rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

HEVALÊN ME

 



Reyhan Sarhan


Min pir heval nasîn û naskirin
Lê belê hemû jî bi dema xwe re hatin û çûn
Wekî pelên darên payîzê zer bûn
Weriyan, ketin bin berfa zivistanê û heliyan
Bûn ax û av hevalên me
Bê ku em ji felsefeya hevaltiya hevdû
têr bibin, Tevî axê û avê bûn hevalên me.
Wekî kewên berê ew li çiyê, ref bi ref
firiyan, çûn, ji me dûr ketin û qet li dûv xwe nenêrîn,
hevalên me.

Min pir heval nasîn û naskirin
Li çol û çolistanan
Li bax û bostanan
Li rê û rêçên koçberiyê
û îro tenê ji wan hevalan,
çend bîranînên mirî û
kevinbûyî, li dûv wan hevalan mane!
Wekî hevaltiya me ya ku bû ax û av!

Min pir heval nasîn û naskirin
Lê niha kes ji wan hevalan tune ye û
her yek li derekê ye
Hindek ji wan çûn, xwe avêtin bextê çiyê
bûn hevalên çiyê.

Hindek jî ji wan ji karwanê hevaltiya me bar kirin
Bê ku xatir bixwazin ketin ser rê û rêçên tarî
Hindek jî ji wan ketin xefka koletiyê û bi werîsê zilmê ve
hatin girêdan, ketin nava çar diwaran û
hidnek jî ji wan wekî min ketin deryaya
valahiyê, geh binav bûn û geh jî serav bûn
li ber pêlên valahiyê çûn û hatin...
hevalên me...













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE