rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

9
18Ê GULANÊ

Te dibînim Şêxê kulan!

Te dibînim
tu çawan li rûyên me,
li hêsrên me,
li sawên me,
li zaroktiya me,
li xwelîrengiya me,
li tenhatiyên me
û li pevçûnên me
temaşa dikî!

Te dibînim
tu çawan li derewên me,
li bazar û sibehên me,
li avên me,
li bejên me,
li kîn û bêbextî û nexweşên me,
li dar û kevir û li rûreşên me,
temaşa dikî!

Te dibînim
tu çawan li mişextî û rêvingiya me,
li comcivîn û serkêşiya me,
li têkçûn û qiriktaliya me,
li hevrikî û dilsariya me,
temaşa dikî!

Te dibînim
lê tu ji heyheya van egîdan
ji zikir û sema û xiştên mirîdan, nawestî.

Te dibînin...

Di himbêza kewên te de, wek ku xilmaşî nedîtibin, xilmaş dibin..
Li ser dêmên rewrewka ji hesin
û di sîbera dengê te yê ji hesin de, wek ku vehesîn nedîtibin, vedihesin
Bêzariya xwe bi şûrê te yê hevrêşimîn dikujin..
Hejariya xwe bi pênûsa te ya ji xunavê dikujin..
Kedxwariya xwe bi hêrsa te ya ji hetavê dikujin..
Azadiya xwe bi silava te ya ji seravê dikujin..
Û...
Û...
Û...
Xewnên xwe
bi bînahiya çavên te yên ji gulavê dikujin
Berbi ronakiya şevpestane ya şevçirayên te ve,
bizdayî,
aziryayî,
revyayî,
wiryayî,
sernişîv dibin û ji umîdan diherikin..
sernişîv dibin û di seqemê de dirikrikin
sernişîv dibin û di dîrokê de diterikin.
sernişîv dibin û di pêxîra Qamişlokê de
D
I
Ç
E
R
I
K
I
N
!!!





Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE