Hoşeng Osê
_ 1 _
Li paş xwe nenere..!
razek tê kuştin.
Demsaleke fedyok û çemekî dilbijok, têne darde kirin.
_ 2 _
Ranezê...
Berî ku tu pencereya dilê xwe
ji bayê re vekî
û giyanê xwe bi axê kilît bikî, ranezê.
_ 3 _
Eger di rêwîtiyê de barên te peyv bin?
Bera sor û şîn bin.
Û li wateyan nepirse.
_ 4 _
Tu êzing î...
Hayê ji agir neyne.
Nebêje : ew ê av bi kêrî min bê...!?
_ 5 _
Di bejdariya helbestê de
bi gotinan nelîze
tenê, li dengê sawêrên xwe yên toalaz bibhîze.
Da helbest, qîzaniya xwe wenda neke.
_ 6 _
Dilê xwe nebijîne mirinê...
Ta taseke dew
misteke mewîj
naneke tenûrê
û du çavên şîn li ser çiya heb in.
_ 7 _
Tenê ji xweristê
tu dikarî hînî azadiyê bibî.
_ 8 _
Li her dû cîhanan
her ku zivstan pêrgî payiza temenê te bû
şîreta çar a, çar hezar car bixwîne
û carekê tenê pêk bîne.
_ 9 _
Ji genim û xwê hez bike
Lê, ne ta qûnaxa
ku desmêja sinbilan bişkînî
û derya bixeyidînî...?!
_ 10 _
Her ku xemgîbî
mişextî
tenahî
hêlînên xwe di giyanê te de vedan
rahêje pênûs û bilûrê.
_ 11 _
Ji ber ku tu jî,
ji zarokên vî ezmanî yî
ji çûkên vî agrî yî
ji stêrkên vê avê yî
min van şîretan ji te re got in.
_ 12 _
Guh nede şîretên ba yê
û ne yên min jî.
Tenê şîretên ronahiyê pêk bîne.
Şam _ 2003