rojava@rojava.net

 
   
 

rojava.net 13.10.2005

 
     
 

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD)

Kongera xwe a diwemîn bi dawî dibe..

Rojava-net

HRKRD di dawiya roja 09.10.05 de li bajarê Badsalzuflen – Elmaniya , kongerê xwe yê diwemîn ( Kongerê Şêxê Şehîdan – Şêx Ma’şûqê Xiznewî), piştî sê rojan ji dan û standinên xurt, bi dawî anî.

Di roja yekem de 07.10.05 , giftûgoyeke xurt û carna dijwar ser raportên Hevgirtinê a serpereştî ( raporta komîta kargêr) û raporta mewdanî (okonomî) hatin kirin.

Piştî dengdana razîbûnê ser herdû raportan hate dan, herdû raport ji alî rewşenbîran hate pejirandin..

Paş re gelek ji pêşneyarên îdraî , qanûnî û rêxistinî hatin pêşkêşkirin. 

Li vir hinek ji rewşenbîran rexna komîta kargêr kirin, ku helwesta wan li dijî êrîşên bêsenc, ku ji alîyê hin nivîskaran hatibû kirin, sistbû. Ew êrîşên ku gelek ji endamên Hevgirtinê dabûn ber xwe.

Di roja duwemîn de 08.10.05  çend çalakiyên çandeyî hatin li darxistin..

Destpêka rojê filîmê kurdî ê binavnîşana ( Fermiskên Bêxal) di salona navenda çandî a bajarê Badsalzuflen de hate weşandin. Di vî filîmî de hunermend Fûad Gemo rolekê sereke dilîzt.

Piştî dîtina filim vehesînek çêbû, paş re programê çand û toreyê destpêkir..

Destpêkê serokê kenîşta bajêr gotinek ser rola rewşenbîran û şûna peyva wan di wecdan û pêşketina gelan diyar kir.., gotina wî a balkêş di vê hevokê de bû: “ Zemîn milkê teva ye “ .

Paş re rewşenbîran dest bi xwendina berhemên xweyî toreyî kirin, dora 20 nivîskarî çi mê, çi nêr, beşdarbûn, û bi du zimanan ( kurdî û erebî) berhem hatin xwendin.

Di êvara wê rojê de şahiyek mezin lidarket, têde gelek dengbêj û hunermend beşdarbûn, ji wan sê kesên navdarbûn ew jî ev in: Hunermend Birader ( Kurdistana Bakur) û hunermend Miço Kendeş û Ronîcan ( Kurdistana Rojava).

Di roja siyemîn de 09.10.05 dîsa rewşenbîrên rojava li hev civiyan û dest bi dan û standinê kirin. Di wê rojê de gelek biryar wergirtin û sê komît hilbijartin, digel ku gelek xalên giring di rêzana hevgirtinê de jî hatin guhertin, wek nimûne ev xalana:

-         Konger her du salan li dar dikeve ji dêvla salekê.

-         Kêmkirina endamên komîteya kargêr ji 9 tê 7 endaman.

-         Sala 2006 xebat bo zimanê kurdî tê kirin.. û dibe sala zimanê kurdî.

-         Herdû komîtên kevin ( Çavdêr û Rawêj) hatin rakirin û ji dêvla wan du komîtên dî hatin avakirin, ku ew jî  komîta Ragihandinê û komîta Mewdanî ne.

Kongerê di egenda xwe de nivîsî ku wê xwedî li kar û berhemên hunermendê nemir Sîdo Reşo derkeve û pêşengehan bo hunera wî li gelek deveran li Europa pêşkêş bike.

Hewldanek hebû ku konger navê dezgehê bughere, ji Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, bibe; Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdistana Sûrî li Derve, lê ew hewldan neçû serî.

Piştî gelek guherînan û rakirina çend xalan û zêdekirina hinekên nû, endamên kongerê sê komît ji xwe hilbijartin:

Komîta birêvebir ( kargêr) ku ew jî ev in:

1-     Fûad Gemo ( serokê Hevgirtinê) – Hunermend.

2-     Înayet Dîko ( cîgirê serokê Hevgirtinê)- Şêwekar.

3-     Ehmed Huseynî ( Helbestvan)

4-     Bêwar Dêrşewî ( Helbestvan)

5-     Ebdulbaqî Huseynî ( Nivîskar)

6-     Tariq Hemo ( Rojnamevan)- cîgir

7-     Nezîr Palo ( Helbestvan) – cîgir .    

Komîta Ragehandinê ku ew jî ev in:

Selîm Biçûk, Ferhad Ehmê, Mizgîn Gemo, Idrîs Omer û Merwan Osman.

 Komîta Mewdanî (Aborî) ku ew jî ev in:

Ebdulbaqî Huseynî, Serhan Îsa û Riyad Hemê.

 Li dawî hemî rewşenbîr rabûn û pîrozbahiya komîta kargêr kirin û tevan ligel hev sirûda (Ey Reqîb) bi hev re xwendin.

 

 

 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî