
e-mail :
peyvaniviskaran@yahoo.com
Korak mobê: 00964
750 457 3108
Nivîseran :
00964- 62- 722 4361 & ( 7611062 )
BEYANNAMA NERAZÎBÛNÊ LI DIJÎ DESTESERKIRINA NIVÎSKARÊ KURD
((
EDNAN BEŞÎR
))
Bi navê Yeketiya Nivîskarên kurd-Duhok
; nerazîbûna xwe bi tundî li hember desteserkirina nivîserê Kurd ((
Ednan Beşîr
)) diyar dikeyn ku ji layê Rêjîma Sûrî ve li roja 6-10-2005 li
bajêrê Hesekê Hatiye girtin piştî di festîvala Duhok ya rewşenbîrî
ya êkê de pîşkdar bûyî
Hejî
gotinê ye ku Ednan bo mawê 24 selan e xizmetê di warê Perwerdê de
dike, li wî demê Ku cîhan bi giştî û herêma rojhelata naverast bi
taybetî pêngavên berîn dihavêjît ber bi çespandina binemayên
dîmokrasî yên mafên mirovî; rêjîma Sûrî hêşta li ser hizrên xwe yên
giştî
şovînî yên berteng berdewam e
Tepeserkirina mafên rewayên milletê Kurd li Sûryê, nemaze di warê
Rewşenbîrîyê de ko binpêkirina peyva kurdî û dûvçûna rewşenbîrên
kurd û derêxistin û durkirina wan ji kar û wezîfeyên wan yên fermî
ku bûye saxletê Sereke yê dezgehên asayîşa Sûrî li bajarên kurdî.
Bi
navê Tevaya endamên yeketiya nivîskarên kurd-Duhok, desteserkirina
nivîskarê Kurd (( Ednan Beşîr )) bi tundî riswa û roreş dikeyn ku
niho di zîndanên Dîmeşqê de dinalît.
Daxwazê Ji rêjîma Sûrî dikeyn ku bi zûtirîn dem nivîskarê Jêgotî
azad biken, her wisa daxwazê Ji hemû nivîskarên cîhanê û saziyên
nivîskaran û dezgehên rewşenbîrî yên cîhanî û li welatên erebî û
rêkxistîyên mirovayetî û rêkxirawên mafên mirovan û neteweyên
êkgirtî u êketîya europî u hemo piştevanên dezgehên civakê Sivîl u
azadîya hizirkirin û derbirînê dikeyn, ku hevkar bin di gel vê
daxwaziya me ya rewa û her layenek ji layê Xwe ve daxwazê Ji rijêma
surî bi ket ku nivîskarê Girtî azad bi ket u dev ji van kiryarên ne
mirovayetî yên li dijî kurdan berdin.
Yeketîya Nivîskarên kurd-Duhok
Duhok, li 16-10-2005