rojava@rojava.net

 
   


Li Hewlêrê pêşengeha pirtûkan li zanîngeha selehedîn vebû

rojava.net 17.11.2005

 

 


 

Rojav.net
Mihemed Brîmko/ Hewlêr: Roja çarşemê li Pirtûkxaneya navendî ya zanîngeha Selehedînê li Hewlêra paytext, sêyemîn pêşengeha pirtûkan vebû.
Pêşengeh bi beşdarbûna (75) dezgehên (Kurdî, Erebî, Ingilîzî) ji welatên (Libnan, Misir, Urdin, Sûrîya, Îmarat, Erebistana Sûdî, Birîtanîya, Hind û Tirkîya û welatên din..) pêkhatîye û ev pêşengeh bi alîkarîya Giropa (HANA) ya Ragihandinê û Dezgeha (Dicla) ya Urdinî bo belavkirin û dabeşkirinê hatîye li darxistin, herwiha bêtirî (10000) navnîşanên pirtûkan û (5000) CD di vê pêşengehê de hatine pêşkêşkirin.

Di seredaneke pêşengehê de me hevdîtinek li gel "Dr.Mihemed Mistefa" Emîndarê Pirtûkxaneya Navendî li Hewlêrê pêkanî û birêz di derbarê vê pêşengehê de wiha got: "Ev Sêyemîn pêşengeha salane ye ku li Pirtûkxaneya Navendî dihête li darxistin, di vê pêşengehê de nêzîkî 75 dezgehên cîhanî beşdar bûne û 10 hezar navnîşanên pirtûkan hatine pêşkêşkirin û bêtirên pirtûkan taybet in bi warên; zanist, edeb, bijîşkî, dermansazî û gelek warên din û tiştê balkêş di vê pêşengehê de pirtûkên di warê kompyûter de ne "

Herwiha pirofîsor "Sebah Ehmed Necar" pisporê Derûnasîya Civakî li Kolêca Zanistî Ramîyarî li Zanîngehê beşdarî li vê pêşengehê kiribû û sebaret bi pêşengehê têbîn û pêşnîyazên xwe ji me re gotin: "Bi giştî Kurdistan pêwîstî bi vî şêweyê ji pêşengehan e û em hêvîdar in ku bibe karekî werzî, wate her sê heyvan carekê lê çend mercên me hene em weke kesên Akadîmîk ku nirxa pirtûkan bi kêmanî 20 % kêmtir be ji berku buhayê wan gelek giran e, lê sebaret bi pirtûkan bi rastî her çendî ji alîyê şêwe de xweşik in lê weku min çend pirtûk dîtine naveroka wan gelek kevin bûn û li salên heştêyan min xwendine lê di çapkirina wan de salên 2003-2004 nivîsandine bêyî ku nîşan bidin salên çapê yên kevin, mixabin dezgehek Urdinî bo belavkirinê bi vî karî rabûye û ev jî weke xapandineke zanistî û akadîmî bo lêkolîner dihête kirin û bi vî şêweyî dikarin pirtûkan bi nirxên niha bifroşin"

Sebaret bi beşdarîya camewerî li pêşengehê (Dr.Sîrwa Es'ed) Pro. li beşê Dîrok li kolêca Wêje (Edab) weko yek ji beşdaran wiha got: "Ev cûre ji pêşengehan girîng e zû zû bihêtin li darxistin û ez pirtûkên Erebî bi şêweyekî berçav li vir dibînim ji yên din bêtir, divê ewên van pêşengehan li dardixin bizanibin ku nifşekî me peydabûye bêtir bi Kurdî bi başî zanin ji ber ku piştî raperîna Kurdistanê li vê derê (Raperîna başûrî Kurdistanê sala 1991) zimanê Erebî nemaye û ew nifş di zimanê Erebî de lawaz e û erkên dezgehên me yên Kurdî yên belavkirin û çapkirinê pirtûkên baş hilbjêrin û wergerînin bi Kurdî û sebaret bi beşdarîya xwendekaran li pêşengehê mixabin ez xwendekaran tek tek û kêm dibînim her çiqas nirxên pirtûkan giran e lê divê xwendekar werin bi kêmanî navnîşana bibînin û herwiha beşdarîya mamosteyan jî kêm e û ez hêvîdar im zanîngeh hin pirtûkên baş hilbijêr e û ji bo pirtûkxanwyên kolêcan bikr e ji bo xwendekar sûd jê bigrin"

Haja Se'îd Yihya yek ji beşdaran bû û têbîniyên xwe li ser pêşengehê wiha gotin: "Wek em zanin û li gor pêşengehên berê û yên li salên bûrî, beşdarîya dezgehên belavkirinê bêtir bû herwiha hejmara pirtûkan jî bêtirbûn, lê vê carê çima kêm in ez nizanim, lê tevî wê pirtûkên di warê kompyûter de vê carê hene û ev jî tiştekî baş e, lê beşdarî jî kêm e, gelo roja yekemîn e lewre kêm e ? berê beşdarî bêtir" herwiha (Hoşî Murad) xwendekarê kolêca Zanistî Ramyarî li Zanîngeha Selehedîn yek ji beşdaran bû wiha got: "Bi rastî her weku pêşengehên berê min çend pirtûk ji vê pêşengehê jî kirîn, lê mixabin nirxa pirtûkan gelek giran e û divê çareyek jê re bihête dîtin ji ber ku em wek xwendekar bo me zehmet e em pirtûkên bi vê giranîyê bikirin û tiştê balkêş li pêşengehê ew bû ku pirtûkên herî pir yên kultûr û çandê, ne tenê Erebî lê yê Erebkirinê bû û divê kesên serpereştyar li vê dîyardeyê agahdarbin daku bandorên nebaş li nifşên nuh nebin"

Li koşeyekê ji pêşengehê û di beşê kombyûter û têknolocîya endezyar (Şêrzad Omer) berpirsê wê koşeyê û endamê nivîsgeha Mîlo ser bi giropa HANA ve bo me wiha got: "Ev cara yekem e em li pêşengehê di warê kompyûter û têknolocî de beşdar dibin û bi rastî xelkek zor li vî beşî beşdar dibin û pêwîstîyên xwe yên kûmpyoter dikrin û bi taybet CD yên pirograman û di rojên din de li gor daxwazên xelkê ezê dê tiştan bêtir bînim û em bi 5 hezar CD yên pirograman û fêrkirinê beşdarbûne û herwiha tishtên pêwîst ji kompyoteran re û kompyûterên Laptop"

Herwiha jimêryarê u pereyên pirtûkan werdigire sebaret bi firoştina pirtûkan li pêşengehê got: "Asta firotina pirtûkan asteke baş e û xelk gelek beşdar dibe û bi taybet pirtûkên Zanistî û Bijîşkî û li gor pêşengehên berê li vê pêşengehê firoştin bêtir e"

Dr.Sebah El-Zubeydî Rêvebirê Dezgeha Dîcle ya belavkirinê li Urdin bo me bi zimanê Erebî wiha got: "Ev çend car in em li Hewlêrê pêşengehên wisa li baweşa zanîngeha Selehedîn li dardixin û em dizanin ku ev beşdarîya baş ji bajarê Hewlêrê heye, ji ber vê yekê em agahdarbûn ku em pêşengehê di asta beşdarîyê de bikin û ev roja yekemîn e hejmarek baş ji pirtûkan hatîye firotin û ez bawer im nêzîkî 20 % ji pirtûkên pêşengehê hatine firotin"




 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin