Helîm Yûsiv
Sê caran Kurd û Cezayirê hatine cem hev.
Cara yekem, agir û şewata Sînema ya Amûdê bû. Dem 13.11.1960 bû.
Zêdeyî dused û heyştê zarokî şewitîn. Zarok şagirtên dibistanên
Amûdê bûn, mamosteyan ew ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê li hev kom
kiribûn.
Encama cara yekem, şewata zarotiyê bû.
Cara duyem jî peymana Cezayirê ya şeş ê Adara 1975 an bû, ku di
navbera rêjîmên Iraq û Iran de, şoreşa kurdên başûr hate firotin.
Cihê bazarê Cezayir bû.Piştî çarde sal şer û 33 hezar şehîd, şoreş
têkçû û Kurd şerpeze bûn.
Encama cara duyem, bêbextî û têkçûn bû.
Cara sêyem jî Sîdo Reşo bû ku ji bavekî kurd û diyeke Cezayirî
hatibû dinyayê.
Encama cara sêyem, hunermendekî temenkin û jiyannîvcomayî bû.
Di destpêka salên notî de naskirina min û Sîdo destpêkir. Xwendina
xwe ya fakulteya hunerê li Şamê qedandibû û bi coşeke mezin karê xwe
yê hunerî dikir. Li salona Elxancî pêşangeha peykeran vekiribû.Bi
zîrekiya xwe bala her kesî kişandibû ser karê xwe.Ew zîrekiya ku ji
herrî, bironz, kevir û materyalên bêcan û sar, peykerên destanî
tanîn holê.Heta niha peykerê siyamed û Xecê û pezkoviyê bêbext li
ber çavên mine. Sîdo Reşo di asteke hunerî, ya bilind de karê xwe
dikir.Ji ber vê yekê jî, di demeke kin de cihê xwe girt, ne tenê di
nav peykerçêkerên Helebê de, belê di nav derdorên hunerî de, li
seranserê Sûryê.Li Helebê, hemû dema xwe dida hunera xwe, pêre jî
çend şêwekarên xort weke Hesko Hesko û Nîhad Tirk li ber destên wî
yên hoste tiliyên xwe hînî vexwarina ava jiyanê dikirin.Wan salan ez
jî, mîna bi sedan xort û keçên kurd ku ji bo xwendinê bi Şam û
Heleban ketibûn, çûbûm zanîngeha Helebê ji bo xwendina hiqûq.Mîna
her xwendekarî li xaniyekî kirê digeriyam, Sîdo Reşo bi hewara min
ve hatibû.Ji min re got:
- Li xaniyan neger. Vaye min xanî ji te re dîtiye.
Xanî li qata şeşan , li ser ban bû.Li Mîdan, li pişt resturanta
Elburc bû. Xanî yê xwişka wî bû ku bi malbatî koçî Romanya kiribû.Bi
vê yekê min bav û birayên wî jî naskirin.Min naskir jî ku
Karîkatorçêkerê naskirî Şema; zavayê wî ye û xwişkeke wî jî li Şamê
dimîne.Li ser deriyê oda min a biçûçik jî wêneyê diya wî ya cezayirî
heta roja min a dawî di wê odê de daleqndî mabû.Herdem digot, ji
bavê xwe bêtir ez lawê hembêza dayika xwe me, dayika ku berî min
mezin bike dest ji min û jiyanê berdabû.Sîdo bi kude diçû, li vegerê
li wê qata şeşan dibû mêvanê min.Her û her çavên wî li
berdewamkirina piroje ya wî ya hunerî bû. Rojekê, piştî pêşangeha
Beyrûdê, biryara xwe dabû, û mîna ku berê xwe bide warê xewnan digot
:
- Ez ê herim Romanya.
Ģavê wî lêbû, him ji hêla hunerî ve û him ji hêla aborî ve, xwe ava
bike.Ji Romanya bi telefonê çend caran digot ku dest bi bazirganiyê
kiriye, û weha berdewam dikir:
- Lê, ez ne rehetim.
Piştî demeke kin jî naskiribû ku bazirganî li bejn û bala wî ya
hunerî nayê.Nû gihijte Belcîka telefon kir:
- Min xwest ez we agahdar bikim ku va ez hatime vêderê. Ez dixwazim
li vir bi cih bibim, da ku ji karê hunerî re vala bibim.
Hîn cirra xwe li bicihbûnê xweş nekiribû gava ku dilê wî dest bi
xiyanetê kir. Xiyaneta dil jî mîna xiyaneta hevalekî ku mirov pişta
xwe, bi bawerî, dabe wî, girane.Sîdo Reşo xewnên xwe yên mezin bi
xwe re anîbûn û hatibû cem me.Xewnên mezin man û Sîdo yê hunermend
çû.Li rawestgehekê ji bo bêhnvedanê bê westan digeriya. Dixwest ji
hişmendiya xwe diya xwe ji nû ve weke peyker bîne jiyanê, her û her
ew peyker bi giyan û gewde dikir.Weha jî ji gerra wî gîhakê ku di
devê mar de şîn hatibû nediwestiya.Gîhakê bi stirî yê hunera kurdî
ku tenê feqîrî û belengaziyê li pey xwe dihêle.Roj bi roj mar mezin
dibe û gîhakê seyr jî, diçilmese.
Her carê, li welatekî Ewrupayê, dê çend Kurd li hev du bicivin û
hevalekî xwe di tabûtê de bişînin. Ne tabût diqedin, ne jî Welat
nêzîk dibe.
Her kurd li ser baskê xewnê berê xwe dide Ewrupayê,di tabûtê de
vegdiere nav malbat û xelkên xwe.
Oxir be Sîdo Reşo, dûr, nêzîk, em ê jî yeko yeko di tabûtan de,
vegerin welêt.