Ezîz Xemcivîn
Diyarî: Helbestvan Sebrî Silîvanî
Ceger fêr bûye
serê te
li ser pala wê binive…
Çav fêr bûye
berî raketinê
nêçîra kevan û sawîran
divê herdem tu bî…!!
Pirsekê xwe çem kir:
Bo çî;
giyan ji te hez diket?
Bo çî;
Işqêt giyan
imro tu bî?
nazanim giyan
welamî tu bi çî bidem..!!
giyan
hez nakem
tu bêtir ziyanê
li xoşewîstî bar biket..!!
gelekî dûr im
bêçare me
ji bo gihiştinê…?
Paleyê li leylanê dikim;
hêsan e,
ne giran e
di rê ya jiyanê de
canbaz im..
ji bo hevdîtinê
li ser şûrê bendewariyê
sivik diçim..!!
Ronya
li ber çavê min e;
diçim,
dirawestim,
mil bi mil
li gel hêviya min e….
Yar im
bo çî dûr diçî?
xoşewîstî
nizingî divêt…!!
Sibehîn li ser varendê bû
dest li ba dikir,
çav, nêrîn berzûrî xwedan bû;
aya
tu
Ronya
ji asîman
û zemînê
li min bihûnî,
bipêçî..!!
Em têne sot in,
şemalên evînê
li tariya dilên tarî
em geş in..
Destdana me
silavdana bihna me,
ji navbera germa dilbijînan
kevoka evînê
serbest firiya….!!
Te digot: eger te destê min girt û dilê min ne leqiya;
naxwe nişteciyên hêlînên hestan sar bûne…!!
Ronya
dilê min
navkêla kelîna te dorpêç dike..!!
ew stêlê wê kemberê ye;
cîgirê ba û baranê ye;
naznaz e
rengrengî û tewş e…!!
Canê dibêjim:
tu li gel firiştan hevdeng î?
Nexêr
mînak berê
min dûrî
bihna gul ferzendê
nehêle..!!
Giyan
bi cadobaziya rewanan
em tev li hev dibin,
jînit xoşbît
katî rewan yekbîn
hevstêl in
çirax bin,
û find bin
pişkivîna xunçan
ji kenê
dil bin…!!
16/10/2005
Dubai
Emirates
Ezîz Xemcivîn