evînê dikirin.
Helwesta wan a li hember hev, nêzîkahiya wan a li hev, awir û nêrînên wan ên kûr, ew zû dane dest. Şêniyên her du gundan ên ku xebata tevrikê dikirin, bi wan hisiyan. Evîna her duyan a bêeman li nava konan belav bû û hemû kes ji vê dilketinê agahdar bûn. Çavên evînê kor bûn ku haya her duyan ji gerînekên gundiyan tunebû. An jî haya wan hebû lê evîna wan a paqij û bihêz, çav û guh li wan girtibûn. Ker bûbûn ku seb û gotegotên gundiyan nedibihîstin. Kor bûbûn ku nêrînên watedar ên li ser xwe nedidîtin.
Şev qar bûbû û dem ketibû hewlê nîvê şevê. Heyv bi ronahiya xwe ya lawaz, di asoyê re winda bû. Komika Sêwiyan di aliyê rojhilat re xuya kir. Reşahiyeke sift bi ser konên naylonî de barî. Êdî mirov tiliyan di çavên hev rake, hev nabîne. Ji hêla konan telpekî reş, ber bi zeviyên pembû ve zeriqî. Li keviya tibareya di navbera her du zeviyan de, xwe hêdîka berda erdê. Mîna çivîkeke sil xwe melisand û du caran bi hêdîka fîkand. Dengê fîkîna wî bi dengê kurkurkên şevê re bû yek û bi hawîr ket. Ne bi tu yî, telpekî din di nava konan re xuya kir û ber bi wî alî ve çeqizî. Mîna ku pê li hêkan bike, hat û hat li ber telpa din rawestiya. Bi tefsilandina telpê re xwe di ber re gêr kir û mîna darpêçkan, xwe li hev pêçan. Lêvên wan ên sincirî yên mîna perengên har, li hev rûniştin. Tevzînok bi laşê wan re hilperikîn. Bîbikên çavan di kortikên xwe de weriyan. Êdî li ser peliyên ewran difiriyan. Bayê evînê ew dabûn ber hembêza xwe. Pêlên derya li wan rabûbûn. Ba û bahoza di dilê wan de bûbû tofan. Destê Şêrgo çû ser qupçeyên ber sînga Şanaz û bi awayekî peroşdar ji hev kiribûn. Hê kefa destê xwe li ser memikên sor hinarî negerandin, bi terpênekê re xwe ji piya dîtin.
Dengê bavê Şanaz, ew kirin mîna du masiyên ku ji deryayê avêtibin bejê:
“Hey bênamûsnooo!”
Haydêniya ku bi nava konan ketî, şêniyên her du gundan li hev qelibandin. Êdî di reşê de kî digiha kê terpênî jê dianî. Rewş giran bû. Ji her du gundan qederê bîst kes birîndar bûbûn. Sirênckiyan bi carekê konên xwe dabûn hev û qesta zeviyeke din kiribûn. Lewra ji ber Şêrgo yê gundiyê wan, xwe sûcbar didîtin. Lawik ji wan bû û fêlbazî bi keça xelkê kiribû.
Piştî du heyvan, şêniyên her du gundan li ser pişta kamyonan berê xwe dabûn mal. Bûyera Şêrgo û Şanaz ber bi jibîrbûnê ve çûbû. Êdî xwezgîniyên Şanaz yeko yeko, dudo dudo li deriyê wan dixistin. Bavê Şanaz ji vê yekê pir xweşhal bû û dixwest ku xwezgîniyan li hev sor bike û qelenê Şanaz hilde pîleya herî jor.
Lê şevekê ji nişka ve dengê bavê Şanaz bi ser gund ket û qîriya:
“Hey bênamûsnooo! We ev jî bi min kir ne wisaaa?!”
Şêrgo li bin çengê Şanaz dabû û revandibû.















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE