rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Peyv û bêdengî

 



Şengül Oğûr


Ya yezdan, îro dîsa min hemû sûnd û peymanên xwe binpê kirin, min
şikenandin zincîrên pola û min xwe avêt bextê dilê peyvên jandar. Lê
ezê ku hiş û aqil berdayî hê tênegihiştime ku peyv dê nikaribin dilopek
jî şahî bidin min!
Peyv, qêrînên jînê, jînên ku nehatine jiyîn.
Peyv, deryaya ên ku ji gerdûnê hatine vederkirin û tê de berxwedana
avjeniya kêlîka jiyana dawî, dikin.
Peyv, xemrevîna evîndarên bêyar.
Peyv, ên ku di êşên xwe de diqîrin.
Peyv, a ku tê gotin:''beriya hertiştî peyv hebû'' lê ji her heyberê
bêkarîgertir bû.

Erê ya yezdan, piştî bêdengiyeke dirêj, ez bi peyvan xapiyam û min
bêdengiya xwe ; bêdengiya ku ji min re hêz û evîn bû, min bi peyvan,
gûherand!
Bêdengî, rawesta peyvan a dawiya rêyeke dirêj û bêhnstandina piştî
betilandineke giran e.
Bêdengî, dergehê ku pîr û seydayên peyvê tê de diperizin û peyvên herî
pîroz tê de dikin.
Bêdengî, mirêka hemû heyberan tê de tazî û xefiyan heşkere, dibe

Peyvê ,tola rasteqîniyê; asteqîniya ku ew ji xwe qewirandî, ji min
hilanî; di gewriya min de bûn tîr, di çavê min de xwîn, di dilê min de
agir!

Peyv, bêhêziya min a ku min dixe nav piyan û şanazî û rûmeta min binpê
dike!
Ya yezdan, ma te jî ne bi peyvê adem radest kir û werîsê benîtiyê li
stûwê wî aland, ma ne peyv bû a ku bû sedema qewirandina ji bihûştê!?
Peyv ,navgîna bindestî û êşê, sedema azadiyeke bi benîtî!?

Ma ne peyv e a ku selîba dide radan û pêyvbêjan di selibîne û stûwan
dide ber kêrê û zikan dide ber xençerê!?
Ez jî îro peyivîm û min giyana xwe da ber kêrê û qêrînên bêdeng
pijiqandin jê!
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE