rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Xwîna tiştan

 




Ji canê Memdûh Idwan re
Mehmûd Badilî



Baweşkên peyvên te
di guhê hestê min de
jîn didin
Tu bû
ew hevalê rêya xwe kola
di xêzên tariyê de
Tu bû
ew helbestvanê
pêjna helbestê revand
û bejna wê hilda
Tu bû
ew nivîskarê
xîmav ji xwîna tiştan
werdigirt.
Gelek tişt hildifirand
Gelek tişt hildiweşand
Gelek tişt vedijand.
Tu bû
ew mirovê
tiştê nedîtî
vediçirand
Jiyan weke xwe didît
weke xwe dibînand
Roj û ronahî
di kezeba jînê de
dihûnand
Valahî dadigirt,
Şevnema dêmê sipîdê
dida hev
li dêmên me
dadiweşand.
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE