|
Doh 17. 03. 2007, demjimêr
13.00
Li Sandvikenê pêşengeha
Şêwekar Mehmûd Hiso vebû
Swêd. Sandviken.
rojava.net. tirej: Doh
17. 03. 2007, demjimêr 13.00
li bajarê Sandvikena Swêdê,
berpirsê Hola Hunerê li
bajarê Sandivikenê Lars
Wesleman pêşengeha
hunermendê şêwekarê Kurd
Mehmûd Hiso vekir.
piştî ku Lars wesleman
hestên xwe derbarê pêşengehê
derbirîn û kêfxweşiya xwe
eşkere kir, doz li berpirsa
çand û hunerê ya bajarê
Sandvikenê kir ku derbarê
ezmûna Mehmûd bîrûboçûnên
xwe bibêje.
Berpirsa Çand û Hunerê
Åsa Wirén Jonsson bi
şêwazekî rexnekariyane
derbarê tabloyan peyivî û di
serencamê de bal kişand ser
şêwaz û naverok û teknîka
bikaranîna rengan û xwe pir
bextewer dît ku ev pêşengeh
li bajarê wê li dar dikeve.
Piştî wê, ji alî Kurdan ve
jî Buhar Elî Bekir
gotinek derberê ezmûna
Mehmûd Hiso pêşkêş kir û
bandora êşa kurdan û
trajediya wan di tabloyan de
ragihand, herwisa ezmûna
hunerî ya M. Hiso wek
ezmûneke nûjen û serkeftî li
qelem da.
piştî gotinan û pêşkêşkirinê,
kemanjenê kurd Stêr
Kurdaxî bi hin parçeyên
mûzîkê beşdar bû û seqaya
Holê berbi peywendiya di
navbera rengan û ahengê û
afirandinê de anî bîra xelkê.
Hêjayî
gotinê ye ku jimarek e pir
mezin ji hunermend û
siyasetmedar û rojnamevan û
rewşenbîrên swêdiyan îro li
pêşengehê amade bûn û di
gelek rojnameyan de der barê
pêşengehê hate nivîsandin.
Her wisa, li gorî agahiyan,
Carin Nilsson û Lars Nilson
ji partiya Çep a Swêdê,
Zagrosê Hajo berpirsê gişti
yê Kovara Urkêş û hin
endamên komeleya Kurdên
Sandvikenê jî, li pêşengehê
amade bûn.
Ev pêşengeha Memûd Hiso bi
alîkariya welatparêzê kurd
Zerdeşt Bekir li KONSTHALLEN
a Sandvikenê hate li
darxistin.
pêşengeha Mehmûd Hiso hetanî
15ê Nîsanê domdike.
Linkên Swêdî
Linkên Swêdî2
Link Fransî
|