Abulkadir Musa
Ji xwe…em!?
Em bi tariyê re ji dayikbûne,
lewra em ji şevê hezdikin,
û em dibin Lokêqetrqn -gava reş dikeve Erdê-û berê xwe didin
bextreşiya xwe…
geh Xezalê…geh jî…
na na pir caran Çavgirtînk û Veşartokê,
û herdem em bi tirsin-ta evê kêlîkê jî- ku yê çavgirtî bi ser veşara
me vebe !?
(…çavgirtî dare,berde,esmane,dêwe,mirove…çavgirtî çavgirtî ye.. !?)
Bi tirsin em…bi tirs…
em dikevin bahsa Reşkêşevê..û…Qurpîn ji nava me tê.
Hîn jî tirsa ji sawêran li ber çavê me ye…
Kitikek ku zûrîna gurekî çiyayî jê tê der,
di şeveke hitim de,xwe li nav lingên me yên kor diherbilîne
û kenê mirinê vedigre şikefta devê me,
û…mirin..mirin…
dibe dengveger li ber guhê malan…!?
Û hêjî em ji şevê hezdikin
-ji xwe-
çimkî em bi tariyê re ji dayikbûne….
Pîrevok,Gurê manco,Sînor,Gola Enter,Şêxê Ddao,newala Zerahê,
Hacûc û Macûc û Saweke bê deng..Şermola…
Û…
Û dîsa lîstika me… !?
Nuha,..ha ji xwe nekin ha… !?
Yê xwe veşêrin em in,
yê çavê xwe bigre jî em in
û ya me têkbibe tirsa me ye,
û kulbandina cîhana ku li me teg dibe û parsiwên me di hev re derbas
dike…
Cîhana ku em şemitandin
Cîhana ku em têwerkirin
Û em xistin…
Xistin…
Çala rûreşiya xwe.