rojava@rojava.net

 
   


 

rojava.net 17.12.2005

 



2 Helbest
Şengül Oğur



TU ÇÛYÎ

Tu çûyî
ev bajar
kuçe û kolan
sêwî ma
strana nîvco
tu çûyi
gul û gulan
avrêl û baran
kew û kewçêr
gelawêj û stêr
stuxwar
tu çûyî
min li sêdarê kir
kenên xwe yên
parsek
min avêt milê xwe
xurceke pînekirî
ji janan
geriyam
li bîranînan
tu çûyî
bûme nobedarê ezmên
her ku stêr rijiyan
qêriyam
çiya naliyan
firmêsk bi şewat
bi ser dilê
ziwa bariyan
şevdirêjên tîrmehê de
bilbil ji bo gul
loriya
tu çûyî
awirên şilok
ramûsanên şermok
hêviyên tirsok
li xewnên min civiyan
tu çûyî
bûme koçberê xwe
du çukên dirinde
(jan û bêrî)
nikilandin dil û mejî
mextelê min
ciyê ku tu jê çûyî
tu çûyî!?
--------------------------------------------

Rê Û RIV İN


Ew rêya ku em
dest bi dest
bi kamkari
lê dimeşiyan
bi kevz û kuwarkên
kovanî xemilîne niha
di vê rêyê de
bi dilekî kul
dikulkilim
reşeyên te diramusim
li ser hêtên qul qulî
û herifî
bi kenên dînên
bi çola ketî
simbêlên xwe diçinim
mîna simbilên seridî
di sehera sibeheke
sar û sêwî de
palevanekî bi sikrat im

ew rêya ku em
dest bi dest
bi kamkarî
lê dimeşiyan
mirineke kemilî
ji kuştinê
kulibiye ji kêfê
û qeşmerîtiyê dike niha
li warên ramûsanên me
mar û tupişk
dilîzin di lîsê de

ew rêya ku em
dest bi dest
bi kamkarî
lê dimeşiyan
pira seratê ye niha
û ez evîndarê
agirê dojeha
mihemed im
bêwar û yezdan im
rê!
rim!
Riv in!



 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin