Min jin im, jiyan im, wejîn
im
Ewe mêjû elêt, ek xom bilêm
Şiwênî asewarî min diyar e be ser
Gund û şarekanî Mezro Botan im
Min bûm dahênerî razî nehêniyekanî sirûşt
Min bûm serçaweyî şaristaniyet
Erê min bûm min, dahênerî jiyar û jiyan û
binemakanî binyatî komelekayî seretayî
Biron birwane ne hewşar ta deştî Şarezûr
Le deryaçeyî Want a golî Urmî
Le çiyayî Agirî ta textî Hawraman
Le piristişgayî Anahîta ta atişkideyî
agirgeş Esip
Min jin im, jiyan im, wejîn im
Jin im xawenî mêjoyekî rengîn
Jin im xawenî dahênerî zagon û destlat
Erê min im xawendarî dab û erîtî ayînî
Be bîr im dêt le katî Someriyekanda
Min bûm şajinî efsaneyî xwedayî erd û esman
Min bûm xawenî çandinî yekem derxet û
binemakanî zagon û jiyanî yeksanî
Min bûm xodabanûyî Înana pasawanî şarî Urk
Min bûm xodayî afirandinî jiyanêkîtir û
rewanekîtir
Erê min bûm xawenî dahênerî efsaneyî
Gilgamêş
Were ey hawergez, ey jin were birwanîne mêjû
Min jin im, jiyan im, jiyanewem,
Mexabin, êsta birwan in, bizanîn min kêm
Le koyî ew goyî zewîyeda win bûm
Bebîrim dêt papatiyekanî biyabanî û çetekanî
Cengîzxanî mexol û qewmî Tatar
Çon minyan kird be armancî şûmî xoyan û çon
minyan le xawendarî ew mêjûye dûr kird
Çon minyan le welatî şaristanî Mezro Botan,
ke welatî gelanî Arî û Mad û ejdadime
Bêgane û dûr xistewe
Êsta, êsta be bêşermî, pêm elên, to bûyî
xiwardit sêwekeyî darî eqlî beheşt,
to bûyî be hoyî derkirdinî Adem le beheşt,
to bûyî gunahit kirdû mirovayetît xiste ew
tawane
Elên, to le perasûyî Adem hatûyîte afirandin,
her boye naqîsît û natiwanit
bîr bikeyetewe û bibît be xodawend,
ew kateyî ke dagîrkeranî mexol û tatar û
samî zagoniyan danina
xistimyane perawêzewe
Kirdimyan be kalayekî bê îrade
Xistimyane rîzî meromalatewe
Minyan kirde zewî û kêlegeyî xoban
Min jin im, jiyan im, jiyanewem,
min jin im, jinî mad im, min kiç im, kiçêkî
azad im
Min roleyî agire sûrekî Zerdeşt im
Min xawenî mêjoyekî pak û ronak im
Be bêrit dêt, min û yarim
Memê Alan daman peymanî xoşewîstî
Ta çi ekat Bekoyî Ewan
Carîkî dî bêt be kospî nêwan dildarî û
welatparêzî
Êstayiş hawarî Ferhade ke dête goyê le
taqbistanim
Wa diyar e destkarî, ko kenim ke dayî giyanî
bo Şêrînî
Were ey hawregez, ey jin were
Heste ser pê, çaw bikerewe, rabe, katî
berxwedan e
Were ba pêkewe zagonêkî nûyî bo êmro çêkeyn
Were destet bixe naw destim û be yekdeng
bilên
Ême Jin in, jiyan in, wejîn in
Ême jin in, jinanî Mad in, ême kiç in,
kiçanî azad in
Ême roleyî agire sûrekî Zerdeşt in
Ême xawenî binemakanî zagon û jiyanî
yeksanîn
Ême xawenî mêjûyekî pak û serçaweyî şaristan
in
hilinkurd@yahoo.com