|
Azadiya Welat -Dîha - Eşîra Muziriyan êrîşî
êzîdiyan kir
Hate hînbûn ku bûyerên li navçeya Şêxanê
derketin, piştî ku jineke misliman a ji ber
pêkutiyên mêrê xwe ji malê reviyaye û eşîrê der
barê wê de biryara kuştinê daye, derketine.
Hate ragihandin ku 2 ciwanên êzîdî yên di
asayîşa Şêxanê de dixebitin, jina ji malê
reviyayî, bi mebesta alîkariyê hildaye wesayîta
xwe. Li ser vê yekê eşîretê biryara kuştina jina
reviyayî û şewitandina wergeha pîroz a êzîdiyan
'Şêxanê' û gelek malên êzîdiyan daye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin bûyerên li
navçeya Şêxanê ya bi ser Mûsilê ye, piştî ku
jinek misliman a ji ber pêkutiyên mêrê xwe ji
malê reviyaye û 2 ciwanên êzîdî yên di Asayîşa
Şêxanê de dixebitin ew hildaye wesayîta xwe,
derketine. Li gorî agahiyan bûyer wiha qewimî: "Jinek
ku hêj navê wê nayê zanîn ji ber zexta mêrê xwe
2 roj berî niha ji mala xwe reviya. Jinê li ser
riyê ji bo alîkariya wê bikin wesayîtek ku 2
ciwanên êzîdî yên di Asayîşa Şêxanê de dixebitin,
rawestand. Ciwan li ser vê yekê jinê dibin
Asayîşa Şêxanê. Piştî agahiya malbatê pê çêdibe,
jinê ji asayîşê dixwaze. Asayîş piştî hildana
îfadeyan, jinê teslîmî malbatê dike."
JIN HATE QETILKIRIN
Piştî ku asayîşê jin teslîmî malbatê kir, li
malê li ser mijarê civînek hate lidarxistin. Di
civînê de biryara serjêkirina jinikê hate dayîn
û înfaz bi cih hat. Hate zanîn ku rûspiyên ji
eşîra Muziriyan civîneke duyemîn girêdidin û
biryara kuştina her du ciwanan jî didin. Eşîr ji
bo kuştinê, her du ciwanan ji Qaymeqamiya Şêxanê
dixwaze. Lê ji ber ku jina reviyayî, di îfadeyê
xwe de gotiye, tu eleqeya her du ciwanan bi wê
tuneye, qaymeqamiyê ciwan nedan. Li ser vê yekê
qaymeqam ji aliyê eşîrê ve bi mirinê hate
tehdîtkirin.
QAYMEQAM REVIYA
Li ser kombûna endamên eşîrê ya li ber
Qaymeqamiyê, Qaymeqam Nûman ku paşnavê wî nehat
zanîn bi her du ciwanan re reviya Şaxa 20'emîn a
Partiya Demokrata Kurdistan (PDK). Koma ku heta
ber avahiya PDK'ê meşiya, piştî ji ber ewlehiyê
nekarî tiştek bike, berê xwe da mala Rêberê
Siyasî yê Êzîdiyan Mîr Tahsîn Beg. Li gorî
şahidan, bûyerê wiha rûda: "Koma eşîrê piştî ji
ber ewlehiyê nekarî bikevin hundirê Şêxanê 3
wesayitên Mîr Tahsîn Beg şewitandin. Dûre kom
vedigere ber Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê û
wê derê bi tevahî dişewitînin." Her wiha bi
sedan pêşmerge ji Duhok û Akreyê ber bi Şêxanê
ve hatine birêkirin.
Rêberê Siyasî yê Êzîdiyan Mîr Tahsîn Beg ji
rojnameya me re axivî û diyar kir ku wî
nehiştiye ji êzîdiyan kes bersiva êrîşan bide.
Tahsîn Beg wiha got: "Di nava hemû miletan de
bêaqil û mirovên nebaş hene. Dibe ku êzîdiyan jî
nebaşî kiribe. Lê divê em pirsgirêkê bi diyalogê
çareser bikin. Em li benda qanûnê ne ka dê çi
bêje." Tahsîn Beg got ku ew ne heval û alîgirên
alozî û nexweşiyê ne.
MALÊN WAN ŞEWITANDIN
Piştre koma çekdar a eşîra Muziriyan Hola (avahî)
Şehîd Huseynê Bavê Şêx ku ji bo êzîdiyan cihekî
pîroz e, dişewitînin. Koma ku hêrsa xwe nagire,
êrîş dibin ser malên her du ciwanên ku jina
misliman hildane wesayîta xwe jî û dişewitînin.
Ji ber ku mal hatiye valakirin, windahiya can
çênebû. Koma êrîşkar li dû vê yekê berê xwe dide
nav Bazara Şêxan û hovîtiya xwe li vir jî
didomîne. Koma hov li vir jî 3 dikanên aydî
êzîdiyan dişewitînin.
Berpirsyarê Şaxa 20'em a PDK'ê, ya Şêxanê Ferîq
Salih bûyer piştrast kirin û diyar kir ku bi
armanca pêkanîna mesilhetê dê Serokê Hikûmeta
Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî biçe navçeyê.
Li navçeya ku gengeşî rawestiyan, niha ji hêla
hêzên asayîşê ve hatiye dorpêçkirin. Her wiha
ketin û derketina navçeya Şêxan jî ji hêla
asayîşê ve hate qedexekirin.
Azîz KOYLUOGLU - Ertuş
BOZKURT / DÎHA



Wêne ji malpera behzani:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13608
|