|
Dahênerê diyalogê: Karl Valentin
Wergerandina ji Elmanî: Welîd Murad
di sala 1942ê de hatiye nivîsandin
(Zengilê firoşgehê lêdikeve)
Valentîn derbasî Firoşgeha kumên mêran dibe:
Kumfiroş : (li hundirê Firoşgeha Kumên mêran)..... roj baş ...
daxwaza te çi ye?
Valentin : ez kumekî dixwazim.
Kumfiroş : gereke ew kumekî çawa be?
Valentin : yekî ji bo bidim serê xwe.
Kumfiroş : erê, jixwe tu nikarê ti carî kumekî bikişînî xwe! Divê
hertim tu kum bidî serê xwe.
Valentin : no, ne hertim. Wek nimûne li kinîştê* ez nikarim kum
bidim serê xwe.
Kumfiroş : ne li kinîştê .....lê erê tu hertim naçê kinîştê.
Valentin : na! Hew li vir û li vêderê(mebest jê:car carnan)
Kumfiroş : mebesta te hew: li vêderê û li vir
Valentin : ez kumekî dixwazim ko karibim bidim serê xwe û ji serê
xwe bikim.
Kumfiroş : tu karê her kumî bidî serê xwe û ji serê xwe bikî! Tu
kumekî nerm dixwazî yan yekî gij?
Valentin : na...ez yekî gewr dixwazim.
Kumfiroş : na! Mebesta min, kîjan modêlê?
Valentin : Modêlek bêreng be.
Kumfiroş : mebesta te modêlek xweşik......li ba me modêlên xweşik ên
cur bi cur bi hemû rengan hene.
Valentin : bi hemû rengan? Naxwe ka zerekî vekirî!
Kumfiroş : lê zerê fekirî ji kumên mêran re tenê li kerneval dibe,
tê nikaribî rahêjî kumekî mêran ko rengê wî zerê vekirî be.
Valentin : ez naxwazim rahêjimê, lê ezê wî bidim serê xwe.
Kumfiroş : bi kumekî zerê vekirî wê bi te bikenin!
Valentin : lê kumên ji pûş rengên wan zerê vekirî ne!
Kumfiroş : haaa, tu kumekî pûşî dixwazî?
Valentin : no , kumekî pûşî min tûşî biva êgir dike!
Kumfiroş : mixabin, kumên ji asbist hîn tune ne.....kumên bedew ji
kulavê nerm li ba me hene.
Valentin : kumên ji kulavê nerm neyîniyên wan hene, mirov bi wan hor
nabe, çaxê ji ser serî dikevin ser zemînê.
Kumfiroş : nalo, naxwe ji xwe re kumekî hesinî bikire, ê ko mirov
ketina wî dibihîze!
Valentin : ez weke mirovekî sîvîl ji min re çênabe ez rahêjim kumekî
hesinî!
Kumfiroş : niha ...divê tu zû biryarê bidî, tu kumekî çawa dixwazî?
Valentin : ez kumekî nû dixwazim!
Kumfiroş : erê, hew tenê kumê nû li ba me hene
Valentin : ez dixwazim erê yekî nû.
Kumfiroş : erê, lê yekî çawa?
Valentin : kumekî mêran!
Kumfiroş : em pîş bi kumên jinan nakin!
Valentin : ez jî kumê jinan naxwazim!
Kumfiroş : danûsitandina bi te re pir çetin e, ezê niha gelek kuman
şanî te bidim!
Valentin : wateya wê çi ye, gelek kum, tenê ez yekî dixwazim, min jî
erê tenê seriyek heye.
Kumfiroş : na na.....ez gelekan şanî te dikim ji bo hilbijartinê.
Valentin : ez hilbijartinê naxwazim, lê ez kumekî dixwazim, ê ko li
min were!
Kumfiroş : bêguman divê kumekî li gor te be, heger tu ferhiya serê
xwe bêjî, hinga emê kumekî li gor te bibînin.
Valentin : ferebûna serê min ewqas ne wilo fere ye, mîna tu hizir
dikî! Ferebûna serê min nemara 55ê ye ....lê ez kumekî nemara wî 60
dixwazim.
Kumfiroş : êdî hinga wê kum gelekî li te mezin be.
Valentin : lê, wê xweşiktir rûne! Heger ez wî 5 nemaran biçûktir
bibim, wê ji min bikeve.
Kumfiroş : ev jî sûde jê tune ye, heger mirov ferebûna serê wî 55
be, divê nimara kum jî 55 be! Ev ji kevin de wisa ye.
Valentin : ji kevin de!.......ev tiştekî xembar e ko bazirgan hîna
bi tiştên kevin û kelepor ve girêdayî ne û ne bi dema nû re diçin!
Kumfiroş : ma niha çi pêwendiya ferebûna kum bi dema nû re heye?
Valentin : li min bibûre: seriyê mirovan ne weke xwe dimînin! Lêbelê
ew xwe hertim diguherin!
Kumfiroş : ji we re.....lê ne derveyî, em li vir gelekî fereh
çûn.(dûr)
Valentin : erê, te dixwest ferehiyê nas bikî!
Kumfiroş : lê, belê ne ji dema nû re, lê ji serê te re!
Valentin : tenê min ji te re şirove kir ko mirovên demên kevin wan
seriyên din hebûn li gor û berawerdiyên îro.
Kumfiroş : ev tiştekî kelevajî ye......bêguman her mirovek, ji çaxê
ko cîhan afirîye, serê xwe heye, lê em ne li ser vê taybetmendiyê
diaxivin, lê belê li ser meziniya serê te.......wisa, bihêle tu ji
min hîn bibî, rahêje vî kumê nemara 55 ê, buhayê kum 15 Mark in,
xweşik e û baş e û modelî ye.
Valentin : bêguman ezê xwe ji te hîn bikim, ma ne tu pisporî,....wisa
kum modelî ye, tu dibêjî.
Kumfiroş : erê, îro modelî tê çi wateyê! Îro gelek mêr hene, bi
siroştiyek zehî(seyr) tên bi navkirin, ew baz didin di havînî û
zivistanî de, di dema berf û qeşayê de, bê kum li derve digerin û
dibêjin, ev ya herî modelî ye.
Valentin : wilo.... naxwe lixwenekirina kum ya herî modelî ye? Erê,
mafir wisa ye ez kum nema dikirim! Bi xatirê te(gule gule)!
___________________________________________________________________________
*: kinîşte = kenîse = dêra fileha ye(xiristiyan)
Elmaniya, 31.05.2005
|