Arşev Oskan
Li
ber sawa nalînên xewnên te,
gora bîranînên xwe dikolim.
Di bin sîwana awirên te de,
li barana payîza dil,
di şevên bê sitûn de,
li wan dilopên zengilînî guhdar im.
Di wan kêlîkên jiyana nîvco de,
reşahiya taristanên zarotiya xweyî bê zarotî,
li ser pişta heyvê siwar dikim.
Dilê xwe di navbera herdu çemên te de,
ji dadgeha viyanê re dişînim.
Li ser zimanê xwe..
tîpên navê teyî zîvînî diçînim,
ji wan tîpên şaxvedayî, sirûda koçberiya xwe,
ji paşerojên kenok re diyar dikim.
Ew rê û nîşanên sozên te,
ne ji bîra min diçin û ne xewnên min
ji wan têne şuştin.
Lê dîsa jî, zimanê pênûsa min,
li ser vedana awirên te,
çîroka mirina min dinivîse,
di hundirê helbestekê de, sermest û gêj dike.
Ji wê roja ku te awir veda,
û çend êrîş avêtin sînga minî,
Ji wan tîr û kevanên rustemî.
Hîna jî şev…
min di paşila xwe de himêz dike.
Hîna heyv, pesnê bedewiya xwe ji sitêran re dihûne
û ronahiyeke tirêvînî, li ser çemên xewar radixîne.
Xwezî ew şevên bê deng, dirêj bana,
da ku min û te bikarîba bi wan sawîran,
pişta xapandina xewnên hezarsalî, bi hevdîtinekê bişikanda.
Me dê li ber ronahiya heyvê, nema gazin ji sitêran bikira.
Wê nema rojên pîroz, ji min û te bixeyîdiyana.
Wê nema pişta xwe, bidana soz û hêviyên meyî nergizî.
Wê nema payîz, xwe li bejna sawirên me bipêça.
Erê sozdara min…
Min gelek caran çîroka xewnên xapînok, ji te re hûnand.
Te jî, li ber wan çîrokan dîlana sermestiyê dikir
û tu di xewa giran de, difetisî.
Piştî te, min ew çîrok hemî,
di hundirê şikefta sînga xwe de, veşartin.
Wan çîrokan, barê hêviyên min girantir dikirin
û her diçû, ez dûrî reça rêwîtiya xwe diketim.
Her diçû, karwanên min diketin rêçine bê rêç
û xewnên min, ji hev taromaro dikirin.
Dizanîbûn bê xewn, temen ji wateyan tê pişaftin.
Tê bîra min, dema tu bi min û xewnên min dikeniya,
di wan rojan de, xewnan koçdikirin û dixeyidîn,
wan xewnistanan ez ji nav xwe diqeirandim.
Nizanim çima?, di wan kêlîkan de,
giriyan û hewara min, di çavên şevê de dimiçiqîn.
Dar û dehlên sozdar, ji ser çiyan bi êgir dihatin biriştin
û sitêr ji asîman, bi qevdan dihatin çinîn.
Min li ser qadeke beyar, şilfî tazî dihi#t
Û ez bi xewnên avis re dihetikandim.
Li ber çavên her kesî,
birînên gewdeyê min, didane hijmartin.
Ew şaxên ku di sînga çiyan de vebûbûn,
hemû ji ber gazinên te bû cana min.
Stêrên ku ji asîman dihatin rijandin,
hemû ji ber awirên çavên te bûn serxoşa min.
Şevên ku ez di nav pêlên xwe de vedigevizandim,
hemû ji ber reşahiya porê te bû xanima min.
şahnaziya ku bi dûv te ketibû,
hemû ji pesindariya pênûsa min bû binef#a min.
Te derya miçiqandin, ji dema ku tu bû periyeke buhiştî.
Te sorgul çilmisandin, ji dema ku tu ji dil bi min re keniya.
Te hemû şev avis kirin, dema te soza hevdîtineke da min.
Min di wê şevê de, kirasê bûkaniya te,
ji perikên tawîs û kevokan hûnand.
Ji bo te kevok firiyan, tevî basikên xwe yên şikestî.
Awazên fentazî, li ber kenarên bîranînan, xwe saz kirin.
Hîna jî, te bawer nekir, ku bi tenê evîndarê te me.
Te xwe sipart sitûnên biyaniyên bê dil.
Te ez di nav awirên wan de, rizandim bi ciwanî.
01. 10. 05. Hamburg.